Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Di 1’ê Gulanê de divê her kes bi erka xwe rabe

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em 1’ê Gulanê ya ku roja yekitî, têkoşîn û hevgirtinê ye li çîna karkeran a dinyayê ye li kedkar, jin, gel û hemû têkoşerên azadî û demokrasiyê pîroz dikin. Em bawerin di serî de karker, kedkar, gel û jin divê hemû çinên civakî yên ku li ser wan mêtingerî heye dakevin qadan û 1’ê Gulanê bi coşeke mezin pîroz bikin. Çîna karkeran û gelên dinyayê yên bindest wê bi 1’ê Gulanê re yekitî û hevgirtina xwe zêdetir bikin û têkoşîn azadiyê ya li dijî mêtingeriyê jî xurttir bikin.

1’ê Gulanê rojeke gelekî watedar e ku kedkar, karker û gelên bindest li dijî mêtingeriyê têdikoşin, hesta azadiyê, bîr û têkoşîna wê bi ruhê yekitî û hevgirtinê datînin holê.

Mirovayetiyê li dijî şaristaniya bi çîn bênavber têkoşîn meşandiye û ev têkoşîn îro jî didome. 1’ê Gulanê jî dibe parçeyekî têkoşîna mirovayetiyê ya li dijî mêtingeriyê.

Taybetiya herî girîng a 1’ê Gulanê ev e ku bi têkoşînê hatiye bidestxistin. Ji ber vê di 1’ê Gulanê de ne bi tenê daxwaz divê karker, jin û gel li dijî zext, zilm, faşîzm û mêtingeriyê jî helwesta xwe deyin holê û 1’ê Gulanê bikin roja têkoşînê. Bêguman tu nirx û destkeftî bêyî têkoşîn nayê bidestxistin. Herî zêde karker, gel û jinên ku bi keda xwe dijîn, vî tiştî dizanin. Heke îro pergala mêtingeriya kapîtalîst ketiye krîzê, ev bi saya vê têkoşînê ye. Hilweşandina modernîteya kapîtalîst û bidawîbûna mêtingeriyê jî wê bi têkoşînê pêk were.

Pergala modernîteya kapîtalîst pergala herî mêtinger a dîrokê ye. Pergala mêtingeriya mêrserwer a ku di dîrokê de bi mêtingeriya xwezaya jinê û keda wê hatiye destpêkirin, bi modernîteya kapîtalîst re derketiye asta herî jor. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst pişta xwe dispêre mêtingerî û feraseta karê, her tiştî dixe bin kontrola xwe. Ne bi tenê mirov û nirxên ku mirovan amade kirine, li ser hemû xweza û jîndaran jî mêtingeriyê didomîne.

Parçekirina civakîbûnê bingeha kapîtalîzmê ye

Pergala modernîteya kapîtalîst dijminê civakê ye. Civakê parçe dike, belav dike û li ser wê mêtingeriyê pêk tîne. Parçekirina civakîbûnê û jiholêrakirina wê bingeha modernîteya kapîtalîst e. Ji ber ku li cihê civakîbûn heye ne kapîtalîzm û ne jî pergalake din a mêtingeriyê dikare hebe. Civakîbûn li dijî mêtingeriyê ye û mêtingeriyê qebûl nake. Mirovayetiyê hemû nirxên xwe yên maddî û manewî bi saya civakîbûnê bi dest xistiye. Modernîteya kapîtalîst jî ji ber ku xwe dispêre kara zêde, civakîbûn ji xwe re wekî dijmin dibîne û hebûna xwe di tunekirina civakîbûnê de dibîne. Ji ber vê civakîbûn ji ber pergala modernîteya kapîtalîst gelekî qels bûye. Îroj tu nirx nemaye ku mêtingerî li ser wê nehatiye kirin û ev tişt ji ber qelsbûna civakîbûnê pêk hatiye. Ji ber vê divê karakterê modernîteya kapîtalîst a ku dijminatiya civakê dike baş were fêmkirin, bi xurtkirina civakîbûn û avakirina wê, divê pergala mêtingeriyê ji holê were rakirin.

Modernîteya kapîtalîst kesparêziyê zêdetir dike, kesan li hemberî civakê bi cih dike û dixwaze civakîbûnê ji holê rake. Kesan ji rê derdixîne û civakê dirizîne. Bi dinyaya wate û hestan a mirovan re dilîze, wê parçe dike, kesan dike tiştekî dûrî civakê, tu hest û wateya wê tune û hebûneke xweperest.  Divê mirov robot û jiyana bûye robot ne li derve û dahatûyê, di wateya ku modernîteya kapîtalîst ava kiriye û di kesayetiya ku ji hestan hatiye dûrxistin bibîne.

A niha qonaxa civaka berxuriyê ya modernîteya kapîtalîst tê jiyîn. Di civaka berxuriyê de tişta hêja, tenê berxwarî ye û qedandina tiştan e. Jiyana ku tiştekî naafirîne û bi tenê berxuriyê wekî nirxekî qebûl dike, ji bo mirovayetiyê tê wateya ketineke mezin. Ji bo mirov ji vê ketinê rizgar bibe, divê li hemberî feraseta modernîteya kapîtalîst têbikoşe û ev têkoşîn heta hilweşandina modernîteya kapîtalîst bidome.

PKK bi azadî û sosyalîzmê rabû

Yek ji rêgeza sereke ya tevgera azadiya Kurdistanê ev e ku li dijî mêtingeriyê ye. PKK’ê li ser mîrateya têkoşîna sosyalîzmê xwe ava kiriye û ji destpêkê heta niha ji bo vî tiştî têkoşiyaye. Ji ber berjewendiyên modernîteya kapîtalîst li ser gelê kurd zilm û mêtingeriyeke mezin hate kirin. Kurdistan hate parçekirin, gelê kurd hate qirkirin û îmhakirin. Li ser Kurdistan û gelê kurd pergaleke mêtingeriyê ya mutleq hate avakirin. Têkoşîna azadiyê ya ku PKK’ê daye destpêkirin, bi vî awayî yek ji avabûna herî watedar û mezin a dîrokê ye. Rêber Apo li ser esasê girêdana bi wekhevî, azadî û sosyalîzmê PKK ava kir û xwedî li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derket. Girêdana bi wekhevî, azadî û sosyalîzmê di cewhera PKK’ê de heye. Di nav kadroyên pêşeng ên PKK’ê de gelek şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê hene. Van hevalên me têkoşîna wekhevî û azadiyê ya sosyalîzmê di azadbûna gelê kurd a li dijî mêtingeriya qirker de dîtine û bi vê hestê di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih girtine.

Gelê kurd ne bi tenê ji bo xwe, ji hemû gelan û mirovayetiyê têdikoşe. Yek ji vê têkoşîna mînak jî têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê ye. PKK û gelê kurd li hemberî DAÎŞ’ê şer kir, xwedî li nirxên mirovayetiyê yên gelên Rojhilata Navîn û dinyayê derketiye û li ser vê rêyê gelek berdêlên mezin daye. Îro jî li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku bûye dijminê gelan û mirovayetiyê têdikoşe û vê rola xwe bi cih tîne.

Şoreşger û kedkarên Tirkiyeyê li dijî mêtingeriyê bi dayîna berdêlên giran, kevneşopiyeke ya têkoşînê û mîrasek avakirin. 1’ê Gulana 1976’an di pîrozbahiyên li Taksîmê de di encama êrîşa hêzên tarî ya dewletê de 34 şoreşger jiyana xwe ji dest dan. Em di kesayetiya şehîdên Taksîmê ya 1’ê Gulanê de hemû şehîdên 1’ê Gulanê bibîr bînin. Nirxekî mezin didin wan, diyar dikin ku em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Şehîdên 1’ê Gulanê ya Taksîmê di avakirina kevneşopî û nirxên azadî û demokrasiyê de, xwedî ciheke taybet e.

Em tevgereke azadiyê ya Kurdistanê, her demê xwe ji refa karkerên Tirkiyeyê, parçeyek ji têkoşîna demokrasî, azadî wekhevî ya gelê Tirkiyeyê û kedkaran dibînin. Di serî de rizgariya refa karker û hemû hêzên hejar ên Tirkiyeyê bi têkoşîna hevpar a hêzên sosyalîts û demokrasî ya Tirkiyeyê ya gelê kurd pêkan e. Ji bo vê divê hêzên demokrasî yên Tirkiye û têkoşîna azadiya Kurdistanê hê zêdetir têkoşînê hevpar bikin.

Divê herkes di 1’ê Gulanê de dakeva qadan

Faşîzma AKP-MHP’ê bi dijminahiya gelê kurd ketiye nava tevgerê û li dijî gelê kurd dest bi êrîşên dagirkerî û tunekirinê kirine. Li kuderê destkeftiyek ê gelê kurd hebe êrîş dibe ser, dixwaze dagir bike. Li gel êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava û başûrê Kurdistanê dagir dike. Armanca faşîzma AKP-MHP’ê qirkirina gelê kurd e. Bi nirxên ku kedkar û gelên Tirkiyeyê bi têkoşînê avakirine jî di şerê li dijî gelê kurd de tune dikin. Ji bo vê divê li dijî şer û dagirkeriya qirêj a faşîzma AKP-MHP’ê, her kes dakeve kolanan û bibe xwedî helwest. Heta li Tirkiyeyê pirsa kurd çareser nebe, ne mimkûn e ku pirsên din  çareser bibin. Em di wê baweriyê de ne ku di 1’ê Gulanê de di serî de karker, kedkar, gel, jin û hemû beşên hejar dakevin qadan û li dijî mêtingeriyê wê hêlwestên xwe nîşan bidin. Li dijî êriş û dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê bibin xwedî helwest. Yekitiya gelê kurd û têkoşîna demokrasî û kedê ya Tirkiyeyê xurt bikin, wê faşîzma AKP-MHP’ê bibe hilweşînê, wê Tirkiyeyê demokratîk bike.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi qasî dijminê kurdan e, ewqasî jî dijminê hemû civak, gel, jin, karker û hejaran e. Çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê AKP-MHP ye. Ji bo vê yên li dijî zilmê, her kesê alîgirê doza wekhevî û azadiyê, divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bê ba hev, li dijî dijminê hevpar têkoşînê bike. Divê teqez ev yekitî pêk bê, AKP-MHP’ê hilweşîne.

Em bang li hemû gel, jin, karker û kedkaran dikin ku di 1’ê Gulanê dakevin qadan, yekitiya xwe xurt bikin, li dijî êrîşên dagirkeriyê ya AKP-MHP’ê bibin xwedî helwest û bi gelê kurd re bibin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar