Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCK: Bila her kes derfetên xwe seferber bike

KCK: Di serî de gelê bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe.

Daxuyaniya hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Îro serê sibehê erdhejeke mezin rû da ku navenda wê Pazarcix a Mereşê bû û di serî de gelek bajarên bakurê Kurdistanê bandor li gelek bajarên li derdorê kir. Em destpêkê ji gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin, bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane, bibe û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa gelê xwe û ya her kesên erdhejê bandor li wan kirine, parve dikin. Li gorî agahiyan erdhejê bandor li gelek bajarên Rojava û Suriyeyê jî kiriye û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em heman hest û daxwazan ji bo xelkê xwe yê li Rojava û gelên Sûriyeyê jî parve dikin.

Sedema rûdana xisara ewqasî mezin a vê erdhejê dewlet e û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku dewletê bi rê ve dibe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê her cara ku erd diheje hin hewldanên xapînok nîşan dide û bi vî rengî hewl dide bide xuyakirin ku alîkariyê bi gel re dike. Ev hewldan hemû ji bo nixumandina sûcên xwe ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî erdhejê tu tedbîrê nagire, çavkaniyên welêt hemûyan pêşkêşî alîgirên xwe dike û ji bo şerê li dijî gelê kurd bi kar tîne. Dema ku li hemberî erdhejê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin, pêşî li xisara ji ber erdhejê dikare bê girtin, lê belê AKP a ku zêdeyî 20 sal in li desthilatdariyê ye heta niha tu tedbîr negirtiye û her erdhej bûye sedema xisar û windahiyeke mezin. Li cografya ku Tirkiye û Kurdistan lê ye xetên fay hene û ji ber ku rîska erdhejê li vê herêmê gelekî bilind e, avahî û sîstema binesaziya wê divê li gorî vê yekê bêne avakirin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP’ê ku hikûmeteke şer û nelirêtiyê ye, wergirtina tedbîrên li hemberî erdhejê li aliyekî, budçeya ji bo erdhejê tê veqetandin jî jê dixwe û li polîtîkayên şer bi kar tîne. Lewma sedema windahî û xisarê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku ji wergirtina tedbîran berpirsyar e, lê belê tu tedbîran wernagire.

Ji ber erdhejê em vê bangê dikin; di serî de gelê bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe. Li gel karên rizgarkirinê, ji ber şert û mercên zivistanê divê mal û derfetên xwe bi mirovên malên wan xera bûne re parve bike. Saziyên demokratîk jî divê bi gel re piştevan bin, xwe bigihînin mirovên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye û alîkariyê bi wan re bikin. Gelê Kurdistanê yê li derveyî welat jî ji ber erdhejê divê piştgiriya welêt bike. Ev erdheja ku bû sedema windahî û xisareke mezin, bi piştevaniya gel û saziyên demokratîk, bi parvekirina derfetan û piştevaniya bi hev re dikare bê bihurandin. Em careke din ji ber windahiyên li bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojava, Sûriye û deverên din, sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em diyar dikin ku piştgiriya her kesî dikin ên ku erdhejê bandor li wan kiriye, êş û hestên wan parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku weke gel bi parvekirina derfetên xwe û bi piştevaniyê dikarin vê pêvajoya zehmet û bi êş derbas bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar