Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Em bi berxwedana fedaî ya gerîla re bin, berxwedanê li her derê bilind bikin!

KCK'ê bang li gelê Kurdistanê, jin, ciwan û her kesî kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk a qirker mêtinger bi xurtî helwestê nîşan bidin û li gel berxwedana fedaî ya gerîlayên azadiyê cih bigirin, li her cihî berxwedanê bilind bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de bal kişand ser şerê dagirkeriyê yê dewleta tirk. KCK’ê diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bi eciqandina gerîlayên azadiyê re ku hêz û îradeya berxwedanê ya Kurdistanê ye, dixwaze qirkirina kurdan temam bike û hebûna kurdan bi temamî ji holê rake. KCK’ê dazanîn ku ev êrişên ku ji bo qirkirinê têne kirin, bi berxwedana topyekûn a gel û gerîla dikarin bêne têkbirin. KCK’ê destnîşan kir ku ger dijmin li her derê êriş dike, divê gel û hêzên berxwedanê jî li her derê bi rengekî çalak li ber xwe bidin û têbikoşin, divê gelê me bi ruhê berxwedanê yê gerîlayên azadiyê ku êrişên dijmin dişikînin, li her derê nerazîbûna xwe nîşan bide û çalakiyan bike.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Şerê tunekirinê ku dewleta tirk a mêtinger qirker ji bo desteserkirina destketiyên gelê Kurd, eciqandina îradeya berxwedanê û azadiyê ya kurdan û tunekirina hebûna kurdan daye destpêkirin, bi 14’ê Nîsana 2022’an êrişa li ser Zapê re derbasî qonaxeke nû bû. Dewleta tirk bi vê êrişa nû re ku 14’ê Nîsana 2022’an da destpêkirin, dixwaze îradeya berxwedanê ya hêzên azadiyê yên Kurd bişikîne, Tevgera Azadiyê tasfiye bike û polîtîkaya qirkirina Kurdan temam bike. Em bang li gel ûjinên Kurdistanê yên welatparêz, ciwanên Kurdistanê yên şoreşger û welatparêz, gelên Rojhilata Navîn, dostên gelê kurd û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk a mêtinger qirker bi rengê herî xurt helwestê nîşan bidin, li gel berxwedana fedaî ya gerîlayên azadiyê cih bigirin û li her derê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi berdewamî wiha got: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta tirk a mêtinger qirker bi rengê fedaî dest bi berxwedanê kirin û derbên giran li dijminê dagirker xistin. Em gerîla û fermandarên HPG û YJA Starê ji ber vê berxwedana wan a bi lehengî silav dikin û ji dil pîroz dikin. Hevrêyên xwe yên ku bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî, hezkirin û bi minet bi bîr tînin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê her tim êrişên dijmin ên dagirker qirker bi berxwedaneke fedaî şikandin, planên dijmin ên ji bo şikandina îradeya azadiyê ya kurdan û tunekirina hebûna kurdan pûç kirine. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi qasî ku planên dijmin ê faşîst mêtinger qirker pûç kiriye, di heman demê de ji aliyê mezinbûna îradeya azadiyê ya kurd û pêşvebirina wê de bûne hêza bingehîn.”

Êrişên qirkirinê bi berxwedana topyekûn a gel û gerîla dikare bê pûçkirin

KCK’ê ev tişt rave kir: “Dewleta tirk dixwaze bi eciqandina gerîlayên azadiyê re ku hêz û îradeya berxwedanê ya Kurdistanê ye, dixwaze qirkirina kurdan temam bike û hebûna kurdan bi temamî ji holê rake. Ev êrişên ku ji bo qirkirinê têne kirin, bi berxwedana topyekûn a gel û gerîla dikarin bêne têkbirin. Eger dijmin li her derê êriş dike, divê gel û hêzên berxwedanê jî li her derê bi rengekî çalak li ber xwe bidin û têbikoşin. Divê gelê me bi ruhê berxwedanê yê gerîlayên azadiyê ku êrişên dijmin dişikînin, li her derê nerazîbûna xwe nîşan bide û çalakiyan bike. Em di demeke dîrokî de ne ku ji bo gelê Kurd pêvajoyeek man û nemanê ye. Em gel û tevger xwedî wê hêz û îradeyê ne ku êrişên dijmin ên li ser hebûna me têne kirin, têk bibin. Hêza rêxistinî ya gel ji tank, top, balafir û her cûre teknîka dijmin mezintire. Gelê me ev rastî gelek caran ispat kiriye, polîtîkaya tepisandinê ya mêtingeriya qirker şikandiye û berevajî kiriye. Weke gel û tevgerê em bi wê wezîfeyê re rû bi rû ne ku bi heman ruhê berxwedan û têkoşînê planên heyî têk bibin.”

Divê nerazîbûna herî mezin ji aliyê gelê başûrê Kurdistanê ve bê nîşandan

KCK’ê bal kişand ser rista gelê başûrê Kurdistanê jî û wiha got: “Gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk nerazîbûna herî mezin nîşan bide. Ev êriş li dijî Başûrê Kurdistanê û destketiyên kurdan hemûyan e. PKK û gerîla ji ber ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin û destketiyan diparêzin, dibin hedefa sereke ya êrişan. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi cihgirtina li gel gerîla mîna salên derbasbûyî divê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a mêtinger qirker rabe ser piyan. Îradeya azadiyê û destketiyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi rabûna li ber dagirkerî û xiyanetê dikarin bên parastin. Yên ku hebûna gerîla weke hinceta dagirkeriyê nîşan didin ew hêz in ku hevkariyê bi dewleta tirk a mêtinger qirker re dikin û nirxên Kurdan pêşkêş dikin. Ev xayinên ku doza Kurd û Kurdistanê pêşkêş dikin, bêguman hebûna gerîla li pêşiya xwe weke astengiyê dibînin.”

Ciwanên Kurdistanê divê bi ruhê fedaî yê apoyî bersivê bidin êrişên dijmin

Bi domdarî di daxuyaniya KCK’ê ev tişt hat gotin: “Ciwanên Kurdistanê yên şoreşger welatparêz, bi ruhê fedaî û berxwedana bilind a gerîla li her derê bi çalakiyên xurt bersivê bidin êrişên dijmin û derbê lê bidin. Ciwanên Kurdistanê ji aliyekî ve divê tevlî nava refên gerîla bibin, gerîla xurt bikin, li aliyê din jî li her devera ku lê ne bikevin nava liv û tevgerê û çalakiyan bikin. Ciwanên Kurdistanê yên şoreşger û welatparêz artêşa parastina Kurd û Kurdistanê ye. Ciwanên Kurdistanê li hemberî êrişên dijminê mêtinger qirker ên ji bo şikandina îradeya gelê me û tunekirina hebûna gelê me, divê bêdeng nemînin. Ciwanên Kurd divê bi rêbazên dewlemend û afirîner çalakiyên bi bandor lidar bixin ku derbê li dijminê faşîst bixin. Keç û xortên Kurd pêwîste li benda talîmata kesî nemînin û bi însiyatîfa xwe li her derê pêşengiyê ji têkoşînê re bikin. Êrişên faşîzma AKP-MHP’ê û dagirkerî bi yekbûna pêşengiya ciwanan û berxwedana gerîla wê bêne şikandin. Ciwan parêzvanên gel û nirxên azadiyê ne. Ciwanên Kurdistanê yên şoreşger û welatparêz bi xwedîderketina li vê berpirsyarî û wezîfeya xwe ya dîrokî dikarin bi rola xwe rabin. Ciwanên Kurdistanê divê li her derê şerê azadiyê mezin bikin, derbên giran li dijmin bixin, berxwedanê li her qadê belav bikin. Ciwanekî Kurd li ku derê be divê xwe weke gerîlayekî bibîne û bi wî rengî tevbigere. Li ser vê bingehê ciwanên Kurdistanê li her derê bi ruhê berxwedana fedaî yıa Apoyî ya gerîla divê çalakiyan bikin û bersiva pêwîst bikin dijminê faşîst qirker.”

Jinên kurd wê bi rola xwe ya pêşeng rabin

KCK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Jinên Kurd ku îro hêza bingehîn û pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne, bi xurtkirina berxwedêrî û ruhê azadiyê têkoşînê xurtir dikin. Li hemberî êrişên faşîzma AKP-MHP’ê, li refên herî pêş têkoşiyan, kirin ku gelê me û hêzên demokratîk tevlî nava têkoşînê kirin û di hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê de bi roleke gelekî girîng rabûne. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker wê bi rola pêşengiyê rabin û di têkbirina êrişan de bi çalak tevbigerin.”

Divê gelê Kurdistanê hevkariya PDK’ê bibîne û helwestê nîşan bide

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “PDK bi piştgiriya ji bo êrişên dewleta tirk yekser cihê xwe di nava plana dagirkeriyê de digire. Dewleta tirk bi armanca qirkirin û tunekirina Kurdan êrişan dike. Cihgirtina li gel van êrişan xiyaneta li gel û doza Kurdan e. Gotina PDK’ê ku dibêje piştgiriyê nade êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk, xapandin e. Ji ber ku xwe ji nerazîbûna gelê Kurd vedigire, vê dibêje. Li aliyê din PDK li Hewlêrê û Behdînanê ku lê serdest e, li pêşiya nerazîbûna gelê Kurd a li dijî dagirkeriyê dibe asteng. Dijminê Kurdan şefê faşîst Erdogan ji ber piştgiriya ji bo dagirkeriyê spasiya PDK’ê kir, ku ev yek jî nîşan dide bê helwesta PDK’ê çi ye û li ku disekine. PDK bi her awayî îstîxbaratê dide dewleta Tirk, piştgiriya lojîstîkî dide û bi dorpêçkirina qadên gerîla cihê xwe di nava vî şerî de digire. Êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk bi esasî li gorî îstîxbaratê bi bikaranîna teknîkê tên kirin. PDK tevî îstîxbaratê bi her awayî piştgiriya stargeh û lojîstîkî dide artêşa tirk. Ji xwe artêşa tirk dema ku nekarî ji hewayê hêzên xwe li Kurojahro deyne, bi piştgirî û di bin parastina PDK’ê de ji Şêladizê bi meşê hewl da ji bejahî ve xwe bigihîne qadê. Ev rewş jî nîşan dide ku PDK di kîjan astê de hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Lewma di serî de gelê Kurdistanê divê her kes vê hevkariya PDK’ê bibîne û li hemberî vê yekê helwestê nîşan bide.”

Rewşenbîr, hunermend û nivîskar divê pêşengiyê ji civakê re bikin

KCK’ê xwst rewşenbîr, hunermend û nivîskar ji civakê re pêşengiyê bike û ev tişt got: “Di serî de rewşenbîr, hunermend û nivîskarên Kurd hemû mirovên rewşenbîr ên civakê divê li dijî dagirkeriyê helwesteke eşkere nîşan bidin û di afirandina nerazîbûna li dijî dagirkeriyê de pêşengiyê ji civakê re bikin. Hunermend, nivîskar û rewşenbîrên Kurd xwedî wê berpirsyariyê ne ku wateya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, metirsiya êrişan ji civakê re vebêjin û bidin fêhmkirin. Rewşenbîr û hunermendî tê wateya hişmendî, wijdan û zimanê civakê. Dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike û hebûna Kurdan ji holê rake êrişî gerîla û her qadê dike. Wezîfeya rewşenbîran e ku hevkariya bi dijmin re teşhîr bikin û civakê ronî bikin. Di vegotina rastiyê de û nîşandana helwesteke xurt a li dijî hevkariya bi dagirkeriyê re, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê rewşenbîr û hunermendan.”

Gelên Tirkiyeyê divê li hemberî dagirkeriyê berteka xwe nîşan bidin

Di daxuyaniya xwe de KCK’ê ev tişt anî ziman: “Heke gelên Tirkiyeyê û kedkarên li hemberî êrişên ku faşîzma AKP û MHP’ê dibin ser gelê Kurd berteka xwe nîşan bidin û tevî gelê Kurd di nav têkoşîneke hevpar de cih bigirin, ev tişt yek ji xala sosyalîstbûn, demokratbûn û azadîxwaziyê ye. Gelên Tirkiyeyê û hemû kesên ji bo azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê têdikoşin divê li gorî vê rastiyê tevbigerin û li hemberî dagirkeriyê jî helwesta xwe nîşan bidin. Ji ber vê divê 1’ê Gulanê divê bikin roja ku gelên Tirkiyeyê û kedkarên wê li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin û tevî gelê Kurd têbikoşin.”

Divê gelên Rojhilata Navîn li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin

KCK’ê bal kişand ser rista Rojhilata Navîn jî û wiha got: “Dewleta Tirk ne bi tenê Kurdistan û gelê Kurd nake hedef, polîtîkaya wê li ser dagirkirina Rojhilata Navîn e û dixwaze xwe tê de belav bike. Ji ber ku PKK û gelê Kurd baweriyê bi biratiya gelan tîne û ji bo jiyaneke demokratîk a hevpar a li ser wekheviyê li Rojhilata Navîn têdikoşe, dibe hedef. Ji ber vê gelê Ereb di serî de divê gelên Rojhilata Navîn li hemberî van êrişên dagirker ên dewleta Tirk helwesta xwe diyar bikin û bertekê nîşanî dagirkeriyê bidin.  Yekîtiya Ereban bertek û helwest nîşanî êrişên dagirker ên dewleta Tirk dan, vê helwesta wan hêja ye. Helwesta hikumeta Iraqê ya li hemberî dagirkeriyê qels û oportunîst e, lê dema ku hêzên siyasî yên Ereban û dewletên wan li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin, wê ev ji bo sekinandina polîtîkayên dewleta Tirk baş be.”

Hêzên navneteweyî çavê xwe jI êrişan re digirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ev tişt anî ziman: “Divê baş were zanîn dewleta Tirk bi piştgiriya ku ji hêzên navneteweyî stendine, van êrişan dikin. Heke hêzên navneteweyî piştgirî nedan û çavê xwe ji vê re negirtina, wê dewleta Tirk nekaribûya êriş bikira û çekên kîmyewî bi kar bianiya. Hêzên navneteweyî yên ku li dijî şerê li Ukraynayê bûn, li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk bêdeng dimîne. Divê gelên dinyayê û raya giştîya demokratîk van rastiyan bibîne. Em bang li hemû kesên li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk bêdeng dimînin û piştgiriyê didin êrişan dikin ku divê dev ji vê helwesta xwe ya li dijî demokrasiyê berdin û li hemberî vê dagirkeriyê helwesta xwe zelal nîşan bidin. Wê êrişên dagirker ên dewleta Tirk bi saya berxwedana qehremanî ya gerîlayan, bi têkoşîna ku gelê Kurdistanê di serî de bi ya gel, jin, ciwan, kedkar û demokrasîxwazan wê were pûçkirin, wê kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar