Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’êtêkildarî berxwedana zindanan de daxuyaniyek weşand. KCK’ê çalakiya girtiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir de li dijî zexta faşîst, tecrîd û kiryarên qirkirinê li ber xwe didin silav kir û got: “Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku didin civakê gelekî girîng e. Lewma pêwîstî pê heye ku li ser bê rawestîn û bê fêhmkirin. Zindan ew qad in ku rewşa civakê bi şênberî radixin pêş çavan. Yên nebaş, zalim, dijminê gel û nirxên mirovahiyê, mejiyê xwe bi rengekî herî berçav li zindanan nîşan didin, didin hîskirin. Yên ku vê rastiyê herî zêde dibînin û kêlî bi kêlî têdikoşin, girtiyên siyasî ne. Ji ber vê jî gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî divê ji rastiya civakî cuda neyê dîtin. Gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî nêrîn, bendewarî û hesreta li azadiyê ya civakê nîşan dide. Di heman demê de berxwedana ku girtiyên siyasî di nava şert û mercên zindanê de dikin, bersiva herî bi wate ya li dijî zilm, faşîzm û qirkirinê ye.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir ku xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin û li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:
“Girtiyên siyasî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li dijî zexta faşîst, tecrîd û kiryarên qirkirinê li ber xwe didin. Di serî de malbatên girtiyan, hêz û derdorên xwedî hesta berpirsyariyê ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re çalakiyên cihêreng dikin, hewl didin dengê girtiyan bidin bihîstin û bixin rojeva raya giştî. Em vê berxwedana bi wate ya girtiyan bi hurmet silav dikin û pîroz dikin. Bi vê wesîleyê berxwedan û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ya mezin bi hurmet û minet silav dikin ku di pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û biserxistina wê de roleke mezin lîst. Di şexsê wan de şehîdên demokrasî û şoreşê careke din bi bîr tînin. Em careke din destnîşan dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya li ser xeta berxwedanê ya şehîdên xwe teqez bi ser bixînin.
Girtiyan bi berxwedana xwe her cûre êşkence û zext têk birin
Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku didin civakê gelekî girîng e. Lewma pêwîstî pê heye ku li ser bê rawestîn û bê fêhmkirin. Zindan ew qad in ku rewşa civakê bi şênberî radixin pêş çavan. Yên nebaş, zalim, dijminê gel û nirxên mirovahiyê, mejiyê xwe bi rengekî herî berçav li zindanan nîşan didin, didin hîskirin. Yên ku vê rastiyê herî zêde dibînin û kêlî bi kêlî têdikoşin, girtiyên siyasî ne. Ji ber vê jî gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî divê ji rastiya civakî cuda neyê dîtin. Gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî nêrîn, bendewarî û hesreta li azadiyê ya civakê nîşan dide. Di heman demê de berxwedana ku girtiyên siyasî di nava şert û mercên zindanê de dikin, bersiva herî bi wate ya li dijî zilm, faşîzm û qirkirinê ye. Girtiyan bi îradeya xwe ya ji pola her cûre zext, zilm, êşkence têk birin, dîwarên qirkirinê hilweşandin, îrade, berxwedêriya civakê xurt kirin. Li dijî her cûre teslîmiyetê di sekna azadiyê de israr kirin, derba herî giran li dijmin xistin û kirin ku dijmin bi rengekî mezin têk biçe. Ji ber ku serketin beriya her tiştî bi bawerî û hişmendiya li azadiyê ya bilind û bi îradeyeke xurt pêk tê. Serketina xwe naspêre îradeyê serketin nîne. Her wiha gelekî ku serketina îradeyê bi dest xistiye, kes nikare wê ji meşa azadiyê dûr bixîne. Di têkoşîna me azadiyê ya Kurdistanê de ev rastî bi şênberî hatiye dîtin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz gelekî baş bi vê rastiyê zane. Berxwedêrên zindanan bi baweriya xwe ya xurt a li azadî û gel, kelehên zilmê hilweşandin. Ya ku li Kurdistanê dijmin têk bir û rêya serketinê diyar kir, berxwedana li zindanan e. Têkoşîna azadiyê ya ku gelê kurd ji nû ve anî ser xwe, xwe spart vê mîrateyê û bi pêş ket. Bêguman ne tenê di şoreşa Kurdistanê de, her wiha li nava tevgera demokratîk şoreşger û sosyalîst a Tirkiyeyê, li her derê girtiyên siyasî bi roleke bi vî rengî ya dîrokî rabûn û herikîna dîrokê guhertin.
Rejîma AKP-MHP’ê bi rengê herî giran xwe li ser zindanan ferz dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku mejiyê xwe mejiyê rejîma 12’ê Îlonê ya faşîst e, mîna cûnta faşîst a 12’ê Îlonê zextê, tecrîdê û polîtîkaya êşkenceyê li girtiyan dike. Lê belê girtî jî bi ti awayî teslîmiyetê qebûl nakin, li hemberî sîstema êşkence, tecrîd û zexta giran bi xurtî li ber xwe didin. Berxwedana girtiyan ku zêdeyî 6 meh in dewam dike, ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ye, ji bo misogerkirina şert û mercên azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ye. Ji ber ku cihê zext, tecrîd û êşkence lê giran bûye û li hemberî vê yekê jî berxwedana herî mezin tê kirin, Îmrali ye. Polîtîkaya desthiladariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku civak tengav û bêzar kiriye, li Îmraliyê destpê kiriye. Aşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze encamê ji tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê werbigire, sîstema xwe ya faşîst li ser vê yekê ava bike. Ji ber vê yekê di polîtîkaya tecrîdê ya mutleq de israr dike. Girtiyên siyasî yên ku haya xwe ji vê yekê heye, rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo kirin armanca çalakiya xwe.
Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku bi berxwedana xwe didin, divê ji aliyê civakê ve baş bê fêhmkirin. Di demekê de ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê dewam dike û bi deh hezaran girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe didin, nabe ku civak bi xemsarî tevbigere û bi rengekî ji rêzê bijî. Di serî de sîstema Îmraliyê, zindan hemû ji bo şikandina hêviya azadiyê û tinekirina paşeroja civakê hatine avakirin. Lewma tecrîd mutleq a li ser Rêber Apo û polîtîkayên li hemberî girtiyan têne meşandin, bi esasî qirkirina li dijî civakê ye. Tenê bi hilweşandina vê sîstema qirker a serweran, paşeroja civakê dikare bê afirandin. Ji ber vê jî nabe ku civak li pêşberî rastiya zindanan û berxwedana girtiyên siyasî bêdeng bimîne.
Rêber Apo helwesta berxwedanê nîşan dan
Bêguman divê beriya her kesî gelê Kurdistanê yê welatparêz xwedî li girtiyên siyasî û berxwedana wan derkeve. Gelê kurd divê bi xurtî xwedî li berxwedana girtiyên siyasî derkeve, doza wan weke doza xwe bibîne, pê re bibe yek û bi çalakiyên xwe berxwedana girtiyan mezin bike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi deh hezaran şoreşger, welatparêz û demokratên ku li dijî qirkirina kurdan têkoşiyan xist zindanê. Bi vî rengî dixwaze gelê kurd bê pêşeng, bê rêxistin û bê çalakî bihêle. Ji ber vê jî ya ku dixwaze dîl bigire, gelê kurd û têkoşîna wê ya azadiyê ye. Çawa ku berê kirin, niha jî desthilatdariya AKP-MHP dixwaze bi rêya zindanê hêviya azadiyê ya gelê kurd tine bike, mejî û siyaseta mêtinger qirker li Kurdistanê serwer bike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê Îmrali kiriye navenda polîtîkaya xwe ya mêtingerî û qirkeriyê. Bi dewamkirina sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê û bi tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo dixwaze kurdan qir bike. Girtiyên siyasî ku haya wan ji vê rastiyê heye, ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo helwesta berxwedanê nîşan dan. Ev yek tê wê wateyê ku girtiyên siyasî bi navê gel bi înîsiyatîfê rabûne, li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtine. Divê gelê me vê sekna esîl fêhm bike, hîs bike. Xwedîderketina li girtiyên siyasî divê tenê ji xizmên girtiyan re neyê hiştin. Divê gel xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkeve, ji bo vê jî bikeve nava liv û tevgerê.
Hêzên demokratîk şoreşger pêwîste li hemberî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bikevin nava liv û tevgerê, li ser vê bingehê xwedî li berxwedan û daxwazên girtiyên siyasî derkevin. Divê ji xwe re bikin esas ku li dora berxwedana girtiyan têkoşîna yekbûyî hîn xurt bikin. Pêwîste têkoşîna demokrasiyê bi pêngava azadiyê ya navneteweyî re bikin yek, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hîn bêhtir bi înîsiyatîf rabin. Ji bo gel li ser vê bingehê bê birêxistinkirin û çalakkirin divê pêşengiyê bikin.
Rêber Apo çar sal in bi rengekî mutleq tê tecrîdkirin, bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bi hezaran girtiyên siyasî yên li zindanan li dijî vê kiryara tecrîdê ya mutleq zêdeyî 6 meh in çalakiyê dikin. Di çarçoveya çalakiyan de tevlî serdana malbatê û rûniştina dadgehê nabin. Di rewşeke welê de ku polîtîkaya tecrîdê ya mutleq heye, bi deh hezaran girtiyên siyasî tevlî rûniştinên dadgehan û hevdîtinên bi malbatê re nabin, wezîfeya bingehîn a siyaseta demokratîk û civakê ew e ku vê rastiyê bibîne, bêteredût xwedî li vê derkeve û têkoşînê mezin bike. Sîstema Îmraliyê ku 26 sal in dewam dike û tecrîda mutleq a ku çar sal in li Rêber Apo tê ferzkirin, ti aliyekî xwe yê hiqûqî, mirovî, exlaqî û wijdanî nîne. Li Îmraliyê beriya her tiştî hiqûq hatiye qedandin, ji holê hatiye rakirin. Hiqûqnas, parêzer, parêzvanên mafên mirovan beriya her tiştî divê li ber vê yekê rabin, bikevin nava liv û tevgerê. Ev yek şert û pêwîstiya herî bingehîn a hiqûqê ye. Eger li Îmraliyê hiqûq bi temamî ji holê hatibe rakirin, helwesteke rast nîne ku ji devereke din hêvî ji hiqûq, edalet û demokrasiyê bê kirin. Bi têrkerî ispat bûye ku ev yek li Tirkiyeyê pêk nayê. Li Tirkiyeyê çavkaniya hemû bêhiqûqiyan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Bi rakirina hiqûqê ya li Îmraliyê, bêhiqûqî li ser tevahiya welêt tê ferzkirin. Hiqûqnas û saziyên hiqûqê divê vê rastiyê bibînin û weke şertekî hiqûqê li ber tecrîda mutleq a li Îmraliyê rabin, li dijî bêhiqûqiyê helwestê nîşan bidin û li gel nerazîbûna mafdar a demokratîk a civakê cih bigirin.
Li aliyê din her kesên xwe muxalîfên rasteqîn, bi wijdan, bawerî, azadîparêz û demokrat dibînin, divê li ber tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo rabin û xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin. Sîstema Îmraliyê û tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo li Îmraliyê tê ferzkirin ne tenê polîtîkayeke li dijî gelê kurd e, di heman demê de polîtîkayek li dijî civaka Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Polîtîka û mejiyê desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser bingeha dijminatiya li kurdan û qirkirina kurdan e. Ev polîtîka ne tenê zerarê dide gelê kurd, beriya her kesî zerarê dide civaka Tirkiyeyê. Li holê û li pêş çavan e ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê polîtîkayê Tirkiye û civaka Tirkiyeyê xistiye çi halî. Eşkere ye ku eger ev polîtîka dewam bike wê encamên hîn nebaş bi xwe re bîne û zerarê bide her kesî. Tişta bingehîn a ku pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye demokratîkbûn e. Ev jî bi demokratîkbûyîna pirsgirêka kurd dibe. Lewma paşeroja Tirkiyeyê di çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka kurd de ye. Her kesên ku bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re tevnagerin, her kesên ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne divê vê rastiyê bibînin, li ber tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo rabin û li ser vê bingehê xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin.
Li ser vê bingehê di serî de gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, em bang li her kesî dikin ên ku bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re tevnagerin, li ber faşîzmê radibin, alîgirê demokrasî, azadî û hiqûqê ne, xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin, li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.”