Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Mereşê ya 1978’an, Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûna 2000’î û Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an bi bîr anî û got, “Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di şexsê mirovên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan em hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin, serê xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin û soza ku me dane şehîdan careke din dubare dikin.”
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:
“Em ketine salvegerên Komkujiya Mereşê ya 19-24’ê kanûnê, Komkujiya 19’ê kanûna 2000’î ya li hemberî girtiyên li zindanan hate kirin û komkujiya 23’ê kanûna 2022’an a li Parîsê hate kirin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di şexsê mirovên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan em hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin, serê xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin û soza ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Em van komkujiyan û dewleta tirk a mêtinger û qirker ku ev komkujî pêk anî careke din bi tundî şermezar dikin. Dîroka dewleta tirk dîroka komkujî û qirkirinê ye. Di serî de li hemberî gelê kurd, li dijî gelan, elewiyan, baweriyan, sosyalîstan, hêzên demokrasiyê bi rêk û pêk komkujî hatin kirin. Ev komkujî rastiya dewleta tirk jî radixe pêş çavan.
Komkujî di vê serdemê de jî dewam dike
Yek ji bûyerên ku rastiya qirker û komkujiyê ya dewleta Tirk radixe pêş çavan Komkujiya Mereşê ye ku di 19-24’ê Kanûna 1978’an de hate kirin. Komkujiya Mereşê weke parçeyek ji Plana Şark Islahat û polîtîkaya Qirkirina Kurdan hate kirin. Bi Komkujiya Mereşê re xwestin, herêma rojavayê Kurdistanê ku weke rojavayê Firatê tê naskirin ji xelkê kurd-elewî paqij bikin û qirkirinê bigihîne herêmên navîn ên Kurdistanê. Lewma Komkujiya Mereşê qonaxek ji rêze komkujiyên dewleta tirk ên li ser gelê kurd e. Ji ber vê yekê jî ev komkujiya ku ji kuştin û koçberkirina xelkê kurd-elewî hate destpêkirin, bi dawî nebûye û di vê serdemê de jî dewam dike. Li aliyê din, Komkujiya Mereşê di heman demê de ji bo wê yekê hate kirin ku nehêle Tevgera Azadiyê ya Kurd ji rojavayê Kurdistanê xwe bigihîne tevgerên şoreşger û civaka Tirkiyeyê.
Divê dewleta Fransayê komkujiên Parîsê aşkera bike
Yek ji komkujiyên din ên ku dewleta tirk li hemberî kurdan kir, di 20’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê pêk hat. Ev komkujî ji aliyê gelê me ve weke Komkujiya Parîsê ya Duyemîn hate pênasekirin. Şoreşa mezin û endama konseya me ya rêveber Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin û bi vî rengî şehîd ketin. Mîna Komkujiya Parîsê ya yekemîn, ev komkujî jî bû komkujiyeke welê ku dewleta tirk bi tena serê xwe nekir. Dewleta tirk zêdeyî sed sal in bi piştgiriya NATO’yê qirkirinê li ser kurdan dimeşîne. Êrîşên li Ewropayê hatin kirin jî bi piştgiriya NATO û Gladyoyaê hatin kirin. Ev rastî aşkera ye û ji aliyê gelê me û her kesî ve tê zanîn. Dewleta Fransayê bi ronînekirina van komkujiyên li Parîsê re hîn jî di bin gumanbarî û tewanbariyê de ye. Divê dewleta Fransayê dest ji veşartina rastiyê berde û bi aşkerakirina rastiyan re komkujiyan ronî bike. Di serî de Fransa heta ku dewletên Ewropayê komkujiyên li Parîsê ronî nekin wê nikaribin xwe ji bin gumanbarî û tewanbariyê rizgar bikin. Gelê me teqez bi biryar e ku li dijî komkujiyan têbikoşe û komkujiyan aşkera bike. Divê her kes bi vê zanibe.
Zindan di bin tecrîd û êşkenceyê de ye
Di êrîşên nemerdane û hovane de ku 19’ê Kanûna 2000’î li zindanan li hemberî girtiyan hate kirin, bi dehan girtî hatin qetilkirin û şehîd bûn. Êrîş û komkujiyên ku di 19’ê Kanûna 2000’î de li hemberî girtiyan hatin kirin, careke din nîşan da ku dewleta tirk a zalim û hovane bi ti awayî sûd ji mirovahiyê wernegirtiye. Di vê serdemê de jî desthilatdariya AKP-MHP’ê vê rastiya komkujiyê temsîl dike, dewam dike. Di serî de tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê, zindan di bin tecrîd û êşkenceyê de ye. Girtî jî li hemberî vê li ber xwe didin, çalakiyan dikin. Çalakiya girtiyan ku bi rengê greva birçîbûnê ya dorveger hatiye destpêkirin, divê ji aliyê mirovên li derve ve baş bê fêhmkirin. Çalakiya girtiyan piştgiriyek ji bo kampanya navneteweyî ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin. Lewma bersiva herî rast a li çalakiya girtina wê tevlîbûneke xurt a li kampanyayê be. Tenê bi vî rengî em dikarin piştgiriyê bidin girtiyan. Divê her kes vê rastiyê bibîne û helwesta xwe bi tevlîbûneke xurt a li nava kampanyayê nîşan bide. Ji bo nîşandana helwesteke rast, me pêwîstî pê dît ku bangeke bi vî rengî bikin.”