Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Divê PDK tevli plana dagirker nebe

KCK’ê diyar kir ku agahî ji wan re hatiye ku dê bi beşdariya PDK’ê dewleta tirk êrişa dagirker bide destpêkirin û wiha got: “Divê PDK tevli vê dagirkeriya qirêj nebe. Ji ber ku ev dagirkerî wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê plansaziya dagirkeriyê ya ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dike daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê diyar kir ku agahî ji wan re hatiye ku dê bi beşdariya PDK’ê dewleta tirk êrişa dagirker bide destpêkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: “Di Newrozê de bakurê Kurdistanê di serî de li her parçeyên welatê me û li derveyî welat bi milyonan kes daketin qadên azadiyê. Gelê me girêdayîbûna xwe ya bi Rêber Apo diyar kirin û li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê jî peyamên berxwedan û têkoşînê dan. Newroza 2022’yan diyar dike ku têkoşîna azadiyê ya ku 50 sal in didome, rastiya gel a berxwedêr, azadîxwaz û di her şertan de girêdayî nirxên xwe ava kiriye. Îro dema ku gelê me bi awayekî bi heybet Newrozê pêşwazî dike, ev tişt bandorê li ser dinyayê jî dike. Ji aliyê din ve jî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li hemberî têkoşîna bi heybet a gelê me tehamula wê tune, di rojên dawîn de derketiye holê ku biryar daye qetlîamên nû bike û tevgerên dagirker bide destpêkirin.”

PDK bûye asteng ku TC têk biçe

KCK’ê bi berdewamî wiha got: “Dewleta tirk a faşîst ji sala 1982’yan û vir ve li hemberî tevgera me operasyonên leşkerî dike, di bihara 2021’an de jî Garê di serî de li ser başûrê Kurdistanê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Li hemberî vê tevgera dagirker hêzên me yên gerîla bi berdêlên giran berxwedanek nîşan dan û heta dereceyeke mezin planên dijmin pûç kir. Gerîla li Garê, Werxelê, Mamreşo, Zendûra û Girê Sor qehremaniyeke mezin nîşan da. Şehîdên me heta kêliya dawî li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê bi qehremanî li ber xwe dan lê PDK’ê piştgirî dida dewleta tirk. PDK’ê di vê serdemê de agahî dida dewleta tirk û bi provokasyonên li hemberî qadên gerîlayan, li pêşiya têkçûna dewleta tirk bûye astengiyeke mezin.”

Agahî tên ku PDK ji bo şer amadekariyan dike

Daxuyaniya KCK’ê wiha didome: “Di sala nû ya têkoşînê de di nav çapemeniya başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin ku wê dewleta tirk dest bi tevgereke dagirker bike û ji bo vê bi PDK’ê re li hev kirine û plansaziyeke hevpar çêkirin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya başûrê Kurdistanê de PDK wê îsal yekser tevlî tevgera dagirker bibe û tê diyarkirin wê pêşmergeyan li hemberî gerîlayan têxin şer. Me bi wesîleyên cihê ev agahî li raya giştî belav kir. Lê ligel van tiştan jî tê nîqaşkirin ku PDK’ê dev ji tevlêbûna operasyona dagirker bernedaye û ji bo şer amadekariyan dike.”

Ji bo meşrû bike hinek çalakiyên provokatîf dike

KCK’ê destnîşan kir ku PDK di nav hewildana rewakirina şer de ye û ev tişt parve kir: “Li gorî agahiyên di çapemeniyê de derdikeve û gihiştine me, ji bo PDK karibe bi awayekî çalak tevlî operasyona dagirker a dewleta tirk bibe û vê tevlêbûnê meşrû bike, wê hinek çalakiyên provokatîf bike. Li gorî vî tiştî wekî planeke şerê taybet wê bi nûçeyên derew raya giştî ya kurdan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê sor bike. Heke ev jî bi ser nekeve, wê pêşmerger hinek êrişên ku xisarê bide gelê Başûr bike û wê van êrişan têxin stûyê gerîlayan. Hinek malperên provokator ên girêdayî PDK’ê, ji niha ve ji bo zemîna van êrişan amade dike û dixwaze van tiştan meşrû bike. Di çapemeniyê de jî derket holê ku qadên ku 20 sal in di bin kontrola gerîlayan de ye, di rojên dawî de hêzên taybet ên PDK’ê bi çekên giran xwe li wir bi cih dikin. Ev gaveke gelekî xetere ye û xizmeta armanca dagirkeriya dewleta tirk dike.”

Wê ev tişt rê li ber bobelatan veke

Di dawiya daxuyaniyê de KCK’ê ev bang kir: “Em wekî berê dîsa bang dikin ku divê PDK tevlî vî şerê qirêj ê dagirker û planên faşîzma AKP û MHP’ê nebe. Heke PDK xwe bide kêleka hêzên dagirker ên dewleta tirk û li hemberî gerîla şer bike wê ev tişt were wateya ku derbên giran li destkeftiyên demokratîk ên neteweyî yên gelê me û Kurdistanê were xistin. Heke PDK tevlî dewleta tirk êrişî qadên gerîlayan bike ev tişt tê wateya êrişa li ser statuya Başûr û destkeftiyên wê. Divê PDK tevlî vê plana dagirker nebe. Ev plan wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke. Bi vê wesîleyê em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin. Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xerab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikinku divê PDK tevlî vê plana qirêj nebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar