Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

KCDK-E’yê li dijî dagirkeriyê banga seferberiyê kir

KCDK-E'yê têkildarî hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk û êrîşa li ser Mexmûrê daxuyaniyek da û bang li kurdan kir ku bi ruhê seferberiyê xwedî li xaka xwe ya azad derkevin

Navenda Nûçeyan |

KCDK-E’yê têkildarî hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk û êrîşa li ser Mexmûrê daxuyaniyek da û banga seferberiyê li kurdan kir.

KCDK-E’yê bi bîr xist ku Mexmûr di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye, lê tevî vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK, ji ber peymana xwe ya bi dewleta tirk re, peymanên navneteweyî ji nedîtî ve tên û di encama vê yekê de jî dewleta tirk bombe li kampê barandiye.

Êrîşa bi piştgiriya NATO û PDK’ê

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta tirk 28 sal in bi destûra NATO û PDK’ê êrîşî kurdan dike û ev bang hat kirin: “Gelê kurd ê welatparêz ên li çar aliyên cîhanê; xwedî li xaka xwe, xwedî li rûmeta xwe derkevin, bêdeng nemînin.

Artêşa tirk ku di êrîşên xwe yên qirkirinê de yên li ser başûrê Kurdistanê têk çûye, dest bi komkujiya xelkê sivîl kiriye. Li xaka ku PDK’ê firotiye wan, baregehan çêdike û dest datîne ser mal û xaka gel. Xak tê wateya welat, rûmet û nasnameya me. Ji bo xwedîderketina li xak û rûmeta xwe nesekine, li benda rizgarkerekî nesekine, seferber bibe.

Mexmûr radigihîne ku wê zilma dewleta tirk qebûl neke û heta serkeftinê li ber xwe bide, têbikoşe. Em tev li vê banga seferberiyê bibin, li her derê rabin ser pêyan.

Dostên gelê kurd; hûn jî li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin, ji bîr nekin ku dewleta tirk a faşîst dijminê me ye jî dijminê we ye jî.

Gelê kurd têkoşîna herî bi rûmet a dîroka xwe dimeşîne. Ji bo vê têkoşîna bi rûmet jî bi dehan ewladên xwe şehîd da, bi hezaran jî li zindanan li ber xwe dide. Jinên me ji bîr nekin ên ku tirs berdan dilê çeteyên DAIŞ’ê. Wan rûmeta mirovahiyê rizgar kirin. Îşkenceyên li derveyî mirovahiyê li wan hate kirin, li jêrzemînan bi saxî hatin şewitandin. Îşkence li cenazeyên wan hate kirin, bi pişt tankan ve hatin girêdan û bi erdê re hatin kaşkirin. Cesedên dayikan bi dehan rojan li naverastê, cenazeyên ewladên wan jî li sarincê hatin veşartin.

Eger hûn dixwazin rûmeta mirovahiyê rizgar bikin, hingî li pêşberî komkujiyên ku tên serê gelê kurd bêdeng nemînin, ji bo têkoşîna azadiyê seferber bibin.”

Bang li dewletên rojavayî hat kirin

Her wiha KCDK-E’yê bang li dewletên rojavayî jî kir ku dest ji durûtiyê berdin, qanûnên navneteweyî bi cih bînin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd ê bi rûmet, wê di vê têkoşînê de teqez hesreta xwe ya azadiyê bi ser bixîne. Ji ber vê yekê em bang li gelê me yê welatparêz dikin ku ji her demê bêhtir xwedî li vê têkoşînê derkeve, kêliyeke xwe jî vala derbas neke û seferber bibe.

Em bang li dost, şoreşger, mirovahiyê û her kesî dikin ku li dijî dewleta tirk a dagirker û dîktator Erdogan ên ku dixwazin qira kurdan bînin, çi ji destê kê tê tavilê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar