Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

KCK: Di salvegera Qirkirina Dêrsimê de em têkoşînê mezin bikin

KCK: Di salvegera 84’an a Qirkirina Dêrsimê de em soz didin ku bi vî ruhî têkoşînê mezin bikin, Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin û bibin hêjayî Seyîd Riza û hemû şehîdan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 84’an Qirkirina Dêrsimê de daxuyanî da û ev tişt anî ziman:

“Ji pêşengên berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza, kurê wî û 5 lîderên eşîrên Dêrsimê beriya 84 salan li Qada Genim a Xarpêtê hatin bidarvekirin. Ev darvekirin ji bo qirkirina Dêrsimê tirsê berde nava dil û mejiyê dêrsimiyan hat kirin. Em Seyîd Riza, kurê wî û 5 lîderên eşîrê û bi deh hezaran şehîdên Dêrsimê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku hesreta wan bi Dêrsim a Azad û Kurdistana Azad tacîdar bikin.

Qirkinek hat kirin ku di encamê de 70 hezar jin, zarok, extiyar, ciwanên dêrsimî hatin qetilkirin, bi deh hezaran dêrsimî ji bo bajarên Tirkiyeyê hatin sirgûnkirin. Yên ku bi saxî ji vê qirkirinê rizgar bûn, bi qirkirina spî re xwestin ku bikin tirk û qirkirinê temam bikin. Li Dêrsimê bi temamî qirkirinek kirin. Yek ji qirkirinên herî mezin ên sedsala 21’ê bû. Piştî qirkirina fîzîkî ya sala 1937-1938’an, bi qirkirineke çandî re ya di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin, ji dêrsimiyan xwestin ku dest ji kurdîtiya xwe berdin û bikin tirk. Tirkbûyî jî weke hemdemiyeke ku rizgariya ji zext û zilmê li ser dêrsimiyan ferz kirin.

Li Dêrsimê zext û zilmeke welê ya qirkirinê hat meşandin ku nehate xwestin şahidên komkujiyên sala 1937 û 1938’an jî qala komkujiyan nekin. Piraniya yên sax mane ev qirkirin bi bêdengî di nava xwe de veşartin. Di dehan salên dawî de hewl hat dayîn ku Qirkirina Dêrsimê bê vegotin, lêkolîn û aşkerakirin. Xelkê Dêrsimê bi vî rengî hîn dibin ku dewleta tirk a qirker mêtinger êşên bi çi rengî bi dêrsimiyan dane kişandin. Dewleta tirk a qirker mêtinger zilm, komkujî û qirkirina herî mezin a dîroka Komara Tirkiyeyê li dêrsimiyan kiriye. Dêrsimiyek bi vê rastiyê nizanibe nikare bibe dêrsimî. Bersiva herî baş a li qirkirina 1937-38’an wê xurtkirina têkoşîna demokratîkbûnê ya li Tirkiye û Kurdistanê be, afirandina Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad be. Di nava Kurdistana Azad de jî bêguman wê Dêrsim bi taybetmendiya xwe xweser be. Jixwe Qirkirina Dêrsimê jî ji ber daxwaza parastina xweseriya Dêrsimê hat kirin. Eger têkoşînek bi vî rengî bê meşandin wê hingî bersiva herî rast li bîranîna Seyîd Riza, kurê wî, 5 lîderên eşîran û bi deh hezaran şehîdên Dêrsimê re bê dayîn.

Bi qasî komkujî û qirkirina Dêrsimê zilmek ku mirovan bi hêrs dike kêm caran hatiye dîtin. Li şûna jibîrkirina vê yekê, pir pir girîng e ku ev bê aşkerakirin, di dil û mejiyan de bê neqişandin û bê têgihiştin. Ev hişmendî û têgihiştin jî bi meşandina têkoşîneke rasteqîn a demokrasî û azadiyê dibe. Ji salên 1060 û 1970’î û pê ve, bi taybetî piştî salên 1990’î dêrsimiyan cihê xwe di nava têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê de girtin. Bi hezaran keç û xortên dêrsimî tev li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bûn, bi sedan şehîd bûn, bi sedan jî birîndar bûn.

Dewleta tirk a mêtinger qirker dît ku hêrsa li dijî qirkirina li Dêrsimê veguheriye hêza demokrasî û azadiyê ya ku vê zîhniyeta qirker ji holê rake, lewma jî li ser Dêrsimê dest bi şerekî taybet ê berfireh kiriye. Bi rêya vî şerê taybet hewl didin ku xelkê Dêrsimê, jin û ciwanan ji têkoşîna demokrasî û azadiyê vegirin. Lê belê dêrsimî wê Seyîd Riza, Besê, Elîşêr, Zarîfe yên ku ruhê serbilind ên Seyîd Riza ne, Nûrî Dêrsimî yê ku banga tolhildanê li ciwanên kurd bi taybetî li ciwanên Dêrsimê kir, şoreşgerên mezin Dr. Şivan, Huseyîn Cevahîr, Îbrahîm Kaypakkaya, Alî Haydar Yildiz, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Çîçek Selcan, Sorxwîn, Zeynep Kinaci (Zîlan); Suleyman Cîhan, Cafer Camgoz, Şiyar, Dr. Baran, Îsa, Baran Dersim, Atakan Mahîr, Yilmaz Dersim û bi deh hezaran şehîdan ji bîr nekin; wê di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de her tim cih bigirin.

Rêber Apo sala 1977’an dema ku çû Dêrsimê got ‘Divê xwedî li vê çandê, li vê rastiya civakî bê derketin’ û bi vî rengî girîngiya mezinkirina têkoşîna li Dêrsimê destnîşan kir. Êdî li Dêrsimê ruhê azadiyê yê xwe dispêre dîroka bi hezaran salî rabûye ser pêyan. Ruhê jin a azad a Dêrsimê ku bi Besê, Zarîfe û Sakîneyan şênber bû, rabûye ser pêyan. Dêrsim ku heta qirkirina 1937’an nekarî bê fetihkirin, îro jî bûye xwedî ruhê demokratîk şoreşger ku nikare bê fetihkirin. Di salvegera 84’an a Qirkirina Dêrsimê de em soz didin ku bi vî ruhî têkoşînê mezin bikin, Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin û bibin hêjayî Seyîd Riza û şehîdan hemûyan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar