Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

KCDP: Di meha cotmehê de 36 jin hatin kuştin

Li gorî ropora meha cotmehê ya ji aliyê Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin hat weşandin, 36 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya tundiya li hemberî jinan a meha cotmeha 2019’an aşkera kir. Li gorî raporê di meha cotmehê de 36 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku 8 mirinên bi guman pêk hatine û ev agahî tên dayîn: “Sedema mirina 17 jinan nehat tespîtkirin. 5 jin ji ber sedemên aborî û 6 jin ji ber berdan, redkirina lihevhatinê û bersivnedana telefonê ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Heta ku neyê tespîtkirin jin ji aliyê kî ve û çima tên qetilkirin; heta darizandina adil neyê kirin û cezayên jêvegerandinê li kesên bi guman, bersûc û kujer neyê birîn û tevdîrên pêşîlêgirtinê pêk neyên, dê tundî bi rengên cuda bidome.”

Di raporê de hat diyarkirin ku ji 36 jinan 14 jê nehatiye tespîtkirin ku ji aliyê kî ve hatine kuştin, 8 jê ji aliyê zilamê ku pê re zewicandî bûye, 6 jê ji aliyê zilamê ku pê re bûye, 4 jê ji aliyê kesê nas û ango xizmê xwe, 2 jê ji aliyê bavê xwe, kesek jî aliyê kesekî ku berê pêre bûye û kesek jî ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.

Heke qanûn pêk bên…

KCDP di raporê de destnîşan kir ku nayê zanîn ku biryara parastina 33 jinên ku di meha cotmehê de hatine qetilkirin hebûye ya na û wiha domand: “Derbarê 2 jinan de ne biryara dûrxistinê ne jî parastinê heye. Qanûna 6284 ku derbarê kesên tundiyê pêk tînin de biryara dûrxistinê dide û parastina jinê dihewîne nav heke pêk bê dê jinan biparêze. Lê ji ber ku pêk nayê, li Eskîşehîrê Ayşe Tûba Aslan a 45 salî ya dayika 2 zarokan, ji aliyê Yilmaz Ozalpay ku 6 meh berê hevdû berdabûn û derbarê wî de biryara dûrxistinê derxistibû ve rastî êrîşa bi sator hat. Niha Tûba li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê de dide. Heke qanûna 6284 pêk bihata dê jin bijiyan û zarokên wan Jî bê dayik nediman. 5 jinên ku hatine kuştin zarokên wan hene.”

Îstîsmarkirina zarokan didome

Di raporê de daneyên Endeksa Ewlehî, Aştî û Jinan jî hatine parvekirin û tê diyarkirin ku ji bo jinan welatê ku kalîteya jiyanê lê herî bilind e Norveç e û di nav 167 welatan de Tirkiye di vê mijarê de di rêza 114’emîn de cih digire.

Her wiha di raporê de qala îstismara li hemberî zarokan jî hatiye kirin û mînakên bûyerên îstismarê hatine dayîn. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar