Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Divê tevahî gelê me yê ji derveyî welêt biçe ser sindoqan

KCK’ê bi wesîla ya hilbijartinan daxûyaniyek da û got: “Dengek jî gelek giring e û divê tu deng bi avê de neçe. Banga me li hemû Kurdistaniyên welatparêz ên li Ewropayê û derên din ên derveyê welêt ew e ku biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê beriya hilbijartinên ku nêz dibin, daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû Kurdistaniyên ji dervey welêt dijîn kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Li ser esasê konsepta tasfiye û qirkirinê ya ku 24’ê Tîrmeha 2015’an ve xistina dewrê, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji wê rojê û vir ve bi rêbazên şîdet û şerê taybet ku di dîrokê de mîna wê hatiye dîtin, hewl dide ku Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike, destkeftiyên kurdan hemûyan ji rolê rake û qirkirina kurdan pêk bîne. Rejîma faşîst dema ku li hemberî berxwedana gerîla ket zoriyê, serî li bikaranîna çekên kîmyewî, çekên taktîk nukleer û her cure çekên çekên qedexe da. Dema hewldan dihat kirin ku gelê me bi rêbazên zext, girtin, îşkence û şerê taybet were çewisandin, sîstema îşkence û tecrîdê ya li ser Rêber Apo hatiye girankirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo ku şerê li dijî kurdan bimeşîne û qirkirina kurdan pêk bîne, zextek mezin jî li ser gelê Tirkiyeyê pêk anî, dewlet bi temamî veguherand sîstema çete û mafyayê û Tirkiye ber bi hilweşîn û krîza civakî, siyasî û ekonomî ve biriye. Niha qasî gelê kurd, gelên Tirkiyeyê jî dixwazin ji desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst rizgar bibin.

Bi hilweşîna AKP-MHP’ê Kurdistan û Tirkiye wê bikeve pêvajoyek nû

Têkoşîna ku em weke gel û Tevger dimeşînin, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst aniye ber hilweşînê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî têkoşîna me têk çû û vê têkçûn û hilweşîna xwe her roj hinek din kûrtir dike. Bi hilweşîna AKP-MHP’ê Kurdistan û Tirkiye wê bikeve pêvajoyek nû, astengiya herî mezin a li pêş têkoşîna demokratîk wê ji holê rabe. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo ku geşedanek wiha biafirîne, pêvajoyek gelek girîng îfade dike. Eger di hilbijartinên 14’ê Gulanê de tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst ji desthilatdariyê were xistin, wê pêşiya têkoşîna demokratîk vebe. Ev yek jî girêdayî wê yekê ye ku gel di hilbijartinên 14’ê Gulanê de îradeya xwe bi rengekî xurt raber bike. Lewma 14’ê Gulanê ji bo rizgarbûna ji desthilatdariya dijminê kurd, nîjadperest, qirker, mêtinger û faşîst, pêvajoyek a têkoşînê ya gelek girîng îfade dike.

Teqez divê her kes dengê xwe wek erkeke welatparêziyê bibîne û biçe ser sindoqan

Qasî gelê me yê li Tirkiye û Kurdistanê, gelê me yê li derveyî welêt jî divê gelek girîngî bidin vê hilbijatinê û teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Îradeya gelê me yê li Ewropayê dijî, divê teqez li ser sindoqan diyar bibe. Di tevahiya dîroka têkoşîna me de, di serî de li Ewropayê gelê me yê ji derveyî welêt piştgiriyek mezin dane têkoşînê û her fedakariya ku jê dihat hêvîkirin, pêk aniye. Bê guman welatparêzî vê yekê dixwaze. Gelê me yê li derveyî welêt, her tim bûye parçeyek ê têkoşîna li welêt û bûye layiqê rûmetiya vê yekê. Li gel vê yekê divê baş were fêmkirin ku astek girîng ê vê têkoşînê jî, hilbijartin in. Ji ber şertên civakî, siyasî û aborî yên Tirkiyeyê, girîng e. Me gel û tevger, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê aniye ber xerabûnê. Bi xurtî tevlîbûna hilbijartinê, derfeta ku em desthilatdariyê ji ser hikum bînin xwarê, çêbûye. Dengên gelê me yên li derveyê welêt, ne hindik in. Bandora dengên derveyê welêt, wê li encamên hilbijartinê gelek bibe. Lewma divê her kes teqez biçe ser sindoqan û ji bo AKP-MHP bikeve û hêzên demokrasiyê kar bikin, divê dengê xwe bide. Piştgiriya dengên derveyê welêt, wê li têkoşîna li welêt û dengê ku wê gelê me bide, gelek be. Lewma divê gelê me li derveyî welêt, dayîna dengê xwe wek erkeke welatparêziyê bibîne. Divê her kes hizira vê bike û hev û din teşwîqê dayîna dengê xwe bike. Divê bi teşwîqkirinê jî nemîne, hev hişyar bike û li yên bi hizir tevnegerin rexneyan bike. Her kes, li gel ku mafê wan ê dayîna deng ji berê ve heye, ji ber ku deng nedaye, divê lê bipirse, xwe bide ber rexneyan û biryar bide ku wê teqez vê hilbijartinê biçe û di dema dayîna dengê xwe de ku li derveyê welêt hatiye diyarkirin, dengê xwe bide.

Divê tu kes nebejê ‘min dengek heye, bidim çi ye, nedim çi ye

Berê gelê me pir nediçû ser sindoqan û deng nedida. Ev ji bo gelê me, kêmasiyeke mezin e. Çawa kurdek naçe dengê xwe nade û piştgiriya ku wê bi vî awayî bide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li welêt û nade. Divê gelê me bi tu awayî vê qebûl neke. Gelê Kurdistanê yê li derveyî welêt, divê dengek jî fîre nede û bi awayekê xurt tevlî hilbijartinê bibe û kêmasiya berê telafî bike. Ev hilbijartin, ji hilbijartinên din gelek cudatir e. Divê tu kes nebejê ‘min dengek heye, bidim çi ye, nedim çi ye.’ Dengek jî gelek giring e û divê tu deng bi avê de neçe. Banga me li hemû Kurdistaniyên welatparêz ên li Ewropayê û derên din ên derveyê welêt ew e ku biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar