Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Di sala 27’an de Rêber Apo azad bikin û komployê têk bibin

KCK daxuyand ku komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê di şexsê Rêber Apo de li dijî gelên cîhanê hat kirin û wiha got: “Di sala 27’emîn a komploya navdewletî de divê têkoşîn bê mezinkirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û komploya navdewletî bi temamî bê têkbirin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat, daxuyaniyek weşand. KCK’ê di destpêkê de çalakgerên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku di dema berxwedana li dijî komployê de şehîd bûn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê li ser xeta hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navdewletî bênavber têkoşiyan. Têkoşîna ku li ser xeta şehîdên hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navdewletî hat afirandin, mezin kir û veguherand têkoşîna azadiyê ya navdewletî. Bi vî rengî kir yek ji pêngavên herî mezin ên dîrokê.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ku yek ji operasyonên siyasî yên herî mezin ên dîroka mirovahiyê ye û bi dijminatiyeke mezin, xiyanet û durûtiyê hate kirin, 26 sal li pey xwe hişt. Komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û têkoşîna azadiyê ya gelên bindest ên cîhanê hate kirin, her wiha hemû hêzên ku tevlî komployê bûn careke din şermezar dikin.

Rêber Apo bi destpêkirina şoreşa azadiyê ya Kurdistanê hebûna gelê gurd jinûve misoger kir, lewma komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo gelê kurd, tevgera azadiyê û milîtanên azadiyê gelekî xemgîn û bi hêrs kir. Çalakgerên hûn nikarin roja me tarî bikin ev xemgînî û hêrs veguherandin çalakiyê û li dijî komploya herî mezin a dîrokê çalakiya herî esîl lidar xistin, nîşan dan ku nêzîkatiya li komploya navdewletî divê bi çi rengî be û bersiv dan lêgerîna gelê me û tevgera me. Gelê kurd û tevgera azadiyê li ser xeta hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navdewletî bênavbera têkoşiyan. Têkoşîna ku li ser xeta şehîdên hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navdewletî hate afirandin, mezin kir û veguherand têkoşîna azadiyê ya navdewletî. Bi vî rengî kir yek ji pêngavên herî mezin ên dîrokê. Di şexsê Halît Oral, Aynûr Artan û Selamet Menteş de ku pêşengên vê xeta têkoşînê ne, em şehîdên hûn nikarin roja me tarî bikin careke din bi hurmeteke mezin bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîna wan a hêja ditewînin. Di şexsê wan de hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza dilsozî û serketinê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin.

Komploya 9’ê Cotmehê yek ji bûyerên girîng ên serdema me ye ku divê bê fêhmkirin. Gelek ji hêzên global, herêmî û xwecihî zext li Sûriyeyê kirin, Rêber Apo dît ku dewleta Sûriyeyê nikare li hemberî vê zextê bisekine, lewma neçar ma ku ji Sûriyeyê biçe û komploya navdewletî jî bi vî rengî destpê kir. Gelek hêz li hemberî Rêber Apo di komployê de li hev kom bûn, bi hev re tevgeriyan. Pêwendiya vê yekê bi encamên xeta Rêber Apo û PKK’ê ya li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn heye. Gelek hêzên ku li ser berjewendiyan li hev nedikirin di nava vê komployê de gihîştin hev. Ev yek jî nîşan dide ku komplo weke operasyon û plana hêzên hegemonîk pêk hatiye. Ji xwe hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên ku komplo plan kirin û bi cih anîn DYE, Îngilîstan û Îsraîl in. NATO û dewletên Ewropayê jî şirîkê vê planê ne ku xistin meriyetê. Komplo weke operasyoneke NATO-Gladyoyê bi cih hate anîn. Ji bilî DYE, Îsraîl, NATO û dewletên Ewropayê gelek hêz û dewletan piştgirî dan vê komployê, tevlî bûn. Ev hemû ji bo fêhmkirina komployê gelekî girîng in. Heta ku armanca ji komployê neyê fêhmkirin, planên hêzên hegemonîk ên li ser Rojhilata Navîn û bûyerên ku îro li Rojhilata Navîn diqewimin nayên fêhmkirin.

Di navbera komploya navdewletî û hewldana jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst têkiliyeke gelekî nêz heye. DYE û hêzên modernîteya kapîtalîst Rêber Apo û PKK li pêşiya xwe weke astengî dîtin, lewma kirin hedefa xwe. Ji ber ku xeta Rêber Apo û PKK’ê li Rojhilata Navîn danîn, rêxistinî û mejiyê pergala hevkar, paşverû, nijadperest, qirker, mêtinger a li ser gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn şikand û azad kir. Ev xeta ku li Rojhilata Navîn li ser bingeha jiyana hevpar, wekhev û azad hate afirandin, berjewendiyên modernîteya kapîtalîst xiste nava metirsiyê. Ji ber vê jî di serî de DYE û Îsraîl, hêzên modernîteya kapîtalîst kete nava hewldana lawazkirin û tinekirina PKK’ê kirin. Li ser vê bingehê di çarçoveya hevkariya NATO’yê de piştgiriyeke tam û bêkêmasî dan dewleta tirk a qirker-mêtinger.Piştî bidawîbûna şerê sar, jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a bi pêşengiya DYE’yê kete rojevê û komploya navdewletî jî di çarçoveya vê projeyê de hate plankirin û bi cih anîn. Hêzên modernîteya kapîtalîst fêhm kirin ku heta xeta PKK’ê ji holê ranekin ku jinan û gelên Rojhilata Navîn azad dike û çareseriyê ji pirsgirêkên civakî re diafirîne, wê nikaribin Rojhilata Navîn li gorî dilê xwe dîzayn bikin. Ji ber vê jî tinekirina xeta PKK’ê ji bo jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn weke yek ji gavên herî girîng dîtin. Lewma komploya navdewletî di heman demê de di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de hate plankirin û pêkanîn. Komploya navdewletî bû yek ji qonaxên herî girîng ên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn.

Yek ji armancên komploya navdewletî ew bû ku kurdîtiya hevkar a bi rabûna PKK’ê re lawaz bû jinûve bîne ser xwe û li Kurdistanê bi bandor bike. Li ser vê bingehê rol ji xeta kurd ê hevkar re hate dayin, bi taybetî gelekî hewl hate dayin ku ev xeta hevkar li Başûrê Kurdistanê xurt bibe. Ev yek di çarçoveya berjewendiyên modernîteya kapîtalîst ên li Rojhilata Navîn de tasfiyekirina kurdîtiya azad e ku PKK temsîla wê dike. Hêzên modernîteya kapîtalîst bi esasî xwe spartin kurdîtiya hevkar û bi vî rengî komploya navdewletî plan kirin û pêk anîn. Lewma rola kurdîtiya hevpar a di nava komploya navdewletî de gelekî mezin e. Fêhmkirina vê rastiyê û têkoşîna xurt a li dijî xeta kurdê xiyanetkar-hevkar asê herî girîng ê têkoşîna li dijî komploya navdewletî ye. Xiyaneta bi xeta hevkariya kurd a li pêşberî rastiya komploya navdewletî ya ku îro bi tecrîda mutleq dewam dike, vê rastiyê radixe pêş çavan.

Ji bo bûyerên niha li Rojhilata Navîn diqewimin bêne fêhmkirin, fêhmkirina komploya navdewletî gelekî girîng e. Bi bêbandorkirina xeta Rêber Apo û PKK’ê re bi esasî xwestin modela jiyana azad a Rêber Apo û PKK’ê ji holê rakin ku ji bo gelên Rojhilata Navîn alternatîf e. Bi vî rengî wê astengiya herî mezin a li pêşiya modernîteya kapîtalîst ji holê rakiribûna. Tevlîbûna Îsraîlê bi rengekî çalak li nava komploya navdewletî, ji ber wê yekê bû ku sîstema modernîteya kapîtalîst di mijara jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de rol dabû wê. Niha bi piştgiriya DYE û dewletên Ewropayê pêşî li Îsraîlê tê vekirin û komploya navdewletî jî bi rengê tecrîda mutleq dewam dike ku ev yek jî gelek tiştan dide fêhmkirin. Ev rewş bi taybetî rastiya dewleta tirk û şefê wê yê faşîst Tayyîp Erdogan radixe pêş çavan, maskeyên li pêşiya rûyê wan dadixîne xwarê. Bi nêzîkatiya li Rêber Apo û meşandina polîtîkayên qirkirina kurdan a bi hemû rêbazên metirsîdar bi rengekî şênber nîşan dide ku hevkar û xizmetkarê polîtîkayên DYE, Îsraîl û NATO’yê yên li ser Rojhilata Navîn e. Ev rastî nîşan dide ku komploya navdewletî ya ku ji bo tinekirina modela jiyana azad a alternatîf a gelan û jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a li gorî berjewendiyên sîstema modernîteya kapîtalîst ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve tê dewamkirin. Dewamkirina sîstema qirkirin û tecrîdê ya Îmraliyê nîşaneya şênber a vê yekê ye. Tayyîp Erdogan û AKP vê planê pêk tînin ku ev yek jî radixe pêş çavan bê ji bo kîjan armanc û projeyê dixebitin. Wezîfe ji AKP û Tayyîp Erdogan re hatiye dayin ku komploya navdewletî dewam bikin û li ser vê bingehê polîtîkayên qirkirina kurdan bimeşînin. Ji bo vê hatin amadekirin û li ser desthilatdariyê hatin bicihkirin.

Dema ku ev hemû tê nirxandin, tê dîtin ku komploya navdewletî ne tenê ji bo qedandina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e, di heman demê de planeke ku li dijî xeta azadiyê ya Rojhilata Navîn hatiye amadekirin, tinekirina jiyana azad û mirovahiya azad ji xwe re kiriye armanc. Lewma komploya 9’ê Cotmehê li dijî xeta azadiyê êrîşeke îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst a li ser gelan û mirovahiyê ye, operasyoneke siyasî ya li ser vê bingehê ye. Di heman demê de têkoşîna li dijî komploya navdewletî jî têkoşîneke îdeolojîk û siyasî ye. Helwesta Rêber Apo ya ji bo têkbirina komployê û projeya jiyana demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê ku di encama kûrbûna li Rojhilata Navîn hate afirandin, kir ku ev têkoşîn ji bo gelan encaman bi xwe re bîne. Rêber Apo li dijî mejiyê modernîteya kapîtalîst ê ku dijminê jinan, civakê, xwezayê ye ku jiyan aniye ber qedandinê, di heman demê de li dijî sîstema serweriya mêr, nijadperest, neteweperest û netewe-dewletperestiyê mejiyê neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk afirand û weke çeka herî bi bandor da destê gelan, jinan û mirovahiyê. Dikare bê gotin, bi pêngava azadiyê ya navdewletî re li dijî komploya herî mezin a dîrokê têkoşîna azadî û heqîqetê ya herî mezin a dîrokê gihîştiye asta ku pêwîstî pê hebû. Bi pêkanîna armancên pêngava azadiyê ya navdewletî re wê komploya dîrokî yekemcar bi hemû aliyên xwe bê aşkerekirin û sîstema jiyana alternatîf a serdemê bê afirandin. Têkoşîna li dijî komploya navdewletî li ser vê bingehê bi mezinkirina pêngava azadiyê ya navdewletî û bicihanîna armancên wê re wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê di sala 27’an a komploya navdewletî de di çarçoveya pêngava azadiyê ya navdewletî de divê têkoşîn bê mezinkirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û komploya navdewletî bi temamî bê têkbirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar