Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...
Perşembe - 12 Aralık 2024

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

KCK: Dewleta Tirk li pêşiya Sûriyeyê azad astengiya herî mezin

KCK’ê daxuyand ku li Sûriyeyê demeke nû destpê dike û got, “Dewleta Tirk li pêşiya Sûriyeya demokratîk û azad a ku hesreta gel e, astengiya herî mezin e. Dewleta Tirk jî mîna rejîma Baas xwedî zîhniyeta netewe-dewlet a tekparêz e. Divê gelên me li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe ya cewherî bikin. Li ser vê bingehê xwe birêxistinkirin, dê berxwedan û têkoşîna gelan a li dijî her şêwe êrîşan teqez bigihêje serkeftinê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî geşdanên li Sûriyeyê diqewimin de daxuyanî da. KCK’ê daxuyand ku di encama geşedanên ku di du hefteyên dawî de li Sûriyeyê qewimîne, rejîma Baasê hilweşiya û got ku bi bi hilweşîna rejîma Baasê re li Sûriyeyê demeke nû destpê kiriye û wiha got: “Em hêvî dikin ku ev rewşa nû bibe sedem ku hemû gelên li Sûriyeyê bi hev re bi rengekî wekhev û azad bijîn. Gelên Sûriyeyê ev 10 sal in ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk û ji bo pêşxistina jiyana azad, demokratîk û xwişk-biratiyê têkoşîn meşandin û ji bo vê yekê berdêlên giran dan. Gelên Sûriyeyê ku têkoşînên mezin meşandine, vê yekê zêde heq dikin. Em bawer dikin ku gelên Sûriyeyê xwedî wê tecrube, zanebûn û ferasetê ne ku vê yekê pêk bînin. Hêviya me ew e ku ev hesreta gelên Sûriyeyê, pêk were.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hilweşîna rejîma Baas’ê car din îspat kiriye ku sîstema netew-dewlet a yekperest wê rastî dawiyeke çawa were û ev tişt hat gotin, “Sîstema netew-dewlet ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye çêkirin û hêzên modernîteya kapîtalîst jî ev sîstem îxracî Rojhilata Navîn kirine. Ev sîstem sedemê esas ê pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn e. Modela netew-dewletê ya ku di nava civakê de yekperestiyê esas digire, li dijî rastiya mirovan e. Ev yek bi geşedanên li Rojhilata Navîn, car din bi eşkere derketiye holê. Rêber Apo rastiya netew-dewleta yekperest, bi kûrahî nirxandiye û diyar kiriye ku ev sîstem dijberê mirov û civakê ye, civak wê zêdetir nekare vê sîstema yekperest rake û ev sîstem wê were derbaskirin, di encama vê de wê li Rojhilata Navîn pêşî li demokratîkbûnê veke. Geşedanên li Sûriyeyê derketine holê, ev rastiya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, piştrast kirine. Rejîma Baasê di nava 14 salên dawî de tevî ev qas geşedanên li Sûriyeyê qewimîne, ev rastî nedîtiye, di sîstema netew-dewlet a yekperest de israr kiriye, xwe demokratîk nekiriye û di encamê de dawiya xwe dît.”

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt jî hatin gotin:

“Weke KCK’ê ji bo li Sûriyeyê derbaskirina pergala netew-dewletê ya yekperest û pêşketina veguherîna demokratîk, em her tim di nav hewldanê de bûn. Me ev yek gelek caran ji rêveberiya Sûriyê re hem bi devkî hem jî bi nivîskî ragihand. Me got ku divê li Sûriyê dev ji feraseta yekperest a netew-dewletê were berdan û ji bo pêwîstiya veguherîna demokratîk a Sûriyê gav bên avêtin. Ji bo pêvajoya veguherîna demokratîk a Sûriyê dirêj nebe û gel hîn zêdetir êş nekşînin me pir girîngî da vê. Ji bo vê em di nav hewldanek zêde de bûn. Gelê Kurd jî bi têkoşîna ku pêşxistî re xwestiye Sûriyeyek demokratîk pêş bikeve, bingeha vê pêş xistiye. Em dizanin ku rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo Sûriyê bibe demokratîk di nav hewldanê de bû. Lê belê Rejîma Baasê di hişmendiya netew-dewletê ya yekperest de israr kir. Di encamê vê de jî qeyrana li Sûriyê kurtir bû, çareserkirina pirsgirêkan hate taloqkirin û gelan hîn zêdetir êş kişandin.

Ji vê şûnde tiştê ku gelên Sûriyeyê hesreta wê dikşînin pêşketina Sûriyeyeke demokratîk e. Di nav Sûriyeyeke demokratîk de hemû gelên Sûriyeyê, aliyên olî, zimanên cuda, mezheb û çandên cuda bi hev re, wekhev û azad dikarin bijîn. Li Sûriyeyê çareserkirina pirsgirêkan bi vê re gengaz e. Kurd, Ereb, Durzî, Tirkmen, Suryanî, Êzidî, Ermenî, Nûsayrî, Sûnî û hemû cudahiyên Sûriyeyê dikarin bi vî awayî jiyanek nû ava bikin. Bi hev re dikarin bi awayek azad û xwişk-biratî jiyan bikin û Sûriyeyeke ku mafê her kesî tê nasîn dikarin ava bikin. Li Sûriyeyê pêşketina vê di heman demê de wê hemû Rojhilata Navîn erênî bandor bike û ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn feydeyekê mezin bike. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe nîşan da ku hêza herî dînamîk a vê yekê ye. Weke KCK’ê wê sekn û têkoşîna me ya neteweya demokratîk a ku jiyanek wiha pêş dibîne, cudaparêzî û bi hevre jiyankirina cudahiyan esas digire wê bidome. Li hemberî netew-dewleta ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, çareseriya pirsgirêkan û bi hevre, wekhev, demokratîk û azad jiyankirina hemû gelan bi hişmendiya neteweya demokratîk pêkan e.

Azadiya civakê bi azadkirina jinê dikare pêk were. Azadiya jinê cewher û wateya civakîbûnê îfade dike. Sûriyeya nû ya bê avakirin, ancax bi pêşketina azadiya jinê re dikare demokratîk û azadîparêz be. Ti carî ji xeta azadiya jinê tawîz nayê dayîn û gavek bi paş ve neyê avêtin.

Dewleta Tirk li pêşiya Sûriyeya demokratîk û azad a ku hesreta gel e, astengiya herî mezin e. Ji bo pêşî li pêşketina jiyana demokratîk û azad a li Sûriyeyê bigire, demeke dirêj e êrîşî Sûriyeyê dike û dagir dike.Tevî ku rejîma Baas hilweşiya jî dewleta Tirk dest ji vê helwesta xwe berneda. Dewleta Tirk jî mîna rejîma Baas xwedî zîhniyeta netewe-dewlet a tekparêz e. Bi êrîş û pêkanînên xwe yên ku pêş xistiye re armanc dike ku feraseta despotîk û sîstema tekparêziyê ya li Sûriyeyê mayînde bike. Armanca dewleta Tirk ne tenê qirkirina Kurdane, di heman demê de dixwaze pêşî li veguherîna demokratîk a li Sûriyeyê bigire, sîstema netewe dewlet a tekparêz û feraseta serdestiya despotîk mayînde bike û bihêle hemû gelên Sûriyeyê di bin qirkirinê de bijîn. Aşkere ye ku dewleta Tirk armanceke bi vî rengî dimeşîne û li ser vê bingehê êrîşên xwe yên li hemberî Sûriyeyê didomîne. Bi vê armancê re dewleta Tirk avaniya bi navê Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ava kir. Hem bi xwe êrîş dike, hem jî dihêle bi destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrîş pêk bên. Dewleta Tirk bi vê nêzîkatiyê êrîşî yekîtî û yekparçebûna Sûriyeyê dike û geşedanên Sûriyeyê tehdît dike. Divê hemû gel û hêzên Sûriyeyê yên alîgirê Sûriyeyeke nû û jiyaneke demokratîk û azad a bi hev re ya li Sûriyeyê, vê nêzîkatiya dewleta Tirk qebûl nekin û li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê helwest raber bikin. Divê li rex berxwedana gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih bigirin. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin, li cem gelê berxwedêr a Kurd û gelên Sûriyeyê cih bigirin û helwesteke xurt a hevgirtinê pêş bixin.

Divê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ku li ser navê dewleta Tirk tevdigerin berxwedana xwe xurt bikin. Divê gelên me li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe ya cewherî bikin. Li ser vê bingehê xwe birêxistinkirin, dê berxwedan û têkoşîna gelan a li dijî her şêwe êrîşan teqez bigihêje serkeftinê.

Gelê Kurd bi têkoşîna ku pêş xistiye re tevkariyeke mezin di têkbirina sîstema netewe dewlet a yekparêz û feraseta rêveberiya despotîk a li Rojhilata Navîn de kiriye û roleke diyarker lîstiye. Eger zemînek ji bo pêşvebirina Sûriyeyeke nû û demokratîk hatibe avakirin, ev yek bi saya têkoşîna ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pêşxistine. Ne tenê li Sûriyeyê di heman demê de li Rojhilata Navîn di derketina pêşketineke bi vî rengî de jî xwedî parekê ye û pêşengiyê jê re dike. Eger rastiya Kurd neyê dîtin û mafê wan neyê naskirin ne Sûriye ne û jî Rojhilata Navîn pêkan nîne. Teqez wê cihê gelê Kurd li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn hebe.

Bi van daxwaz û hestan em hemû gelên li Sûriyeyê pîroz dikin, bawer dikin ku wê hemû gel bi hev re Sûriyeyeke wekhev, demokratîk û azad ava bikin û em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê tevbigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar