Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Demhat Agît û Cemîl Amed li Silêmaniyeyê hatin qetilkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku Seyîdxan Ayaz (Demhat Agît) û Eser Irmak (Cemîl Amed) bi hevkariya qirêj a TC û hêzên navneteweyî li Silêmaniyeyê hatine qetilkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Seyîdxan Ayaz (Demhat Agît) û Eser Irmak (Cemîl Amed) bi hevkariya qirêj a dewleta tirk û hêzên navneteweyî hatine qetilkirin.

Di daxuyaniyê de KCK’ê diyar kir ku hevalên wan Demhat Agît ê ji bo kare yekitiya neteweyî û li dijî dagirkeriya dewleta tirk karên li nav raya giştî dimeşand tevî Cemîl Amed ku gaziye şer bû û ji ber tenduristiyê li Silêmaniyeyê bûye bi desteka hezên navneteweyî û hevkariya qirêj a dewlet tirk hatine qetilkirin û ev agahî parve kir: “Her du hevalên me yên ku ji ber karên neteweyî, siyasî, dîplomatîk û tenduristiyê li bajarê Silêmaniye yê başûrê Kurdistanê bûn, bi operasyoneke leşkerî ji hewayê hatin bombekirin û qetilkirin. Vê êrîşê careke din nîşan da ku komploya navneteweyî ya li dijî kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê di meriyetê de ye. Hêzên navneteweyî yên hevparê vê êrîşê îradeya kurdên azad û hişmendiya rêxistinbûyî kirin hedef. Bêguman hin hêzen herêmî û ajanên noker piştevaniya vê komploya TC a faşîst mêtinger kirine. Hêzên êrîşkar bi hedefkirina karên siyasî, civakî û dîplomatîk dixwazin ku gelê me bê îrade û bê nûner bihêlin. Ev komkujiya ku li Silêmaniyeyê hate kirin di serî de ji aliyê YNK’ê ve divê ji aliyê parlamenta neteweyî ya Kurdistanê û hikûmeta herêmî ve bê aşkerakirin û êrîşên korsanî yên dewleta tirk a faşîst ku ji komkujiyê berpirsyare bê redkirin û şermrezarkirin. Ev êrîşa ku dewleta tirk ji hewayê ve kiriye binpêkirina qada hewayî ye û nîşan dide ku qada hewayî ji aliyê kê ve hatiye binpêkirin. Hem em hem jî gelê me li bendê ne ku ev êrîşa siyasî û komkujî bê aşkerakirin.

Dewleta tirk a faşîst beriya niha bi heman rê û rêbazan û bi têkiliyên ajan û xayînan ên qirêj hevalên me yên karên neteweyî û dîplomatîk dikirin kiribûn hedef û qetil kiribûn. Hem qetilkirina van hevalan hem jî qetilkirina hevalên beriya niha di çarçoveya konseptekê de ne.

Ev komkujiya ku paralelî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê hate kirin, nîşan didin ku mêtingeriya TC a faşîst li her deverê êrîşî kurdan dike û hewl dide tune bike. Rejîma TC a faşîst dema ku bi rêk û pêk kurdan qir dike, bi taybetî êrîşî kesayetên kurd û rêxistinên xwedî îrade û hişmendiya kurd in dike.

Dewleta tirk a faşîst bi rêya vê komkujiyê êrîşî îrade û ruhê yekitiya neteweyî ya li çar parçeyên Kurdistanê kir. Her du hevalên me bi karên xwe yên neteweyî û siyasî her tim hewl didan ku yekitiya kurdan bê xurtkirin. TC a faşîst hêzeke qirker e ku li her devera dinyayê êrîşî kurdan dike. Zîhniyeta ku di sala 2013’yan de li Parîsê jinên kurd ên şoreşger qetil kir çi be, li Silêmaniyeyê zîhniyeta ku her du hevalên me qetil kir jî heman zihniyet e. Kurd û hêzên demokrasiyê bersiva vê komkujiyê didin.

Gelê me yê li başûrê Kurdistanê gelek êşên giran kişandiye. Enfal û komkujiyên Helebçeyê li wan hatiye kirin. Bi sekna xwe ya bi rûmet û xwedî îrade serê xwe li ber tu hêzê netewandiye. Li dijî Bekoyên sedsala 21’an ku TC a mêtinger wan dike ajan û li dijî gel bi kar tîne, divê bi ruhê neteweyî helwestê nîşan bidin û mafê jiyanê nedin xayîn û ajanan.

Di serî de hêzên siyasî yên başûrî em bang li kurdan hemûyan dikin ku yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin û helwesteke xwedîderketina li şehîdan nîşan bidin. Em bang li gelê xwe û hêzên siyasî dikin ku di 23’yê Cotmeha 2019’an de li Silêmaniyeyê beşdarî merasîmê bibin û helwesta xwe nîşan bidin.

Em careke din dibêjin ku bi şehîdên xwe ve girêdayî ne. Di serî de malbatên hevalên me Demhat Agît û Cemîl Amed em sersaxiyê ji Rêber Apo û tevahiya gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna bi keda mezin a şehîdên xwe bi ser bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar