Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Divê têkoşîna ekolojîk li her dere bê xurtkirin

KCK têkildarî şewatên li Kurdistanê daxuyanî da û wiha got: “Hem ji bo xwedîderketina li qada jiyanî ya Kurdistanê hem jî ji bo meşandina têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rengekî hevgirtî, divê têkoşîna ekolojîk li her derê bê birêxistinkirin û xurtkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî şewatên li daristanên Kurdistanê ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê derxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Xwezaya Kurdistanê qada jiyanê ya gelê kurd e. Daristan jî cegera wê ne. Lewma êrîş yekser li ser jiyana gelê kurd e. Xwezaya Kurdistanê yek ji qadên herî girîng ên jiyana li Kurdistanê ye; Botan bi xwezaya xwe qada herî girîng a jiyanî ya Kurdistanê ye. Ev erdnîgariyên ku qadên bihuştî yên Kurdistanê ne, niha ji aliyê dewleta tirk a qirker mêtinger ve bi agirê dojehê hewl tê dayîn bê tunekirin. Çewlig, Dêrsim, Amed û Bedlîs qadên girîng ên daristanî yên Kurdistanê ne. Xwedîderketina li welêt beriya her tiştî xwedî derketina li cografyayê ye.

Îsal ji ber germahiya zêde ya krîza avhewayê û bêtedbîriya hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî şewatê, li Tirkiyeyê agir bi daristanan ket û qadeke berfireh a daristanî şewitî. Vê rastiyê raxist pêş çavan ku li Tirkiyeyê têkoşîna ekolojîk çiqasî girîng û karekî lezgîn e.

Li Kurdistanê jî weke beşek ji şerê qirkirinê yê li dijî gelê kurd, daristan têne şewitandin û destûr nayê dayîn ku bê vemirandin. Li Kurdistanê daristan her sal têne şewitandin. Her êrîşa bi balafiran tê kirin, her êrîşa bi helîkopteran tê kirin, her êrîşa bi topbaranê dibe sedema şewatê. Di encama vê yekê de li Kurdistanê cihek nema ye ku agir pê neketiye. Li herêmên Deryaya Spî, Ege û Marmarayê bi kêmanî jî be hewl tê dayîn ku şewat bê vemirandin û destûr tê dayîn ku xelk şewatê vemirîne. Lê belê dema ku mesele dibe daristanên li Kurdistanê hingî destûr nayê dayîn ku şewat bê vemirandin. Ev rastî radixe pêş çavan ku daristanên li Kurdistanê bi zanebûn têne şewitandin.

Artêşa tirk bi bombekirinê agir bi qadê dixe

Di sala 2021’an de li gel êrîşên qirkirinê yên li ser gerîla û gelê kurd, şewata li daristanan jî zêde bûye. Bi meha gulanê re di serî de Botan, Amed û Herêmên Parastinê yên Medyayê li her devera Kurdsitanê êrîşên bi balafiran, helîkopteran û topbaranê agir bi qadê xistin. Ji hingî ve li Kurdistanê şewata daristanan dewam dike. Demên dawî li Dêrsim, Çewlig, Amed, Sêrt, Şirnex û Bedlîsê, ji ber bombardûma artêşa tirk agir bi qadê ket û ev şewat bi rojan e, bi hefteyan e dewam dike. Ji ber hestiyariya bi şewata li Tirkiyeyê rû da, yekemcar şewata li Kurdistanê di vê astê de ketiye rojevê.

Dewleta tirk çawa ku ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya kurd gund şewitand û xera kir, bi milyonan kurd koçberî metropol û Ewropayê kir, bi zext û zilmê hewl da ku gel ji têkoşîna azadiyê vegire, bi heman zîhniyet û armancê agir berdide daristanan. Bi gotina, ‘Li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku şewata li daristanan bê vemirandin lê çima li Kurdistanê hewl nadin vemirînin’ gelê kurd ji xwe zane ku dewleta tirk çima daristanan dişewitîne.

Bi şewatan hewl didin gelê Kurdistanê bitepisîne

Aliyekî din ê gotinên ‘me bi vî rengî lê da, em ê bi vî rengî biqedînin’ ên serokkomar, wezîrên karên hundir û parastinê yên tirk, hewldana ji bo herimandin û têkbirina cografyaya Kurdistanê ye. Bi şewitandin û wêrankirina cografyaya Kurdistanê hewl didin gelê kurd bitepisînin. Lê belê êrîşên topyekûn ên mêtingeriya qirker, hêrsa gelê me mezintir dike û zextên giran bi xwe re têkoşîna li dijî mêtingerî qirkeriyê tîne. Di encama têkoşîna gelê me û hêzên demokrasiyê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hatiye ber hilweşînê.

Xwezaya Kurdistanê qada jiyanê ya gelê kurd e. Daristan jî cegera wê ne. Lewma êrîş yekser li ser jiyana gelê kurd e. Xwezaya Kurdistanê yek ji qadên herî girîng ên jiyana li Kurdistanê ye; Botan bi xwezaya xwe qada herî girîng a jiyanî ya Kurdistanê ye. Ev erdnîgariyên ku qadên bihuştî yên Kurdistanê ne, niha ji aliyê dewleta tirk a qirker mêtinger ve bi agirê dojehê hewl tê dayîn bê tunekirin. Çewlig, Dêrsim, Amed û Bedlîs qadên girîng ên daristanî yên Kurdistanê ne. Xwedîderketina li welêt beriya her tiştî xwedî derketina li cografyayê ye. Feraseta endustriyalîzmê ya modernîteya kapîtalîst li cîhanê xwezayê tune dike û dibe sedema guhertina avhewayê. Li Kurdistanê jî mêtingeriya qirker a ku dixwaze gelê kurd qir bike û Kurdistanê biherimîne, xwezayê talan dike. Lewma têkoşîna li Kurdistanê têkoşîna li dijî qirkirinê di heman demê de xwedîderketina li xwezayê ye.

Rêber Apo ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê, têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna ekolojîk diyarker dîtiye. Hem ji bo xwedîderketina li qada jiyanî ya Kurdistanê hem jî ji bo meşandina têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rengekî hevgirtî, divê têkoşîna ekolojîk li her derê bê birêxistinkirin û xurtkirin. Têkoşînek ji vê bêhtir mafdar û rewa nîne. Têkoşîna bi vî rengî heta niha bi têrkerî nehate meşandin. Divê were zanîn ku mêtingeriya qirker bi zanebûn qadên jiyanî yên gelê kurd tune dike û li dijî vê têkoşîn bê meşandin.

Gelê me ji bo Dêrsima xwe, Botana xwe, Ameda xwe, Garzana xwe, Çewliga xwe û Serheda xwe biparêze, bi lez û bez xwe bi rêxistin bike û têkoşînê geş bike. Li Kurdistanê bi têra xwe mirovên me yên welatparêz ên têgihiştî hene ku li Kurdistanê têkoşîneke bi vî rengî bimeşîne. Jixwe gelê me bi temamî wê ji bo xwedîderketina li qada xwe ya jiyanê tev li nava vê têkoşînê bibe.

Bêguman li ku derê şewatek hebe divê gelê me xwe bi rêxistin bike û vemirîne; li dijî yên dişewitînin jî helwestê nîşan bide û bi vî rengî pêşî li van şewatên ji bo qirkirinê bigire.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar