Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCDK-E’yê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlibûnê kir

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo meşa 15'ê nîsanê ya li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê bang kir ku her kes bi 'ruhê seferberiyê' tev li bibin.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hat ragihandin ku li gel Dusseldorfê her wiha wê li gelek bajarên din ên Ewropayê jî meş û mîtîng bêne lidarxistin.

KCDK-E’yê bi bîr xist ku dewleta tirk a faşîst mêtinger û hêzên komploger ên navneteweyî 24 sal in li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd û têkoşîna azadiyê êrîşên qirkirinê dimeşîne.

Hate ragihandin ku tecrîda li ser Ocalan bi qasî ku li dijî meşa azadiyê ya gelê kurd e, di heman demê de ji ber tirsa ji hêz û bandora vî fikrî ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

KCDK-E’yê got, “Ji bo tecrîda ku ketiye sala 25’an êdî tehemûla me nemaye. Me azadiya Rêber Apo ji bo xwe kirine armanca xwe ya bingehîn a jiyanê.”

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo têkbirina mêtingeriya dewleta tirk û faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna statuya Kurdistanê, her kes ji bo çalakiyên navendî yên 15’ê nîsanê seferber bibin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 15’ê nîsanê de bi beşdariya ji Almanya, Bakurê Fransayê, Swîsre, Belçîka û Hollandayê wê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê meşeke navendî bê lidarxistin. Bi beşdariya ji başûrê Fransayê li Marsîlyayê, her wiha li Norwêc, Fînlandiya, Swêdê, li Stockholm, Goteborg, Kanada, Awûstralya, Qibris, Îngilistan, Awûstûrya, Îtalya û Yewnanistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê meş û mîtîng bêne lidarxistin.

Di daxuyaniyê de wiha bang li gel hat kirin: “Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî van meşên girseyî bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar