Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

KCK: Em ê hesreta Qazî Mihemed û hevalên wî pêk bînin

KCK’ê bi munasebeta 72’yemîn a salvegera şehadeta Qazî Mihemed û hevalên wî, peyamek parve kir. KCK’ê di peyama xwe de destnîşan kir ku têkoşîna Qazî Mihemed û  hevalên wî îro jî rêya têkoşînê ronî dike. KCK’e diyar kir ku dê hesreta Qazî Mihemed û hevalên wî ya Kurdistana azad pêk bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 72’yemîn salvegera şehadeta Qazî Mihemed û hevalên wî, peyameke nivîskî weşand.  Di peyamê de KCK’ê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anîn û destnîşankir ku dê hesreta wan a Kurdistana azad teqez dê pêk bînin.

Di peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Komara Kurdan a Mahabadê ku bi pêşengiya Qazî Mihemed hatibûbû damezirandin, di têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê kurd de xwedî cihekî girîng e. Di warê avabûna bîra neteweyî ya gelê kurd de bandoreke xurt heye û têkoşînê piştî xwe jî ronî kiriye. Pergala siyasî ya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an bûye sedema hilweşandina Komara Kurdan a Mahabadê.  Di pergala siyasî ya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an de Ingilisîstanê xwe daye kêleka dewleta Îranê û di warê hilweşandina Komara Kurdan de roleke diyarker lîst.

Çawa ku tu berxwedan vala naçin, hewldana Qazî Mihemed û hevalên wî jî vala neçûye. Heta ku pêşengî ji têkoşîna kurdan re were kirin, ev berxwedan dê watedar be. Bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê re îro pergala siyasî ya cîhanê û ya Rojhilata Navîn baş analîz kiriye û gelê kurd bi têkoşîna xwe ya îro re li Rojhilata Navîn bûye gelekî ku pêşketinên siyasî ava diyar dike. Bi rêxistin û têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê îro hêza têkoşînê derketiye holê ya ku dikare hesretên Qazî Mihemed û hevalên wî pêk bîne.

Qazî Mihemed û hevalên wî xwestine di nav sînorên Îranê de Kurdistana azad ava bikin lê Îran ji ber ku feraseteke wê ya demokratîk tune, dest bi daliqandinan kiriye. Îro gelekî diyar e ku bi darê zorê hesreta azadiyê ya kurdan nikarin hilweşînin. Nûbûna projeya Qazî Mihemed û hevalên wî yên têkoşînê, îro tê wateya Îrana Demokratîk û Kurdistana azad. Ji bo Îranê jî û ji bo kurdan jî rêya herî rast ev e.

Di salvegera 72’yemîn a daliqandina Qazî Mihemed û hevalên wî de em bang li Îranê dikin ku li ser bingeha gavên demokratîk doza kurdan çareser bikin û li ser esasê wekheviya gelan em bang li kurdan dikin ku Kurdistana azad ava bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar