Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCK: Bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar bikin

KCK'ê êrîşên dewleta tirk ên li ser sivîlan bi tundî şermezar kir û bang li gelê kurd û dostan kir ku bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî şermezar bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li rojava û başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Piştî ku AKP-MHP jinûve bû desthilatdar, dewleta tirk a mêtinger qirker êrîşên li ser gelê kurd û hêzên azadiyê hîn bêhtir zêde kir û di nava çend hefteyên dawî de hem li Rojava hem jî li başûrê Kurdistanê gelek mirovên me şehîd bûn. Em van êrîş û komkujiyên dewleta tirk a mêtinger qirker bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Hewlêr û Bexda bêdeng in

Li hemberî van êrîş û komkujiyên dewleta tirk hin saziyên demokratîk û welatparêz nerazîbûnê nîşan didin, lê belê di serî de yên xwedî berpirsyarî, dewlet û saziyên navneteweyî li hemberî van êrîşên dewleta tirk bêdeng in. Ev helwesta saziyên berpirsyar û dewletan nayê qebûlkirin. Dewleta tirk a mêtinger qirker bi têgihiştina xwe ya dijminatiya li kurdan qanûn û hiqûqê binpê dike û li her derê bênavber êrîş dike û komkujiyan pêk tîne. Tenê vê hefteya dawî li başûrê Kurdistanê di êrîşên bi balafirên keşfê de gelek mirovên me hatin kuştin. Lê belê ne hikûmeta başûrê Kurdistanê ne jî dewleta Iraqê li hemberî vê yekê nerazîbûnê nîşan didin. Di serî de hikûmeta başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê divê li ber van êrîşan rabin û pêşî li êrîşan bigirin. Bêdengî û xemsarî tê wateya hevkariya bi komkujî û êrîşên dewleta tirk re. Ev rewş bi taybetî ji bo hikûmet û siyaseta başûrê Kurdistanê derbas dibe. Yên ku li hemberî kuştin, kuştina kurdan dengê xwe nakin, nerazîbûnê nîşan nadin, gelo çawa dikarin bibêjin ku ew kurd in û gelê kurd temsîl dikin? Ev helwest nayê qebûlkirin. Bi qasî hikûmeta başûrê Kurdistanê rêxistin û partiyên kurdan jî ji vê rewşê berpirsyar in û divê bikevin nava liv û tevgerê, helwestê nîşan bidin.

Saziyên navneteweyî divê nebin şirîkê komkujiyan

Dewlet û saziyên navneteweyî jî li hemberî van êrîşên dewleta tirk a dagirker nerazîbûnê nîşan nadin. Dewleta tirk a mêtinger qirker di serî de li rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê li her derê êrîş dike, her roj Kurdan qetil dike, lê ev dewletên navborî bi dewleta tirk re bi rengekî bêperwa têkiliyên li ser berjewendiyên aborî û siyasî datînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li gelê kurd ne ya qebûlkirinê ye. Em careke din bang li van dewletan û saziyên navneteweyî dikin ku dest ji vê helwesta xwe berdin ku hebûn û nirxên gelê kurd ji nedîtî ve tên, nebin şirîkê êrîş û komkujiyên dewleta tirk, li hemberî van kiryaran helwestê nîşan bidin.

Divê helwesteke xurt bê nîşandan

Dewleta tirk a mêtinger û qirker bi zanebûn û ji bo berevajîkirina rastiyan welê nîşan dide ku mîna ev êrîş li dijî PKK’ê ne. Xayinên ku ji bo berjewendî û serwetê bi dewleta tirk re tevdigerin, bi nêzîkatiyeke bi vî rengî hewl didin xiyaneta xwe veşêrin. Êrîşên dawî yên li başûrê Kurdistanê careke din raxist pêş çavan ku armanca dewleta tirk tunekirina hebûna kurdan e. Li hemberî vê yekê girîng e welatparêz, saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermendên kurd helwesteke xurt nîşan bidin, zexta siyasî li berpirsyaran bikin û wan neçar bihêlin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Gelê kurd û dostên wan jî divê li her derê nerzîbûna xwe nîşan bidin, bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ya li hemberî êrîş û komkujiyên dewleta tirk şermezar bikin û nîşan bidin ku nêzîkatiyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar