Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

KCK: Bêdengiya PDK û YNK’ê ya li dijî komkujiyan nayê qebûlkirin

KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku bêdengiya PDK, YNK û rêveberiya herêma Kurdistanê ya li dijî êrîş û komkujiyên dewleta tirk nayê qebûlkirin. KCK’ê destnîşan kir ku ev derdor bi daxuyaniyên xwe qetilkirina sivîlan rewa dikin û ji bo hevkariya partî û îstîxbarata başûrê Kurdistanê ya bi MÎT’ê re jî ev hêz hişyar kir

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên başûrê Kurdistanê divê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk xwedî helwesteke zelal bin.

Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Ji ber êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û başûrê Kurdistanê gelek sivîl hatine qetilkirin. Bêdengiya PDK, YNK û rêveberiya Herêma Kurdistanê ya li hemberî van êrîşan nayê qebûlkirin.

Hewl didin komkujiyê rewa bikin

Dewleta tirk bi tevgera dagirkeriyê ya li ser Xakûrkê re êrîşên xwe yên li ser sivîlan zêde kiriye. Bi taybetî bi êrîşên hewayî sivîlan qetil dike. Em sivîlên ku li Xakûrk, Goşîne û Kortekê hatine qetilkirin bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Qetilkirina sivîlan bûye yek ji parçeyekî vê tevgera dagirker û hewl didin qadên sivîlan were valakirin. Daxuyaniyên rêveberiya başûrê Kurdistanê û şîroveyên hin çapemeniya li Başûr a ku qetilkirina sivîlan wekî şer diyar dike, rê li ber rewakirina êrîşên dewleta tirk vedike.

Qetilkirina sivîlên li Kortekê jî wekî şerê di navbera artêşa tirk û gerîlayan hatiye diyarkirin. Li Kortekê cihê ku sivîl lê hatine qetilkirin, tu baregehên gerîlayan nînin. Li ser rêya bi asfalt sivîl hatine qetilkirin. Li vê qadê tu tevgerîna artêşa tirk tune û nîşandana qetilkirina sivîlan a wekî şer, êrîşên dewleta tirk rewa dike.

Ji bo bêdengiyê tu hincet nînin

Gelê kurd û raya giştî ya li başûrê Kurdistanê li hemberî bêdengiya hêzên siyasî û rêveberiya herêmê matmayî ne. Ji bo vê bêdengiya hêzên siyasî û rêveberiyê tu hincet nînin. Heke rêveberiyên heyî û hêzên siyasî li hemberî qetilkirina sivîlan bêdeng bimîne dê îdiaya wan a ku dibêjin em nûnerên gel in jî were nîqaşkirin.

Êrîşên dagirker ên AKP û MHP ne bi tenê li ser PKK’ê ye. Helwesta dewleta tirk a di dema referandûma serxwebûnê û aloziya li Kerkûkê li holê ye. Li gorî wan Mûsil û Kerkûk û axa başûrê Kurdistanê axa wan e. Bi vê re jî başûrê Kurdistanê dagir dikin. Dema ku ev rastî li holê be, bêdengbûna li hemberî êrîş û qetlîaman tê wateya ku ew jî şirîkên van qetlîaman in.

Îstîxbarata Başûr bi MÎT’ê re dixebite

Hêzên siyasî ne bi tenê dibin şirîkên êrîşên dagirkeriyê, di heman demê de bi rêxistinên îstîxbaratê re li qadên gerîlayan didin. Bi MÎT’ê re hewl didin cihên gerîlayan aşkera bikin û li wan deran bidin. Bi dehan bûyerên wisa çêbûne. Di destê me de gelek agahî û belge hene ku yekîneyên îstîxbaratê yên li başûrê Kurdistanê û MÎT’a tirkan bi hev re dixebitin. Em diyar dikin ku em ê êdî destûrê nedin van rewşan, em ê tevdîran bistînin û em ê ji kesên berpirsyar hesap bipirsin.

Nayê qebûlkirin ku hêzeke siyasî ya kurd îstîxbaratê bide dijminên hêzeke kurd. Em bang li hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê dikin ku divê li hemberî êrîşên dagirker helwesta xwe diyar bikin û pêşiya wan kesan bigirin ên ku îstîxbaratê didin dewleta tirk.

Em bang li gelê başûrê Kurdistanê, rêxistinên sivîl ên civakî û hêzên demokrasiyê dikin ku bila li hemberî tevgera dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin û li hemberî kesên ku li dijî Tevgera Azadiyê bi dijmin re dixebitin jî helwesta xwe zelal bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û êrîşan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar