Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Biryara DYE’ê derfetên nû pêşkêşî MÎT û DAIŞ’ê dike

KCK'ê diyar kir ku biryara Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê derfetên nû pêşkêşî MÎT û DAÎŞ'ê dike û xwest ku ev biryara li berjewendiyên gelê Amerîkayê nayê, tavilê bê betalkirin

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî biryara Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya têkildarî têkoşerên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Di 20’ê Nîsana 2021’ê Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara derbarê sê şoreşgerên kurd û pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku sala 2018’an derxistibûn dubare kir. Amerîka bi piştdayîna derew û tomehtên xeyalî ku daxwazê ji xelkê dikin ku sîxûriyê ji bo Amerîka bikin û ziyanê bigihînin van hevalan.

Divê li vir bidin nîşandan ku ev biryar û tohmetên ku tên kirin ne li gorî dîrok, siyaset, civak, hiqûq, mirovahî, exlaqê mirovahiyê ne û ne rewa ye. Bi vê biryarê siviktiyê li wijdana gelê kurd û gelê Amerîkayê tê kirin. Ne Rêber Apo, ne jî her sê hevrêyên me û ne jî tu endamekî PKK’ê û tevgera Apoyî heta niha ne rasterast û ne jî neyekser tu çalakiyek li dijî dewlet û gelê Amerîkayê nedaye û berjewendiyên Amerîka nekiriye armanc. Berovajî tim bang û daxwaz li Amerîkayê kiriye weke hêzekî bi bandor ji bo çareseriya pirsa kurd bi rolê erênî rabe. Di serî de ew sê hevrê û felsefeya ku nûnertiya wê dikin, bi têkoşîna xwe di serî de gelê kurd, gelê Amerîka û hemû mirovahî ji belayeke mîna DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelê Amerîka çawa di mijara Kobanê û Serê Kaniyê de hate dîtin piştevaniya gelê kurd kir û têkiliyeke wijdan û exlaqî li gel gelê kurd û doza wê danî. Ev biryara Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê derxistî, biryareke li dijî wijdan û hestên dadperwerî ya gelê Amerîkayê ye. Ne ji têkoşîna di serî de ya Rêber Apo, her sê hevrêyên me, bi hezaran pêşeng û hezaran şehîdên PKK’ê nebûna, DAIŞ dê têk neçûba, wê biba beşek siyasî ya Rojhilata Navîn û Amerîka çawa neçar ma li gel Talîbanan wê li gel DAIŞ û dîsa komên çete yên birêdayî Tirkiyeyê têkilî danîba û biketa nava danûstandinan.

Yên bên dadgehkirin Erdogan û hevkarên wî ne

Ên ku bên dadgehkirin divê di serî de Erdogan û hevkarên dewleta tirk ku di rastî de li pey îdeolojiya û siyaseta DAIŞ’ê ne. Bi deh hezaran çete li çar aliyên cîhanê bi rêya Tirkiyeyê veguhestin Sûriye û Iraqê. Van çeteyan li Sûriye û Iraqê komkujiyên mezin kirin. Ev çete bi rêya Tirkiyeyê derbasî Ewropa, Afrîka û Kafkasan hatin kirin û li van deran jî komkujî û sûcên dijmirovahiyê kirin û dikin. Tirkiye ev hem li ber çavê Amerîkayê kir, hem jî di encamê de bi erêkirina Amerîkayê dixwaze bibe sponsorê hemû komên çete yên cîhadîst li seranserî cîhanê.

Ev biryara Wezareta Karên Derve erêkirina biryara berî niha bi sê salan hatibû girtin û dîsa neçareserkirina pirsgirêka kurd. Di heman demê de dibe hevkariya siyaseta qirkirina fizîkî û siyasî ya li ser gelê kurd ku desthilata faşîzan a Erdogan û Bahçelî serkêşiyê dikin. Ev yek hewldaneke bazirganiyê ye ya li ser xwîna gelê kurd û gelên din ên herêmê ku dixwaze dewleta tirk a faşîst û Erdogan razî bike, ji bo siyaseta li herêmê û navdewletî ku Amerîka piştevaniyê dike. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, kilîda çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Bi vê biryarê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê dide nîşandan ku li ser kûrkirina pirsgirêka kurd dixwaze krîz, alozî û komkujiyên li Rojhilata Navîn bidome.

Divê Amerêka ji vê biryarê vegere û lêborînê ji gelê kurd bixwaze

Berî 22 salan dewleta Amerîka bê ku pîvaneke yasayî ya hiqûqa navdewletî û dîsa pîvanên exlaqî û siyasî li ber çav bigire, hemû hêzên xwe xiste nava tevgerê ji bo dîlgirtina Rêber Apo û radestî dewleta Tirkiyeyê ya faşîst kir. 22 sal in Rêber Apo ne li gorî tu yasayek a mirovî tê dîlgirtin û di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev sûcekî mezin ê siyasî, exlaqî û mirovî ye. Li şûna ku Amerîka sîxûriyê li ser pêşeng û kesayetên siyasî kurd bike, divê ji ber dîlgirtina Rêber Apo û tecrîda giran lêborînê di serî de ji gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bixwaze. Ji ber ku ev siyaseta kiriye ku Amerîka pirsgirêka kurd bê çareserî bihêle, rêya rijandina xwîna bi hezaran mirovî vekiriye. Ev biryara ku li ser sê hevrêyên me yên pêşeng hatine danîn, berdewama heman siyaseta berê ye, ji bo wê ye ku tavilê divê rêveberên Amerîkayê lêborînê ji gelê kurd û gelê Amerîkayê bixwazin. Vê dîroka şaş û derexlaqî rast bike, ji bo rastkirina wê bikeve nava tevgerê. Ew jî azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsa kurd bi rêyên demokratîk dibe.

Biryar tê wateya derfetên nû ji bo MÎT û DAIŞ’ê

Ev biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê ne xelat e, berovajî bertîle ji bo sîxûrîkirinê ye. Amerîka bi vê yekê dixwaze tevnên sîxûriyê li nava civaka kurd rabiçîne. Sîxuriyê rewa bide nîşandan, bi vê yekê çand û exlaqê civaka kurd tune bike. Ev biryara Amerîkayê tê wateya sîxûrîkirin ji bo dezgeha MÎT’a tirk û derfetên nû ji bo DAIŞ’ê bide avakirin. Ji ber ku ev her sê têkoşer di mijara têkbirina plan û tevgerên DAIŞ û MÎT’a tirk a li Rojhilata Navîn xwedî rolên esasî û sereke ne.

Li vir bang li raya giştî ya mirovahî û bi taybet raya giştî ya Amerîka û gelê kurd dikin; ev biryar rast e rast di berjewendiya dewleta faşîst a tirk û DAIŞ’ê de ye. Bi hemû rêyên demokratîk û siyasî bikevin nava liv û tevgerê, zextê li Amerîkayê bikin ku ji vê biryar û hewldanê veger û hew komkujî û jenosîdê li ser gelê kurd û herêmê pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar