Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Armanca AKP-MHP’ê qirkirina kurdan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan, daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê sîstema zext, zilm û mêtingeriyê her roj bi darbeyên nû û zext û zordariyê, gihandiye asteke li derveyî mirovahiyê ku li dîrokê nehatiye dîtin. Êdî her hêzeke siyasî, her beşên civakî û kesên ku mîna xwe nafikire weke dijmin dibîne û êrîşê dibe ser. Li her kesî ferz dike ku serê xwe li ber faşîzma AKP-MHP’ê bitewînin. Bi rengekî aşkera dibêje; ya hûn ê ji vê desthilatdariyê hez bikin an jî mafê we yê jiyanê li vî welatî nîne. Diyar dike ku cih ji nêrîneke cuda ya siyasî, ji projeyek jiyana civakî, ji etnîk û baweriyeke cuda re nîne. Kiryarên xwe hemû ji bo vê armancê ne.

‘Hedefa sereke ya dîktatoriya faşîst kurd in’

Armanca dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tepisandina hêzên demokrasiyê û tesfiyekirina wan e. Hedefa xwe ya sereke jî kurd e ku hêza herî dînamîk a Tirkiyeyê ye. Ji bo vê armanca xwe jî her hêza siyasî ya weke wan nafikire bi darbekariyê sûcdar dike. Ji bo pêşî li berxwedana gelê kurd û hêzên demokrasiyê ya li dijî darbeyê bigire, rojeveke bi vî rengî ya darbeyê afirandiye. Bi vê rojeva darbeyê re asta êrîşkariyê hem bi gotinê hem jî bi pratîkê zêde kiriye ku ev yek nîşaneya vê rastiyê ye. Ev desthilatdarî dibêje; ez ê bi her rengî zext û zilmê bikim, lê belê divê kes dengê xwe neke. Yên ku li ber zext û zilma vê desthilatdariyê radibin bi xiyanetê sûcdar dike. Helwesta li dijî vê desthilatdariyê jî bi banga ji bo darbeyê pênase dike û bêdeng dike. Bi feraseta ‘parastina herî baş êrîş e’ dixwaze pêşî li têkoşîna li hemberî faşîzmê bigire.

Di pêvajoya vîrûsa koronayê de tenê li parastin û dewamkirina desthilatdariya xwe difikire. Dixwaze temenê vê desthilatdariya li ber hilweşînê ye bi sûdwergirtina ji dema koronayê, dirêj bike. Bi hinceta ‘Têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê lawaz dike’ rexne û mûxalefeta li dijî vê desthilatdariyê weke sûc nîşan dide. Asayîkirina dema koronayê jî bi dewamkirina sîstema zext û mêtigneriyê û astengkirina mûxalefeta civakî plan dike. Xebitandina li febrîqeyan serbest e, kombuna bi sedan bi hezaran polîsî serbest e, lê belê çalakî û protestoya komeke biçûk a li dijî desthilatdariyê sûc e! Mebesta xwe ji normalbûyînê ev sîstema faşîst e.

‘Her tiştê bi navê kurdîtiyê di hedefa vê desthilata faşîst de ye’

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê vîrûsa koronayê jî ji bo mezintkirina polîtîkaya qirkirinê ya li dijî kurdan bi kar tîne. Di dema vîrûsa koronayê de karê xwe yê destpêkê tayînkirina qeyûman li gelek şaredariyan e. Herî dawî careke din dest danî ser gelek şaredariyan. Ev yek bi rengekî aşkera ragihandina wê yekê ye ku dibêje; bi nasnameya kurd nabe ku siyaset û karê şaredariyê bê kirin. Yekane sûcê van şaredariyan ew e ku nasnameya xwe ya kurd destnîşan kiriye, dest ji nasnameya kurd bernedaye û bi nasnameya kurd weke îradeya herêmî şaredarî kiriye. Polîtîka û zîhniyeta; min kesên ku bi nasnameya kurd siyaset kir girt, şaredar girt û eger hûn ve helwestê bidomînin ez ê hîn jî bigirim, bi rengekî aşkera raxistiye pêş çavan. Ev yek, kurdbûnê weke sûcekî nîşan dide. Bêguman nikare ji kesî re yekser bêje, tu kurdî lewma tu sûcdarî. Lê belê her tiştên bi navê kurdîtiyê dike sûc û bi vî rengî kurdîtiyê bi xwe dike sûc.

Êrîşên li dijî gorên gerîlayan

Goristanên gerîla ji ber ku kurdîtiyê bi bîr dixîne, dibe hedefa êrîşên wan. Êrîşê dibe ser zarokên kurd ji ber ku bi nasnameya xwe ya kurdîtiyê dijîn. Gelo mîna Nisêbînê kir dikare li devereke din a Tirkiyeyê êrîşê bibin ser zarokan?

AKP, piştî ku di hezîrana 2015’an de HDP ji bendê derbas bû û ew ji desthilatdariyê xist, êrîşên xwe yên li dijî kurdan zêde kir û bi dijminê kurdan re tifaq çêkir. Ji wê rojê ve êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd zêde dike. Her roj bi sedan carî dijminatiya li kurdan zêde dike. Eger li dijî vê desthilatdariyê têkoşîn neyê kirin dê dijminatiya xwe ya li kurdan mezintir bike. Van êrîşan jî heta bêdengkirin û qirkirina kurdan hemûyan wê bidomîne.

Karakterê vê desthilatdariyê dijminatiya li kurdan e; armanca xwe jî qirkirina kurdan e. Kurdistanê dike qada belavbûna neteweya tirk. Kurdê ku vê nebîne dest ji kurdîtiya xwe berdaye. Kurdê ku li dijî vê helwestê nîşan nede û li ber ranebe hingî serê xwe li ber qirkirinê tewandiye. Ev rastî mîna hebûna roj û şevê zelal e. Ya wê xwedî li kurdbûna xwe derkeve, ya jî dê li aşê qirkirinê bê hêrandin.

‘Desthilatdariya AKP-MHP’ê li benda hilbijartinê nasekine’

Heta ku hêzên demokrasiyê bi rengekî yekbûyî li hev kom nebin, nepêkane ku li dijî vê desthilatdariya faşîst têkoşîneke bi bandor bê meşandin. Hêzên demokrasiyê eger têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mezin nekin, eger li bendê bimînin ku ev desthilatdarî bi hilbijartinê biçe, dê sibe tu zemîn û firsendê nebînin ku li dijî desthilatdariyê têbikoşin. Gelo desthilatdariya AKP-MHP’ê qet li benda hilbijartinê disekine? Ma ne her roj êrîşê dibe ser hêzên demokrasiyê? Wê demê di her kêliyê de divê li dijî vê desthilatdariyê têkoşîn bê meşandin, faşîzm bê têkbirin û Tirkiye bê demokratîkkirin. Yekane rêya rast ev e.

‘Eger kurd îro tênekoşe ev tê wateya jiyana li nava çirava xiyanetê’

Faşîzma AKP-MHP’ê êrîşê dibe ser hebûna kurdan. Ji ber vê yekê ji bo kurdan têkoşîna man û nemanê tê meşandin. Têkoşîna man û nemanê ya kurdan veguheriye têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bingehîn a Tirkiye û Rojhilata Navîn. Divê kurd bibînin ku faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê li Bakur, her wiha li her cihî dijminê kurdan e û dixwaze kurdan qir bike. Nedîtina vê yekê xefleteke mezin e, asêbûna li nava xiyaneteke dîrokî ye. Eger kurd îro tênekoşe ev yek ji bo wan dê bê wateya jiyana li nava çirava xiyanetê. Eger em ê bi berpirsyariya rabirdû û paşeroja xwe rabin, ew jî bi têkoşîna bi her amûr û derfetê dibe.

‘Têkoşîna man û nemanê ya gelekî ji cihekî nayê hêvîkirin’

Li dijî dijminekî bi vî rengî kurd divê li her deverê bi taybetî jî li Bakur xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Li gundan, li kolanan xwe bi rêxistin bikin, çi pêwîst be dê bikin. Divê her derê bikin qada têkoşîn û rêxistinbûnê. Di serî de jin û ciwan li pêşiya kurdan hemûyan berpirsyariyeke bi vî rengî ya dîrokî heye. Divê ti kurdek nebêje, gelo ji çi destê min tê? Ji destê her kurdî tiştek tê. Dîroka têkoşînê ya bi dehan salan ev hişmendî, rê û rêbaz raxistiye pêş çavan. Li her gundî, li her kolanê daneheviya hişmendiyê heye ku karibe rêxistinbûna xwe ava bike û bikeve nava liv û tevgerê. Têkoşîna man û nemanê ya neteweyekê ji cihekî nayê hêvîkirin. Her kes, sazî û derdorên welatparêz dikare tişta bikin plan bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Kurdên ku ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li tevahiya Rojhilata navîn civaka herî zane û hêza herî demokratîk in, xwedî wê kapasîteyê ne ku vê bikin.

Vîrûsa koronayê li pêşiya jin, ciwan û gelê kurd ne asteng e ku çalakiyan bikin, ku xwe bi rêxistin bikin. Di demekê de ku dijmin ji bo qirkirinê êrîşan dike, nabe ku em vîrûsa koronayê li dest û lingê xwe bigerînin. Bi gelek rê û rêbazên dewlemend ên şert û mercên heyî rêxistinbûn dikare bê kirin û gelek çalakî dikare bên lidarxistin. Eger vîrûsa koronayê weke amûreke şerê taybet û dema qirkirina kurdan tê dîtin, hingî divê em vê dema vîrûsa koronayê bikin têkbirina şerê taybet û qirker ê li dijî kurdan, dema têkbirina mêtingeriya qirker. Jiyana bi vê desthilatdariyê re ya li vî welatî tê wateya xwekuştinê, tê wateya mirinê. Lewma divê her der bibe qada rêxistinbûnê, her der bibe qada çalakiyê. Ji bo vê jî jin, mêr, ciwan, extiyar çi ji destê kê tê divê bikin. Li dijî qirkirinê roj roja xurtkirina têkoşîna hebûnê ya bi nasname, çand û zimanê xwe ye.

Dem ew dem e ku nîşanî dost û dijminan bidin, gelê kurd ku gelê herî kevn ê mirovahiyê ye, tu carî tune nabe. Têkoşîna gelê kurd a bi dehan salan, bi deh hezaran şehîdên hatine dayin ev derfet û hêz daye me. Berxwedan dê teqez bi ser bixîne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar