Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

KCDK-E’yê ji bo Rêberê Gelê Kurd banga lezgîn kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê destnîşan kir ku îdîayên li ser jiyana Ocalan fikarên wan zêde kirine û bang li gelê kurd û dostan kir ku bi lezgînî dakevin qadan, çalakiyan bikin

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê daxuyaniyek weşand û ragihand ku îdîayên nû yên têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikarên wan zêde kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew daxuyaniyên dozgeriya Bûrsayê bi tu awayî têrker nabînin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Rêber Apo bi rengekî girankirî ji aliyê AKP-MHP’ê yên faşîst ve li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin. Agahî jê nayê girtin. Êdî nikarin tecrîdê binixumînin.

Rêber Apo ku ji ber tecrîda giran a 22 sal in tê de ye nexweşiyên kronîk lê der bûne, agahî jê nayê girtin. Şert û merc, her wiha aqûbeta Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên ku tevî Rêber Apo li zindana Îmraliyê ne, gelê kurd dixe nava fikarên giran.

Dewleta tirk a faşîst tevî ku li ser rewşa jiyanê û tenduristiya Rêber Apo tu agahiyan nade, bi mehan in hevdîtina bi parêzeran û malbatê re asteng dike. CPT a ku mehên derbasbûyî serdana Tirkiyeyê kir, berê xwe neda Îmraliyê jî û vegeriya. Em vê sîstema tecrîdê şermezar dikin ku li edaleta navneteweyî û pîvanên hiqûqê nayê, bang li saziyên navneteweyî yên berpirsyar dikin ku erk û wezîfeya xwe pêk bînin.

Ji şeva 14’ê adarê ve li ser jiyana Rêber Apo li ser medya dîjîtal parvekirin tên kirin ku ev parvekirin fikarên me qat bi qat zêde kirine. Ev parvekirin tirs û fikarên gelê kurd zêde dikin. Dewleta tirk ku di serî de li Garê li pey hev derbên giran xwar, gelê kurd bi hêrs dike û dixe nava fikaran. Têkildarî Rêber Apo em bi fikar in ku di nava tecrîdê de ye û destûra hevdîtinê nayê dayîn. Em daxuyaniyên dozgeriya Bûrsayê bi tu awayî têrker nabînin.

Ji bo gelê kurd Rêber Apo paşeroj û xeta sor e. Bêyî tu hincetê dixwaze ku yekser hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Divê hem parêzer hem jî malbat karibin tavilê hevdîtinê bikin. Her wiha divê tavilê dawî li sîstema îşkenceyê û tecrîdê ya faşîst bê anîn ku bi salan e dewam dike.

Daxuyaniya ku parêzeran di 15’ê Adarê de fikarên me zêdetir dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, ‘Bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re em nikarin bi tu awayî pêwendiyê deynin’.

Hewl tê dayîn ku di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û îradeya kurdan bê tecrîdkirin, lê wê ev hewldan bêencam bimînin. Gelê kurd wê bi Rêberê xwe re teqez azad bibe.

Bi navê KCDK-E’yê em bang dikin ku li her derê dakevin qadan, heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin gelê kurd û dostên wan biherikin qadan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar