Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Mûharremê ku di baweriya elewiyan de xwedî cihekî girîng e, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku elewiyên ku di rojên Mûharremê de nefsê xwe lêpirsîn dikin, divê bifikirin ku çawa dikarin hebûnên xwe yên çandî, bawerî û jiyanî xurttir bikin.
Temamiya peyamê bi vî rengî ye: “Em dikevin meha Mûharremê ku di baweriya elewîtiyê de xwedî cihekî girîng e. Em hêvî dikin ku îbadetên elewiyan û misilmanên şîa yên di Mûharremê de rojiyan digirin û Kerbelayê bi bîr tînin, bên qebûlkirin. Bi wesîleya meha Mûharremê ya ku destpê kiriye, em bang li her kesê alîgirê heq û heqîqetê dikin ku li dijî Yezidên di roja me ya îro de li ser xeta berxwedana Kerbelayê sekna Huseyînî raber bikin.
Yezidîtî li erdnîgariya Rojhilata Navîn di roja me de jî rêyên xwe dayîna jiyankirinê dibîne. Rejîmên zextkar, faşîst, qirker, mêtinger û ji nifşên Yezid di serî de Kurdistan hema bêje li her devera Rojhilata Navîn zilmê li gelan û gelên me dike. Êrîşên bi rengê îşkence, tecrîd, zext û qirkirinê yên li ser Kurdistanê, vê rastiyê baş nîşan dide. Li Kurdistan û Tirkiyeyê kesên ku ji nifşê Yezid tên, gefê li elewiyan dixwin. Elewî rû bi rûyê her cure zext, tundî, qirkirin û înkarê dimînin. Em difikirin ku elewî dizanin ew rû bi rûyê komkujiyên herî xeter in. Em li bendê me ne ku ew li hemberî vê rastiyê ji her demê zêdetir sekna xwe ya têkoşînê raber bikin. Polîtîkayên dewletê yên li ser perwerde, cemxane û baweriya elewiyan, şêwazê herî xeter ê qirkirinê ye. Em li bendê ne ku li dijî van êrîşên qirkirinê, elewî xeta berxwedanê ya Huseyînî esas bigirin û li dijî zaliman û bêmafiyê têbikoşin û nîşan bidin ku ew di nava refên Hz. Huseyîn de ne.
Li dijî Yezidan eniya demokrasiyê
Elewiyên hêja, em dixwazin bînin ziman ku divê elewiyên ku di van rojên Mûharremê de nefsê xwe lêpirsîn dikin, bifikirin ka çawa dikarin hebûnên xwe yên çandî, bawerî û jiyanî hîn xurttir biparêzin. Bi wesîleya rojê em dixwazin diyar bikin ku divê yekîtî bingehê esas ê têkoşîna li dijî desthilatdarên zalim, be. Elewî di rojên Mûharremê de rojiyan digirin û rojên xwe bi lêpirsînên kûr derbas dikin. Em bang li elewiyan dikin ku bila li ber çavan bigirin ku li her derê rû bi rûyê êrîşan dimînin û li dijî Yezidên di roja me ya îro de di eniya demokrasiyê de cih bigirin. Em pêşniyar dikin ku bila yekîtiya xwe mezin bikin û bawer bikin ku wê êrîşên dewletê bêbandor bikin. Bila li dijî zaliman, di nava yekîtiyê de tevbigerin.
Di van rojên rojiya Mûharremê de em ji Pîrên elewî û Dayikan dixwazin ku bila behsê bikin, ev tiştên weke derfet ji aliyê dewletê ve tên pêşkêşkirin, heram in û bila malê heram qebûl nekin. Dewlet afirênerê înkar, qirkirin û mêtingeriyê ye. Divê were zanîn, nîqaşên ku ‘dewlet wê kirêya cemxaneyan, fatûrayên elektrîk û avê bide’ hewldaneke ku elewîtiyê girêdayî dewletê bikin. Em li bendê ne ku pêşî li van nîqaşan bên girtin. Dewlet ji bo elewiyan girêdayî dewletê bike xeracê dide. Gelo Civaka elewî wê vê xeracê qebûl bikin yan jî wê sekna bi rengê elewîtiyê raber bikin û ji bo parastina çand, bawerî û hebûna xwe li dijî vê sîstema perwerde û modela baweriyê ya ku tê xwestin bê afirandin, têbikoşin? Ji ber ku ev polîtîkayên dewletê hemû nirxên çandî û baweriyê yên ku elewî xwe pê îfade dikin, înkar dike û tune dihesibîne. Di vî warî de em bang li elewiyan dikin ku têkoşîna xwe ya rêxistinî hîn xurttir û encamgir bidomînin. Em elewiyan vedixwînin ku vê rastiyê hîn kûrttir bibînin, baş fêm bikin û pêdiviyên wê hîn zêdetir bi cih bînin.
Li dijî Yezîdan têkoşîna hevpar
Kesên ji nifşê Yezid tên, rûmeta mirovahiyê binpê kirine. Li dijî vê yekê Îmam Huseyîn têkoşîna heq û mirovahiyê meşand û nûneriya rûmeta mirovahiyê kir. Di eniya Îmam Huseyîn de cih girtin tê wateya têkoşîna li dijî zaliman, xespkar, talankar û kesên heq nas nakin. Bi wesîleya rojiya Mûharremê em ji dil û can hêvî dikin ku rojiya 12 îmaman û xizmetên wan a mirovên ku êşa kuştina berxwedêrên Kerbelayê ji dil hîs dikin, bêne qebûlkirin û li lênûska maf bê nivîsandin. Di vî warî de em bang li gelên Rojhilata Navîn ên alîgirên demokrasî û azadiyê, heq û edaletê dikin ku li dijî Yezidên di roja me ya îro de, di çeperê têkoşînê ya hevpar de mil bidin milê hevdû.”