Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Di sala 38’an de qirkerî û mêtingerî dê bê têkbirin

KCK: Gerîla dê bi têkoşîna mezin a sala 38'an re pêşketinên mezintir biafirîne. Em gerîlayên ku bi vê têgihiştinê li ber xwe didin bi coş silav dikin û pê piştrast in ku di sala 38'an a şer de dê mêtingerî û qirkeriyê têk bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkilarê 38’emîn salveger Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got:

“Pêngava 15’ê Tebaxê ku gelê kurd ji mirinê rizgar kir û rakir ser pêyan, li afirînerê pêngavê Rêber Apo pîroz dikin, Rêber Apo silav dikin. Di şexsê fermandarê mezin Egîd de şehîdên me yên ku ev pêngav pêk anîne bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, serketinê ji gaziyên têkoşîna gerîla re dixwazin. Cejna Vejînê li gelê me, şervanên azadiyê û dostên xwe yên demokratîk şoreşger pîroz dikin. Têkoşîna gelê me ku bi ruhê 15’ê Tebaxê bûye aşiqê azadiyê, wê teqez bi Kurdistan a Azad, Tirkiye ya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk tacîdar bibe.

Pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê, di demekê de ku faşîzma 12’ê Îlonê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê serwer bû, bi ruhê berxwedcana zindanê ya 14’ê Tîrmehê raperîna hebûnê ya gelekî da destpêkirin. Di demekê de ku ji mêtingerî qirkeriyê hebû ku îradeya azadiyê ya gelê kurd careke din nikare rabe ser pêyan, bi ruhekî fedayî ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn serdemeke şoreşan da destpêkirin. 15’ê Tebaxê fîşeka destpêkê bû ku beriya her tiştî li paşverûtiya mêtingerî qirkeriyê ya li nava civaka kurd ket. Ev şoreşa destpêkê ku bi vê fîşeka ewilî pêk hat, veguherî rastiya gelê kurd ku bi şoreşên neteweyî, siyasî, civakî, demokratîk û çandî yên mezin afirand.

15’ê Tebaxê çalakiyeke leşkerî, şerekî gerîla jî be, wê bi esasî bi şoreşên xwe yên mezin ên afirandiye cihê xwe di nava dîrokê de bigire. Ev şoreşên ku bi pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê hatin afirandin, wê rûyê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ê sedsala 20’î biguherîne. Bandora şoreşên mezin ên 15’ê Tebaxê wê di sedsalên bê de jî were dîtin. Ya ku 15’ê Tebaxê ewqasî bi bandor kir, kesayetiyên şoreşgerî yên mezin ên afirînerê pêngavê Rêber Apo û fermandarê mezin Egîd e. Heta ku rêbaz û ruhê pêngava 15’ê Tebaxê esas bê wergirtin, tu hêz nikare li ber têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bisekine. Ev ruh û ev rêbaza wê têkoşîna azadiyê ya gelê me teqez bi ser bixîne. Şerê gerîla yê ku 15’ê Tebaxa 1984’an dest pê kir û 37 sal in dewam dike, derbên mezin li dijmin xistiye, nehiştiye ku mêtingerî qirkerî bigihêje armancên xwe. Berhema xwe ya herî mezin jî rastiya gel e ku afirandiye. Armanca herî mezin a pêngava 15’ê Tebaxê afirandina rastiya gel a ji bo azadiyê şer dike, bû. Bi xeta azadîparêziya jinan, gelê herî şoreşger demokratîk ê Rojhilata Navîn afirand û ev armanca xwe bi giranî bi ser xist. Jixwe dema ku gelekî bi vî rengî yê ku di azadiyê de israr dike û têdikoşe hate afirandin, hingî hîmê serketinê hatiye danîn; derfetên bingehîn ên serketinê hatine afirandin. Serketina ji niha û pê ve ya vê yekê wê nivîsandina dîroka afirandina gelê azad û welatê azad be. Ji xwe nivîsandina vê dîrokê dewam dike. Dema ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê û rêbaza şoreşgerî ya pêngava 15’ê Tebaxê têkoşîn bê bilindkirin, hingî Kurdistana azad, Tirkiye ya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk dê di demeke kurt de pêk werin. Dewleta tirk a mêtinger qirker ku serkêşiyê ji dijminatiya li kurdan û dijminatiya li demokrasiyê re dike, ger li gel êrîşên xwe nikare encamê werbigire, sedema vê yekê ew e ku êrîşên xwe li rastiya gel ketiye û şikestiye ku ev rastî bi pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê û xeta azadiya jinan hatiye afirandin. Pêngava 15’ê Tebaxê di nava gelek zor, zehmetî û bêderfetiyê de hat destpêkirin û 37 sal in di nava zehmetî û bêderfetiyan de serketinên mezin bi dest xistiye, destketiyên gelekî girîng radestî gelê me kiriye. Dewleta tirk tevî ku her cûre derfetan bi kar tîne û êrîşên xwe herdemî dike jî nikare encamê werbigire, her roj lawaz dibe û gihîştiye ber hilweşînê.

Dewleta tirk a mêtinger dagirker sê meh û nîv e êrîşê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ya ku ev êrîş bêencam hiştiye jî berxwedana fedayî ya gerîlayên jin û mêr e ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê û rêbaza têkoşînê ya 15’ê Tebaxê bûne mîna pola.

Gelê kurd ku di nava 37 salan de bi şoreşên mezin xurt bûye û bi tecrûbeya xwe ya şer a 37 salan bûye hêza herî bi tecrûbe ya dîrokê, di sala 38’an de wê bi têkoşîna xwe ya mezin pêşketinên mezin biafirîne. Bi vê hişmendiyê em bi coş gerîlayên berxwedêr silav dikin û di wê baweriyê de ne ku wê di sala 38’an de bi derbên lê didin wê mêtingerî qirkeriyê têk bibin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar