Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî 3’yê Tebaxa 2014’an a salvegera Fermana Şengalê daxuyaniyek da û wiha got: “Parlamentoya Belçîka, Hollanda, Portekîz û Iraqê 3’yê Tebaxê êrîşa DAIŞ’ê û qetlîama ku pêk anî weke qirkirin qebûl kirine. Ev biryar girîng in. Lê divê bêjin ku kêmanî jî heye. Divê ji bo carekî din ferman û qirkirin pêk neyên çi bê kirin? Divê ya girîng bersiva vê pirsê bê dayîn. Di vî warî de yên ku ev biryar girtine, ji bo xweseriya êzidiyan divê kar bikin.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Berî niha bi 7 salan 3’yê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê êrîşeke qirkirinê bir ser Şengalê ku weke navenda cihên êzidî lê dijîn. Bi hezaran kurdên êzidî qetil kirin, bi hezaran jin û keçên êzidî revandin. Hê jî bi hezaran keçên ciwan û jin ji aqûbeta wan tu agahiyek nayên girtin. Bi hezaran êzidiyên ku di vê qirkirina ku êzidî weke Fermana 74’an bi nav dike de, bi bîr tînin, soza xwe ya rizgarkirina bi hezaran jin û keçên ciwan ên êzidî yên hatine revandin, nû dikin.
3’yê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê qirkirina êzidiyan pêk anî. Hêzên ku ji bo parastina êzidiyan erkdarbûn, li ber vê êrîşa qirker erka xwe bi cih neanîn. Êzidî bi pencên qirkirinê re rû bi rû hiştin. Rêber Apo berî êrîşa DAIŞ’ê demeke kin, diyar kiribû ku dibe êrîşî êzidiyan bê kirin, perspektîfa prastina êzidiyan dabûn. Li ser vê komeke gerîla ya ji 12 kesî ber bi Şengalê ketibûn rê. Hinek ji vê koma gerîla, ji aliyê PDK a li Şengalê ve hatibûn girtin. Gerîlayên din jî, di êrîşa DAIŞ’ê demek kin de, li Şengalê nûqteyên stratejîk girtibûn, pêşiya temamî qirkirina êzidiyan girtibûn. Ne tenê bi temamî êzidî ji qirkirinê rizgar kiribûn, wê demê rûmeta Iraq û PDK a li Şengalê jî hebûn rizgar kiribû; pêşiya wê girtin ku nekevin bi barekî giran.
Mafekî bingehîne ku êzidî bibin xwedî erka xweparastinê
Eger ku 12 gerîlayan êrîşa qirkirinê pêşî girtibe, bi hezaran ciwanên êzidî bi ruhê Derwêşê Evdî ev êrîş têk biribe, êzidî ji qirkirinê rizgar kirine. Encama ku ji vê yekê bê derketin, ji ber ku êzidî ne xwedî erkaxweparastin û xwerêberiyê bûn, ev êrîşa qirker pêk hat. Di vî warî de Fermana 74’an nîşan da ku xweparastin û xwerêveberiya êzidiyan mafê herî bingehîn e radixe ber çavan. Li ber nebûna xwerêveberî û xweparastinê ya êzidiyan, bêmafiyeke herî mezin e, ewilê bêwijdanî ye. Ev êrîşa qirker û firotina bi hezaran jinên êzidî ya li sûkên koleyan, hemû mirovahî kiriye deyndarê êzidiyan. Ev deyn jî bi nasîna xwerêveberî û xweparastina êzidiyan pêkan dibe.
Belçîka, Holanda, Portekîz û Iraq divê ji bo xweseriya êzidiyan kar bike
Parlamentoyên Belçîka, Hollanda, Portekîz û Iraqê, êrîşa 3’yê Tebaxê ya DAIŞ’ê û qetlîam pêk anî, weke qirkirin qebûl kirin. Ev biryar girîng in. Lê divê bêjin ku kêmanî jî heye. Divê ji bo carekî din ferman û qirkirin pêk neyên çi bê kirin? Divê ya girîng bersiva vê pirsê bê dayîn. Di vî warî de yên ku ev biryar girtine, ji bo xweseriya êzidiyan divê kar bikin. Ev ramana siyasî ya xweser divê bê ku ferq û cudahî bixe nava eşîret û cudabûnê, divê xweseriya hemû êzidiyan hebe. Heta divê ji bo vê xweseriyê nûnerên ji gel û baweriyên din jî hebin. Lê ya esas sîstemeke demokratîk azadiya bawerî û rêveberiya xweser a êzidiyan pêk bîne hebe.
Hê jî xebatên nenaskirina vîna êzidî û li ser wan bûna desthilat û serwer heye. Ev bêwijdanî û bêexlaqî ye. Divê li ser êzidiyan ne karekî siyasî, ne jî li ser wan otorîteriyek bê sepandin. Êzidî dewletê naxwazin, naxwazin bibin desthilat jî; sîstemekî xweser a rêbazên demokratîk lê hene dixwaze. Êzîdxaneke wiha li Iraqê û başûr Kurdistanê rûmetê bide qezenckirin.
Bila tu kes nebêje ku êzidî çima hez ji Rêber Apo, heskirinekî taybet a wan a ji bo gerîla heye. Rêber Apo di tevahî têkoşîna siyasî de xwestiye ku nasname û baweriya êzidiyan azad be. Li ser vê bingehê xizmetên mezin ji bo êzidiyan kiriye. Ji bo pêşdarazên li hember êzidiyan bide şikandin, kedekî mezin daye. Berî fermana 73-74’an PKK di mijara parastina êzidiyan de hişyar kiribû. Ji ber vê yekê gerîlayên HPG/YJA Starê hem ji qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê û dîsa ji roja şervanên YPG/YPJ’ê bi hewara Şengalê çûbûn, li dijî DAIŞ’ê xwe kiribûn bend. Êzidî wê hez ji Rêber Apo yê xwedî hişmendî nêzîkatiyeke wiha bikin. Wê girêdayî Rêbertiyeke wiha bin. Wijdan û wekhevî vê dixwaze. Ji ber ku êzidî xwedî wijdan in, xwedî li Rêber Apo derdikevin.
Ciwanên êzidî Şengalê diparêzin
Gerîla li dijî DAIŞ’ê sekin, gelek şehîd da, êzidî parastin. Bi sedhezaran ji qirkirina DAIŞ’ê rizgar kirin. Xwedîderketin û hezkirina gerîla, pêwîstiya edaletbûnê ye. Ji bo vê bila kes nebêjin çima êzidî hez ji gerîla dikin. Jixwe vê heskirin û girêdanê nîşan neke, şaş e.
Gerîla piştî ku Şengal rizgar kir, di warê leşkerî de ciwanên êzidî perwerde kir û şûnde, ji Şengalê vekişiyan. Êdî ciwanên êzidî Şengalê diparêzin. Meclisên xwe jî bi xwe birêve dibin. Li şûna ku her kes ji vê yekê spasdar û memnûn be, ji ber zextên dewleta tirk a pêşengê dijminê gelê kurd e, neqebûlkirina xwerêberî û xweseriyê neheqî û bêwijdaniyeke dîrokî ye.
Di salvegera Fermana 3’yê Tebaxê de, soz didin ku em ê ji her demê zêdetir xwedî li êzidiyan derkevin; di wê baweriyê de ne em ê tolhildana jinên êzidî li ser xeta azadiya jinan, bi gihandina xweseriya demokratîk a Şengalê bistînin; bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li êzidiyan derkevin, rêveberî û xweseriya wê nas bikin.” BEHDÎNAN