Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkaya xwe ya ku Sûriyeyê dike qadeke qirkirina gelan û wiha got: “Ne tenê Sûriyeyê, her wiha ji bo pêkanîna planên xwe yên qirêj hewl dide Tirkiyeyê jî bixe rewşeke bi vî rengî. Em bang li her kesê dikin ku bi gelên Sûriyeyê re di nava piştevaniyê de bin û li dijî van êrîşên faşîst rabin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst Erdogan ji bo planên xwe qirêj pêk bîne û desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle, mîna li Sûriyeyê li Tirkiyeyê jî polîtîkayekê dimeşîne ku gelan li dijî hev rake û wiha got: “Paradîgmaya Rêber Apo ya neteweya demokratîk, garantiya jiyana gelan a bi hev re ye.”

Daxuyaniya Hevserokatiyê ya bi sernavê “Ji gelê me û raya giştî ya demokratîk re” bi vî rengî ye:

“Çend roj in li Tirkiyeyê êriş li ser penaberên Sûriyeyî têne kirin, gelên Sûriyeyî têne lînçkirin, li wan tê xistin, mal, wesayit, kargehên wan têne şewitandin. Em van êrişên nijadperest û faşîst şermezar dikin ku bi destê dewletê têne kirin. Ev rewşa li derveyî mirovahiyê divê tavilê bi dawî bibe. Li hemberî lîstikên rejîma AKP-MHP a komploger, faşîst û nijadperest divê mirov hay ji xwe hebe, nekevin vê xefikê. Nabe ku mirov li hemberî gelan bi hêrs be, nabe ku xwedî hestên nebaş be, nabe ku helwesteke êrişkariyê nîşan bide. Cihê vê yekê di nava mirovahiyê de nîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava lîstikên gelekî qirêj de ye. Hewl dide gelan berde hev û planên xwe yên qirêj pêk bîne. Ev êrişên ku li Kayseriyê destpê kirin û li deverên din belav bûn, lîstik û xefikeke AKP-MHP’ê ya li dijî gelan e. Lewma em bang li her kesî dikin, ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Di afirandin û kûrbûna kaosa li Sûriyeyê de rola rejîma faşîst a AKP-MHP’ê diyarker e. Serkêşî ji gurbûna şer re kir û bi zanebûn û plankirî bi milyonan mirovên ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve kişand. Bi polîtîkaya penaberiyê bi salan şantaj li Ewropayê kir, bi rêya çeteyên xwe li dijî Kurdan û gelên Sûriyeyê şerê dagirkerî û qirkirinê dimeşîne. Rejîma faşîst li bakurê Sûriyeyê bi feraseta neo Osmanî hewl dide plana mîsakî mîlî bixe meriyetê. Rejîma qirker mêtinger bi vê armancê ji bo kûrbûna şerê li Sûriyeyê çi ji dest hat bi salan kir. Ew çeteyên faşîst û hovane yên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirin xwedî kir, piştgirî da wan, pere û çek da wan û bi ser gelan ve dehf da. Komkujî kir, qir kir. Hêzên çete yên tarî û faşîst ku xwe bi rengê olî veşartin, xwedî kir, mezin kir, veguheran amûrek ji bo polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê. Gava ku çeteyan têrê nekir, bi xwe rabû êriş kir û xaka Rojava û Sûriyeyê dagir kir. Li cihên ku dagir kir dest bi guhertina demografiyê kir. Mirov qetil kir, ji cih û warên wan kir, perîşan kir. Li cihên ku dagir kir mirin, êşkence, destavêtin û her cûre hovîtî veguherand parçeyek ji jiyana rojane. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkaya xwe ya ku Sûriyeyê dike qadeke qirkirina gelan, bi israr dewam dike. Ne tenê Sûriyeyê, her wiha ji bo pêkanîna planên xwe yên qirêj hewl dide Tirkiyeyê jî bixe rewşeke bi vî rengî.

Nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li penaberên Sûriyeyî di çarçoveya vê polîtîkaya qirêj de bû. Nêzîkatiya ku dibêje ‘Tayyîp Erdogan û AKP ji gelê Ereb, ji Sûriyeyiyan hez dike û diparêze’ xapandineke mezin e. Her roj hîn bêhtir tê fêhmkirin ku ev yek xapandineke. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi ti awayî ji gelê ereb hez nake, xwedî hesteke erênî nîne. Hewldanên xwe ji bo wê yekê ye ku gelê ereb bike dijminê kurdan, gelê kurd û gelê ereb bi hev bide qirkirin. Bi heman rengî dixwaze gelê kurd û gelê tirk, gelê rreb û gelên Tirkiyeyê jî bi hev bide qirkirin. Bi qirkirina gelan dixwaze desthilatdariya xwe ya li ber hilweşînê ye li ser piyan bihêle. Dixwaze kurdên ku têkoşîna herî mafdar û rewa ya azadî û demokrasiyê dimeşîne bê rêveberî, bê parastin bihêle û bi vî rengî temenê xwe dirêj bike. Di vê oxirê de jî her tiştî difiroşe, dike amûrek ji bo bazarê. Hewl dide gelê ereb jî bike amûrek ji vî mejiyê xwe yê qirêj ê mêtinger qirker. Êrîşên faşîst û qirker ên li Tirkiyeyê li dijî gelên Sûriyeyê têne kirin encamek ji polîtîkaya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya dijminatiya li gelan e.

Em gel xwedî hêz û feraseta jiyana bi hev re ne. Bêyî ku dest bidin sînoran, bêyî ku sînorên nû dînin û demografiyê biguherînin, bi têgihiştina jiyana bi hev re û xwişk û biratiya gelan divê em jiyana xwe li her derê ji nû ve ava bikin. Daxwaza me ya herî esasî ew e ku di nava hestên aştî, hezkirin, xwişk û biratiyê de gel bi hev re û di nava wekheviyê de bijîn. Em ji bo vê dixebitin, ji bo vê têdikoşin. Weke Tevgera Azadiyê ya kurd xwedî feraseteke bi vî rengî ne. Gelê kurd jî bi vî rengî nêzîk dibe, gelan hemûyan weke xwişk û birayên xwe dibîne. Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo misogeriya jiyana bi hev re ya gelan e. Feraseta neteweya demokratîk ku feraseta jiyana azad, bi hev re, wekhev, aştiyane û hezkirinê ya gelan e, rêya herî rast û hêja ya çareserkirina pirsgirêkan e.

Em van êrişên faşîst û nijadperest careke din şermezar dikin. Bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin gelên Sûriyeyê bi taybetî jî gelê Ereb û bi rengekî xurt li ber van êrişên faşîst rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar