PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KCK: Bila meha Remezanê bibe wesîleya wekhevî  û azadiyê

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê der barê Meha Remezanê peyamek weşand û got “ Em hêvîdar in îbadetên vê mehê rê li ber wekhevî, azadî  gelan û baweriyan veke.”

KCK’ê diyar kir ku gelên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bi windahiyên mezin ên ji ber erdhej û lehiyê ketine meha Remezanê û destnîşan kir ku dijminatiya ku dewleta tirk a qirker mêtinger li dijî gel û baweriyan, polîtîkaya tirk-îslam a AKP û MHP’ê, di karesatan de êş û windahiyan zêde dike.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewlet û hikûmeta tirk, erdhej kirine bingeha polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê kurd û ereb.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin: “Li ser vê armancê planên xapînok çêkir. Dixwest elewiyên ereb û kurd ji cih û warên wan koçber bike. Ji bo kurd ji Kurdistanê derkevin, êrîşên bêexlaqî meşandin. Tevî hemû êrîşên vê girseya hov û durû, gelên me bi alîkarî û hevgirtineke mezin a însanî û giranbuha piştgirî dane hev û li ser vê yekê jî berdewam dikin. Vê hevgirtina gelên me planên dewleta Tirk a qirker a mêtinger bi awayekî girîng têk bir. Gelên me bi hevgirtin û parvekirina demokratîk nîşan dan ku hewcehî dewleteke di destê AKP-MHP’ê de ya ku veguheriye rêxistineke mafya û çeteyan, tune. Di pêvajoya ku em tê de dijîn de careke din hate dîtin ku hevgirtin û hevgirtina komên bawerî û civakan û rêxistinên sivîl çiqas girîng û pêwîst e. Em di wê baweriyê de ne, gelên me wê di meha rojiyê de jî vê helwesta xêrxwaz û sûdewar û tevlîbûna xwe li Kurdistanê û li her qadê bidomînin. Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku cejna Remezanê ya îsal bikin wesîleya dawîkirina desthilatdariya tirk a îslamî ya AKP-MHP’ê.

Gelê Kurdistanê bi coşa destkeftiyên meşa 50’emîn ya Rêbertiyê bi pîrozkirina Newroza Cejna Serketinê ya berxwedana li dijî dagirkeriyê dest bi cejna Remezanê kir. Gelê kurd ji her demê bêhtir bi zanebûn, bi rêxistin û bi hêvî ket meha rojiyê ya îsal. Xelkê Kurdistanê dizanin ku piştî Cejna Remezanê, newrozên nû yên mezin û dîrokî li benda wan e. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê îbadetên xwe yên pîroz di berbanga geşedanên dîrokî de weke firsendeke mezinkirina destkeftiyên xwe yên demokratîk pêk bîne. Ji bo vê jî em tevger bang li gelên xwe dikin ku ji her demê zêdetir yekîtiya xwe ya demokratîk, hevgirtina xwe pêş bixin û biryardariya xwe ya têkoşînê mezin bikin. Di serhildanên gel ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê de mamoste û seydayên Kurdistanê hene ku ji roja destpêkê ve bi feraseta demokratîk a îslamê re mijûl bûne. Em silavên xwe li van Mamosteyê Ayînî yê welatparêz dikin ku di navbera gel û baweriyên Îranê de tu cudahiyê nakin û bi şîara yekîtî û wekheviya demokratîk tevdigerin. Em hêvîdar in wê îbadet û xizmeta wan sûdê bide hemû dîn û mezheban û rê li ber xêrên mezin veke.

Alîkariyê bidin saziyên welatparêz

Em bang li gelê xwe dikin ku dema piştevaniya gelê Kurdistanê dikin, beriya her tiştî bala xwe bidin malbatên şehîd û girtiyan û destekeke mezin bide wan. Em bang li gelê Kurdistanê dikin ku îsal jî fitre û zekatê xwe bidin saziyên xêrxwazên welatparêz. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurdistanê di vê meha Remezanê de wê qurbaniyên erdhej û lehiyê ji bîr nekin û tiştên li ser sifreya wan hebin bi ruhê niştimanperweriyê parve dikin.

Dewleta tirk a qirker a mêtinger û hikûmeta faşîst ji bo valakirina Kurdistanê û guhertina demografîk a li herêmên karesatê erdhej veguherandin êrîşê. Em bang li kurdistaniyên ji hemû baweriyên xwe dikin ku li hember vê êrîşa dewleta tirk a qirker a mêtinger, bi xurtî li ser axa xwe xwedî derkevin û bi bawerî, nasname û çanda xwe bihêztir bibin bersiv. Em careke din bi bîr tînin ku bi boneya Cejna Remezanê li hember vê êrîşê di nava yekitî û yekdengiyê de cih bigirin, erkeke welatparêzî ya jiyanî ye ji bo hemû kurdistaniyan. Em careke din ji bo welatiyên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin.

Em bawer in ku misilmanên Kurdistanê bi dirûşmeyên ku li qadên Newrozê berz kirine, bi îman û kirinên xwe yên li dijî îslamîzma desthilatdar a tirk, wê mislimantiya xeta Îslama Demokratîk nîşan bidin. Em hêvî dikin ku rojiya Remezanê ya ku bi van hest û ramanan careke din dest pê dike bi feyde be. Em hêvîdar in ku bi dua û emelên ku bên kirin wê dawî li zalim û munafiqan bê û em bang li her kesên xwedî wijdan dikin di nav vî refî de cih bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar