Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Divê gelê Rojhilata Navîn li dijî dewleta tirk bibin xwedî helwest

BEHDÎNAN |

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û armanca wê ya ji nû ve avakirina împaratoriya osmanî û wiha got: “Gotina Wezîrê berê yê Karê Derve yê Misrê Amr Mûsa ya, ‘Tirkiye êrîşî welatên ereban dike, dijminahiya ereban dike’ û dîsa teşhîrkirina polîtîkayên AKP-MHP’ê girîng in.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van aliyan: “Dewleta tirk  dixwaze gelê kurd ku yek ji wî gelî yê li ser erdnîgariyê ye, ku gava pêşî ya civakîbûna mirovatiyê ye, qir bike; dixwaze erdnîgariyên ku Împeratoriya Osmaniyan serwerî lê kirî, dagir bike û êrîşên ku bixe bin serweriya xwe  bi rê ve dibe. Bi artêşa xwe êrîşî Sûriye, Iraq û Lîbyayê dike, hemû welatên din ên ereban jî tim tehdîd dike. Karaktera xwe ya dagirkirina welatên din û avakirina serweriya xwe ya ji osmaniyan weke genetîk (irsî) wergirtiye, kiriye polîtîkaya li ser herêmê. Bi çanda serwer a osmanî, dixwaze netew-dewletê hişmendiya hikûmkirina cêgir a bi tirkbûnê re kirina yek, îro ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêzeke êrîşkar a tahloke. Vê polîtîkaya xwe û êrîşên din ên şikandina vîna gelên din jî bi maskeya îslamê dixwaze binixûmîne. Îslamê biqasî tu desthilatekê dîsa biqasî tu dewletekê bikar neanî, ji bo berjewendiyê xwe bikar tîne.

Bi hîn gotina êrîşên xwe yên dagirkeriyê vedişêre

Her cihê dagir dike ala xwe lê diçikîne, dibistanên tirkî vedike, polîs û asayîşên girêdayî xwe rêxistin dike, çawa ku weke li Sûriyeyê ku pereyê xwe kiriye piyaseyê, ji bo bi xwe ve girê bide, bingeh ava dike. Bi vê yekê bikaranîna maskeya îslamê, gotina ez li dijî terorê têkoşîn dikim, divê were fêmkirina ku bi temamî bi armanca veşartina êrîşên dagirkerî û bi xwe ve girêdanê ne. Bi polîtîkayên xwe yên li Sûriye û Iraqê, dîsa bi gotina Lozan serneketin bû, bi rengekî zelal danî holê, berê xwe dayîna Lîbyayê jî weke ku bêjin ev axa kalikên me yên berê ne, mîrasê me ye, weke ku bêjin li beramberî wan berpirsyariyên me hene radigihînin. Dewleta tirk a ku dixwaze qira kurdan bîne, Kurdistanê bike qadeke belavbûna tirkan, bi dagirkirina xakên netewa ereb re xakên berê dikevin di nava sînorên osmaniya de dike hedef ku bixe di bin serweriya netew-deweleta tirk de.

Hestyarî û nerazîbûnên yekitiya ereb û welatên ereban biqedr e

Yekitiya ereban vê armanca desthilata AKP-MHP’ê dîtiye, li dijî êrîşên dewleta tirk a li Iraq, Sûriye û Lîbyayê helwestekî zelal nîşan daye. Dane nîşandan ku polîtîkayên dewleta tirk êrîşkar, dagirker û belavkar in. Êrîşên dewleta tirk a li ser gelê kurd jî şermezar kirine. Gotina Wezîrê berê yê Karê Derve yê Misrê Amr Mûsa ya, ‘Tirkiye êrîşî welatên ereban dike, dijminahiya ereban dike’ û dîsa teşhîrkirina polîtîkayên AKP-MHP’ê girîng in. Daxuyaniyên Yekitiya Ereban û welatên ereban dide nîşan ku armancên dewleta tirk baş dîtine û ji bo pêşiya van polîtîkayan bigirin jî dawaza Yekitiya Ereban helwestekî hevpar nîşan bidin, jî gelek girîng e. Yanî Yekitiya Ereban, siyasetmedarên ereb û reweşenbîrên wan nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta tirk a li ser kurdan dayîn jî pir watedar e. Ji ber vê hestyarbûna wan spasiyên xwe pêşkêşî Yekitiya Ereb û welatên ereb dikin.

Bi hişmendiya qieker a netew-dewletê dixwaze bibe serwer

Zêdetirî sed sal in li Rojhilata Navîn herî zêde polîtîkayên parçekirin û lewazkirinê li ser ereb û kurdan tê birêvebirin. Tunekirina vîna gelê ereb û kurd, têkbirin û parçekirin, bê hêzkirin bûye polîtîkayên esasî yên hêzên navneteweyî û dîsa welatên herêmî yên mîna Tirkiyeyê. Bi taybet dewleta tirk tu demê qebûl nekirine ku kurd û ereb bibin xwedî vîn û bi hêz bibin. Niha dixwaze li deverên demê Împaratoriya Osmaniyan serwer bûn, bi hişmendiya netewe-dewletê bibin serwer. Her çendî bi vekirî dixwaze kurdan qir jî bike, bi hişmendî û polîtîkaya heyî, li hemû qadên dagirkirî û bi xwe ve bide girêdan tirkbûnê bike civakekî serwer.

Hatina ba hev a hemû gel, welat û hêzên siyasî yên Rojhilata Navîn a li dijî polîtîkayên êrîşkar ên dewleta tirk, dîsa li dijî êrîşên dewleta tirk rabin wê ji bo aramî û aştiya Rojhilata Navîn gelek watedar be. Êrîşên dewleta tirk ên bûne mîna eşqiyayê Rojhilata Navîn, enceq bi yekitiya gelan, bîna hevpar, bi têkoşînê têk biçe. Dema ku ev eşqiya hate têkbirin, wê demê wê bibe erdnîgariyeke ku xwe dispêre demokrasiyeke rasteqîn ku gelên Rojhilata Navîn di nava aştî û aramiyê de ku xwe dispêre biratî û wekheviya gelan pêk were.

Dewleta tirk ne tenê dijminê gelê kurd e. Gelên ku karekterên dewleta tirk pêk tîne, dagirker, parveker, hegonomîk û qirker e. Divê tu dewlet, welat û civak ji demogojî û xapandinên şerê taybet ê dewleta tirk ku dixwaze xwe bigihîne armancên xwe, bawer neke. Hişmeniya heyî neyê têkbirin, dewleta tirk wê weke hêzeke dijmin, dijminahiya di serî de li ser gelê kurd û etnîsîteyên cihê yên din û civakên olî dîsa li ser civaka xwe û welatê xwe bidomîne.

Em gelê kurd, em ê li dijî vê sîstema qirker li ber xwe bidin. Bang li gelên Rojhilata Navîn û welatên wê dikin ku li dijî vê dewleta tirk a hegonom û xwedî hişmendiya netew-dewlet a dagirker e, bibin xwedî helwest, têkoşîna têkbirina vê êrîşkariyê bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar