Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCK’ê Başûr û Iraqê li dijî planên dagirkirinê yên nû hişyar kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê têkildarî planên dagirkieinê yên dewleta faşîst a tirk hêzên Başûr û desthilatdariya Iraqê hişyar kir û ev tişt parve kir: Serdana wezîrên Tirkiyeyê yên terorîst bo Hewlêr û Bexdayê amadekariya vê êrîşê ye. Desthilatdarên PDK’ê dixwazin di vê êrîşa dagirkeriyê ya nû de dewleta Iraqê kaşî nav hevkarîkirina dewleta tirk bikin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî planên dagirkieinê yên dewleta faşîst a tirk hêzên Başûr û desthilatdariya Iraqê hişyar kir û ev tişt parve kir: Serdana wezîrên Tirkiyeyê yên terorîst bo Hewlêr û Bexdayê amadekariya vê êrîşê ye. Desthilatdarên PDK’ê dixwazin di vê êrîşa dagirkeriyê ya nû de dewleta Iraqê kaşî nav hevkarîkirina dewleta tirk bikin.”

“Di êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker ên li ser Çiyayê Siyarê de li gundê Kafyayê yê ser bi Dînarteya herêma Behdînanê, du hemwelatiyên başûrê Kurdistanê bi navên Beşîr Umer Elî û Arif Teha şehîd bûn. Şehîd Beşîr û şehîd Arif gava ku di nav zeviyên gundê xwe de dixebitîn, hatin armanckirin. Em li gel şermezarkirina vê komkujiyê, serxweşiya xwe ji hemû gelê başûrê Kurdistanê re bi taybetî ji malbatên şehîdan re dişînin. Ev êrîşên dirindane yên dewleta tirk a dagirker wê rastiyê diselmînin ku Tirkiye li dijî hemû kurdan e û rijandina xwîna kurdan û kavilkirina welatê kurdan ji bo xwe wek karekî rewa dibîne.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser başûrê Kurdistanê heta niha nêzîkî hezar gund hatine valakirin û wêrankirin, bi sedan hemwelatî şehîd bûne, bi sedan kes birîndar bûne û dehan hezar hemwelatî jî koçber bûne. Her wiha bi sedan gerîlayên azadiya Kurdistanê jî di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûne. Ev yek êrîşeke nû ya kîmyabaran û Enfalê ye ku li ser destên dewleta tirk a dagir tê kirin û desthilata PDK’ê jî wekî caşên serdema rejîma Beesê hevkarê vê Enfalê ye, rênîşanderiyê ji dewleta tirk re dike û tawanên wê vedişêre û tawanên xwe rewa nîşan didin. Her wiha PDK rê li ber wê yekê digire ku helwesteke girseyî û welatparêz li dijî van komkujiyan pêş bikeve. Bi gotineke din PDK Enfaleke nû bi ser Kurdistanê de ferz dike. Di demekê de ku xwîna hemwelatiyên Başûr bi destên dewleta tirk a faşîst tê rijandin, desthilatdarên PDK’ê li ser ferşa sor pêşwaziyê li desthilatdarên Tirkiyeyê dikin, wan hembêz dikin û dest di nav destan de pozan didin kamerayan.

Dewleta tirk a faşîst bi serokatiya Erdogan û Bahçelî mijûlî çêkirina planeke dagirkeriyê ya nû û berfireh li ser başûrê Kurdistanê dikin. Serdana wezîrên Tirkiyeyê yên terorîst bo Hewlêr û Bexdayê amadekariya vê êrîşê ye. Desthilatdarên PDK’ê dixwazin di vê êrîşa dagirkeriyê ya nû de dewleta Iraqê kaşî nav hevkarîkirina dewleta tirk bikin. Lewma bangewaziyeke me ji bo hemû hêz û aliyên başûrê Kurdistanê û desthilatdarên dewleta Iraqê heye ku li dijî van êrîş û komkujiyên dewleta tirk helwestê wergirin û nehêlin ku Tirkiye zêdetir xwîna hemwelatiyên başûrê Kurdistanê birijîne.

Em careke din serxweşiya xwe ji gelê başûrê Kurdistanê re û bi taybetî ji malbatên şehîd Arif û şehîd Beşîr re dişînin û em xwe hevbeşê êş û xema wan dizanin. Me daxwaz ji yezdanê mezin ew e ku giyanê her du şehîdan bi bihişta xwe ya berîn şa bike û sebr û hedanê bide malbatên wan ên hêja. Her wiha em soz û peymanê didin ku em ê li ser rêbaza şehîd Helmet Dêrelûk li dijî faşîzm û dagirkerî û caşîtiyê tola hemû şehîdan hildin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar