KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê destûr neyê dayîn ku Iraq û başûrê Kurdistanê bibe paşbaxçeyê MÎT û DAIŞ’ê

KCK'ê bal kişand ser serdana Wezîrê Karên Derve yê tirk  Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê û got: "Şertê destpêkê û diyarker ê yekparebûna xak û serweriya Iraqê, bidawîkirina dagirkeriya tirk a li ser xaka Iraqê ye."

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana Wezîrê Karên Derve yê tirk  Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Wezîrê Karên Derve yê tirk  Hakan Fîdan piştî hevdîtina li Bexdayê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re daxuyanî da. Serokê berê yê MÎT’ê Hakan Fîdan bal kişand ser berjewendiyên hevpar û serweriya Iraqê û îdîa kir ku PKK’ê xaka Iraqê dagir kiriye, xwest PKK’ê weke ‘rêxistineke terorê’ nas bikin û ji bo ‘têkoşîna hevpar a li dijî terorê’ bang kir.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan dixwaze bi kincê Wezareta Karên Derve karên xwe yên qirêj ên dema serokatiya MÎT’ê vê carê di bin navê ‘dîplomasiyê’ de pêşkeş bike.

‘Bêyî ku li ber xwe bikeve qala yekparebûna xak û serweriya Iraqê dike’

Wezîrê Karên Derve yê tirk  ku bi dagirkirina xaka Iraqê 100 qereqol, baregehên leşkerî û navendên MÎT’ê ava kiriye, bêyî ku li ber xwe bikeve qala yekparebûna xak û serweriya Iraqê dike. Hakan Fîdan li gorî xwe dixwaze ku dagirkeriya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li nava xaka Iraqê bi Iraqê bide qebûlkirin û asayî bike.

Tirkiye ku Hewlêr ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve kiriye mîna wîlayeteke Tirkiyeyê, bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji xwe re weke firsendekê dibîne, dixwaze vê polîtîkaya xwe belav bike û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê û xaka Iraqê bi rêya ‘dîplomasiyê’ mayinde bike.

Hakan Fîdan ku bi komplogerî û provokatoriyê tê naskirin û ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê gotibû, ‘eger pêwîst bike ez ê çend roketan ji aliyê Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve bidim avêtin’, niha jî bi navê Tirkiyeyê karê ‘dîplomasiyê’ dike.

Armanc hewldana kirina Başûr eyaletek Tirkiyeyê ye

Hakan Fîdan ku bajarên başûrê Kurdistanê bi ajanên MÎT’ê û çeteyên kujer dagirtiye û bi fermanan li Silêmaniye, Şengal û Mexmûrê bi dehan mirov qetil kir, bêyî ji xwe fedî bike qala têkoşîna hevpar a li dijî ‘terorê’ dike.

Musteşarê berê yê MÎT’ê û Wezîrê Karên Derve yê nû yê Tirkiyeyê daxuyaniyên xwe yên derewîn û demagoriyê bi gotina ‘Tirkiye li dijî DAıŞ’ê têkoşîneke mezin dimeşîne’ dewam dike û jê heye ku wê bi vê derewa xwe karibe cihanê bixapîne.

Di 10’ê hezîrana 2014’an de dema ku DAIŞ’ê avêt ser Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Mûsilê, Serkonsolos Ozturk Yilmaz û tîmên taybet ên konsolosxane diparastin bêyî ku fîşekeke bi tenê jî biteqînin teslîm bûn. Wê demê Hakan Fîdan serokê MÎT’ê bû. Yê ku ji Serkonsolos û tîmên taybet got ‘Zorê nedin DAIŞ’ê, em di dewrê de ne’ ev kes bû. Ji xwe çeteyên DAIŞ’ê ku di nava 10 deqeyan de konsolosxane bi dest xistin, heman piştî serdegirtinê daxuyanî dabû û gotibû, ‘Em amade ne bi rayedarên tirk re hevdîtinê bikin’. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi DAIŞ’ê re ku bi vê bûyerê re destpê kir, niha jî bi rêya Hakan Fîdan û MÎT’ê bi rengekî aşkere dewam dike. Petrola Iraqê ya ku tê dizîn û li ser Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê tê kirin, karekî hevkariya dewleta tirk û DAIŞ’ê ye. Di vê mijarê de gelek belge, dîmen li nava raya giştî hate weşandin.

Dema ku Hakan Fîdan Serokê MÎT’ê bû, bi hevkariya dewleta tirk û DAIŞ’ê bi dehan komkujî û êrîşên bombeyî hatin kirin, kiryarên rastî yên van êrîşan tu carî nehatin girtin.

Armanca esasî ya Hakan Fîdan a ji serdanên Bexda û Hewlêrê ku bi navê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê kir, ew bû ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê neke mijara nîqaşê, li şûna vê jî polîtîkayeke welê bimeşîne ku başûrê Kurdistanê bike eyaleteke Tirkiyeyê. Li gel vê yekê xwest ku polîtîkayên sûîqest û êrîşê yên li ser Silêmaniye, Şengal û Mexmûrê dewam bike.

‘Tu pirsgirêka Tevgera me bi dewleta Iraqê û gelên wê re tune ye’

Tu pirsgirêka Tevgera me bi dewleta Iraqê û gelên wê re tune ye. Her tim peywendiyên me yên dostane li gel Iraqê hebûn, ji ber ku ew yekane dewleta herêmî ye ku dikare ji pirsgirêka kurd re çareseriyê pêş bixe û hebûn û azadiya kurdan û bixe bin ewlehiyê. Dewleta tirk a dagirker dixwaze dewleta Iraqê jî tevlî siyaseta xwe ya qirkirina kurdan a li ser esasê înkar û îmhayê bike. Ji ber wê jî kujerê kurdan Fîdan dibêje, ‘divê Iraq PKK rêxistina terorê îlan bike’. Rewşek ecêb e ku vê yekê li hemberî rûyê Wezîrê Derve yê Iraqê ku kurd e, dibêje û rastî tu bertekê nayê. Dewleta tirk a dagirker û mêtinger bi piştgiriya PDK’ê bi israr hewl dide ku tevgera me û dewleta Iraqê bînin dijberî hev. Em dizanin ku berpirsên dewlet û hikûmeta Iraqê, rewşenbîr û gelên welatparêz wê nekeve vê hîleyê û li hember wê rawestin.

‘Divê destûr neyê dayîn ku Iraq û başûrê Kurdıstanê bibe paşbaxçeyê MÎT û DAIŞ’ê’

Bi vê wesîleyê di serî de gelê Kurdistanê û Iraqî, divê rêveberiya başûrê Kurdistanê, rêveberiya Bexda û teşkîlata NY’ê dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê bînin û ji bo rakirina hemû baragehên leşkerî bikevin nava hewldanan. Divê mirov êrîşên hewayî û bejahî yên bi hinceta ‘terorê’ li ser xaka Iraqê tên kirin, neke hinceta dagirkeriya tirk û xwezayî nîşan bide; divê destûr neyê dayîn ku dewleta tirk di bin navê têkîliyên siyasî û bazirganiyê de Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê bike paşbaxçeyê çeteyên DAIŞ û MÎT’ê. Şertê destpêkê û diyarker ê xak û serweriya Iraqê, dawî li dagirkeriya tirk a li ser xaka Iraqê anîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar