Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

KCDK-E’yê ji bo Şengalê bang kir

KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê bang li hemû kurdistanî û dostên wan kir ku di roja 18’ê çileyê de tev li çalakiyên ku dê ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta tirk a li dijî Şengalê bên lidarxistin, bibin

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E têkildarî êrîşa hewayî ya artêşa tirk a dagirker a li dijî Şengalê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

KCDK-E’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku balafirên şer ên dewleta tirk a qirker îro li gundê Dîgur ê Sinûn a Şengalê bombe barandin û wiha domand: “Dewleta tirk ku her derê Kurdistanê  hedef digire, beriya niha gelek caran Şengal kiribû hedef û komkujiyên sivîlan pêk anîbûn. Dewleta tirk a faşîst ku dixwaze qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê pêk neanî temam bike, dixwaze qira gelê me yê êzdî bîne.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em vê komkujiya dewleta tirk ku dijminê mirovahî, çand, dîrok û baweriyê ye ya li dijî Şengalê şermezar dikin. Em weke KCDK-E’yê bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê yekitiya neteweyî rabin ser pêyan û xwedî li gelê Şengalê derbikevin. Em KDCK-E û NAV-Yek roja 18’ê çileya 2020’an ji bo şermezarkirina komkujiya li Şengalê ya ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin û ji bo xwedîlêderketina li Şengalê li her derî çalakî û meşên bi bandor li dar bixin. Em bang li gelê xwe dikin ku tev li çalakiyan bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar