Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

KCK: Divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan bênavber bidome

KCK'ê her kesên beşdarî Mîtînga Azadiyê ya li Amedê bûn pîroz kir û got, "Ev berxwedana bi rûmet a gelê me divê heta şikandina sîstema êşkence û tecrîdê, heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber û bi berfirehî dewam bike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Mîtînga Azadiyê ya 13’ê cotmehê ya li Amedê daxuyaniyek da. Berfirehiya daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Di 13’ê cotmehê de li Amedê Mîtînga Azadiyê ya mezin hate lidarxistin. Di serî de xelkê Amedê ji Serhedê heta Botanê, ji Dersimê heta Firatê ji her devera bakurê Kurdistanê gelê me bi deh hezaran kesî berê xwe dan Amedê. Ji bajar û metropolên Tirkiyeyê jî bi hezaran kurdistanî û tirkiyeyî ji bo xwe bigihînin Amedê bi rê ketin. Li gel êrîş, qedexe û astengiyên dewletê jî gelê me rê, qad û kolan dagirt, nerazîbûna xwe ya li hemberî tecrîd û polîtîkayên qirkirinê bi xurtî nîşan da. Gelê me careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi xurtî raxist pêş çavan û hem helwesta xwe nîşan da, hem jî peyama pêwîst da. Ji ber vê çalakiya bi heybet û bi wate em ji dil û can xelkê Amedê, tevahiya gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Her wiha silav û hurmetên xwe pêşkêşî hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê dikin ku bi piştgiriya bi gelê kurd re hêz dan Mîtînga Azadiyê. Her wiha her kesên ku bi rê ketin lê belê ji ber astengiyên faşîzmê nekarîn xwe bigihînin Amedê silav dikin û wan bi birêketina ji bo azadiyê û berxwedana li dijî astengiyên faşîzmê peyama pêwîst dan û encamên pêwîst bi dest xistin.

Di Mîtînga Azadiyê de gelê me li hemberî polîtîkayên tecrîdê helwesta xwe nîşan da û peyameke xurt da. Gelê me careke din bi şênberî destnîşan kir ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Rêber Apo ye. Gelê me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi dengê herî bilind gotin, li Tirkiyeyê aştiya bi rûmet tenê bi muxatabgirtina Rêber Apo, bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dibe û li ser vê bingehê destnîşan kirin ku divê tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêk were. Ev peyama gelê kurd divê ji aliyê her kesî ve baş bê fêhmkirin. Siyaseta ku van peyam û helwesta gelê kurd ji nedîtî ve bê nikare bi ser bikeve. Her wiha her cûre lîstika ku tê xwestin bê lîstin wê têk biçe. Heta ku Rêber Apo muxatab neyê dîtin ne pirsgirêka kurd dikare çareser bibe, ne li Tirkiyeyê aştî dikare pêk were. Li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ê ku herî zêde ji bo aştî û demokratîkbûna li Tirkiyeyê têdikoşe Rêber Apo ye. Tecrîda li ser Rêber Apo jî polîtîkayek li hemberî vê hewldanê ye. Lewma heta ku tecrîda li ser Rêber Apo li Îmraliyê dewam bike, kes nikare qala aştî û çareseriyê bike. Ev yek nepêkan e û ne derbasdar e. Gelê me li Amedê ev rastî careke din bi şênberî nîşan da. Bi rengê herî xurt raxist pêş çavan ku Rêber Apo misogerî û hêmana bingehîn a tifaq, yekitiya demokratîk a gelan, jiyana azad, demokratîk û aştiya navxweyî ya li Tirkiyeyê ye. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku van peyamên gelê Kurd rast fêhm bikin, bibînin û li gorî vê tevbigerin.

Gelê me bi rêya vê çalakiyê ispat kir ku bi biryardariya li ser berxwedanê wê karibe her cûre astengiyên faşîzmê ji holê rake û serketinê pêk bîne. Ev berxwedana bi rûmet a gelê me divê heta şikandina sîstema êşkence û tecrîdê, heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber û bi berfirehî dewam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar