Dewleta tirk a dagirker di 15’ê tebaxê de bi hikûmeta Iraqê re peyman îmze kir. Piştî peymanê rojnameger, zarok û kesên sivîl di êrîşên dawleta tirk a dagirker de şehîd bûn. Bi taybetî jî di van demên dawî de du caran wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir. Di nava 5 salan de cara 14’ane dewleta tirk wargeha penaberan bombebaran dike. Heya niha jî dijî êrişan deng ji Hikumeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî derneketiye. Rojane jî balafirên bê mirov û bi çek yên dewleta tirk a dagirker li ser asîmanê wargehê digerin. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê êrişên li ser wargehê de daxuyaniyek weşan û bang li Iraqê kir ku peymana bi Tirkiyeyê re betal bike.
Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de hate gotin:
“Xelkê me yê li kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon, îmha û înkarê yên dewleta tirk red kir, li ber zextên nokerî û xiyanetê yên PDK’ê rabû, li gel zor û zehmetiyan di jiyana azad de israr dike û ji ber vê yekê jî li welatê xwe penaber bûye, rojên dawî careke din bû hedefa êrişên terorê yên SÎHA’ yên dewleta tirk. Ev êriş li ber çavên hêzên dewleta Iraqê hate kirin ku bi navê parastinê kamp dorpêç kirine û 24 saetan dişopînin. Ev gelê ku êriş lê hate kirin, li gel zor û zehmetiyan û bêderfetiyan, li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi piştgiriya dewleta tirk xwest Iraqê û başûrê Kurdistanê dagir bike li ser bingeha hişmendiya xweparastinê li ber xwe da, bi berxwedana xwe ya esîl li hemberî terora bi mejî û piştgiriya Erdogan di parastina gelên Iraqê û başûrê Kurdistanê de bi rola pêşengiyê rabû. Ev berxwedana destanî ya xelkê Mexmûrê ji bo PDK û Mesûd Barzanî yên ku dijminatiyê li wan dike û ambargoyê ferz dike bû cihê spasiyê û nehişt ku Hewlêr bikeve destê DAIŞ’ê. Dewleta tirk a dagirker ku dema DAIŞ’ê teror li Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn dikir nekete nava ti hewldanan, li hemberî hêzên ku li Şengal, Mexmûrê DAIŞ têk birin û navendên berxwedanê êrişan dike. Ji bo tola têkçûna DAIŞ’ê ji berxwedêrên li dijî DAIŞ’ê hilîne êrişan dike û di van êrişan de jî çeteyên DAIŞ’ê yên berê xistiye bin sîwanê artêşa dagirker a ku aniye başûrê Kurdistanê.
Dewleta tirk hebûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li wê derê ji bo êrişan weke hincet nîşan dida, ku gerîla piştgirî dida xelkê Mexmûrê û DAIŞ li ber deriyê Hewlêrê sekinand. Dewleta Iraqê piştî ku di hevdîtinên bi xelkê Mexmûrê re soz dan ku wê kampê biparêze, hêza gerîla ku hejmara xwe kêm bû xwe vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê û dewleta Iraqê soz da gel ku wê li hemberî her cûre êrişan kampê biparêze. Ev hevdîtin û gav hemû di çarçoveya daxwaza Neteweyên Yekbûyî û mîsyona wê ya Iraqê UNAMI de di bin çavdêrî û agahiya wan de pêk hatin. Di parastina kampê û ewlehiya wê de, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve berpirsyar in.
Piştî hevdîtinan êriş ji nûve destpêkirin
Piştî hevdîtinên navbera dewleta tirk a dagirker û hikumeta Iraqê û peymana di encama van hevdîtinan de hate îmzekirin, êrişên li ser kampê jinûve destpê kirin. Xelkê Mexmûrê ku koletiya modern a lê tê frezkirin qebûl nake û jiyana xwe ya azad bi hewldan û keda xwe ava dike, careke din bû hedefa êrişên terorê yên Erdogan-Bahçelî ku xwedî mejiyê qirkirinê ne. Ev êriş piştî êrişên li Seyîd Sadiq, Duklan, Biradost û Mawetê hate kirin ku di encamê de 7 mirov şehîd bûn. Ji van êrişan dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî berpirsyar in. Eger balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta tirk a dagirker li ser ezmanê Kerkûkê yekser tê xistin, lê belê bi rojan li ser Mexmûrê bi serbestî digere û dikare êrişê bike, ev yek nîşan dide ku hikumeta Iraqê cudahiyê dixe navbera Kerkûk û Mexmûrê, çavên xwe ji êrişên li ser Mexmûrê digire, haya xwe ji êrişan heye û ev êriş di çarçoveya peymanê de têne kirin.
Peymanê betal bikin
Eger dewleta Iraqê naxwaze weke dewleteke ku sicîla xwe bi sûcên qirkirinê tijî ye ji bo dagirkirina welatê xwe peyman mohr kiriye derbasî dîrokê nebe, divê tavilê dest ji peymana bi Tirkiyeyê re berde û tavilê betal bike. Ji ber ku ev peyman û daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Iraqê yên rojên dawî têkildarî tevgera me dan, ji bilî rewakirina dagirkerî û îlhaqa Tirkiyeyê nayê tu wateyê. Wezîrê Parastinê li şûna ku Iraqê li hemberî êrişên dagirkeriyê biparêze, ji bo gelên Iraqê li ber êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ranebe argûmanên şerê taybet ên artêşa dagirker diparêze û bi vî rengî êrişan rewa dike. Ev êrişa li ser Mexmûrê piştî daxuyaniya Wezîrê Parastinê hate kirin ku ev yek jî balê dikişîne.
Peyman û tifaqên bi Tirkiyeyê re têne kirin ne pêşketinê lê belê komkujiyê, ne ewlekariyê lê belê şer û hilweşînê wê bi xwe re bînin. Yên ku berevajî vê îdîa dikin bila li rewşa Sûriyeyê binere ku Erdogan çi anî serê Beşar Esad ku jê re digot ‘birayê min’ e. Di rojê herî zehmet ên Iraqê de li navenda DAIŞ’ê konsolosxaneya xwe vekirî hişt û ti alîkarî neda Iraqê. Erdogan û Tirkiye çawa dikare îro tevkariyê li ewlekariya Iraqê bike?
Banga me li dewlet û hikumeta Iraqê ye ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser sivîlan, bi taybetî jî êrişên li ser penaberên li kampa Mexmûrê û sûcên wan ên şer helwestê nîşan bidin û tavilê dest ji peymana bi piştevanê DAIŞ’ê Erdogan ê qirker faşîst re mohr kiriye berde. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û mîsyona wê ya Iraqê UNAMI dikin ku li gorî sozên xwe tevbigerin, bi çavê PDK û Erdogan ê faşîst li bûyeran nenihêrin, nêzîkatiya ku li deverên din ên cîhanê ji bo ewlekariya penaberan nîşan dide ji bo penaberên li Mexmûrê jî nîşan bidin, jiyana xelkê me yê li kampê biparêzin û bi vê armancê bikevin nava hewldanan.”