Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Em faşîzmê ji Cejna Qurbanê re bikin qurban

KCK'ê Cejna Qurbanê li tevahiya alema Misilman pîroz kir û bang li hemû gelan kir ku li dijî dewleta tirk a înkar û qirker bi awayekî rêxistinbûyî têkoşînê bikin û got: “Têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê wê bi qasî îbadetê û bi qasî qurbanî wê xêrê qezenc bike û di pirtûka mafan de weke na bê nivîsandin.”

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê di peyama xwe ya bi wesîleya Cejna Qurbanê de bang li her kesî kir ku mîna her cejnê serdana şehîdgehan, berxwedêrên di girtîgehan de bikin û bi malbatên wan re di nava hevgirtinê de bin.

Daxuyaniya Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê wiha ye:

“Em weke tevger Cejna Qurbanê li gelên Misilman pîroz dikin û hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û edaletê ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû alema Misilman. Em hêvî dikin ku ev yek bibe wesîleya xurtkirina dostanî, biratî, hevgirtin, parvekirina gelan û mezinkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê.

Cejn ew roj e ku xeydanî ji holê radibe, aştî pêk tê, hevgirtin û parvekirin herî xurt pêş lê dikeve. Di heman demê de cejn çanda têkoşîna li dijî zalim û minafiqên ku hiqûqê nas nakin temsîl dike. Bi minasebeta vê Cejnê, li dijî êrîşên qirkirin, talan û qetlîamên senteza tirk-îslam em bang li hemû gelên xwedî wijdan ên Rojhilata Navîn û di serî de kurdên welatparêz, rewşenbîr, ereb û tirk, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran dikin ku ji bo aştî û yekîtiya gelan pêk were, têbikoşin.

Senteza tirk-îslamê dijminatiyê li gelan, baweriyan û jinan dike

Misilmanên hêja yên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn!

Cejna Qurbanê ew roje ku qurbankirina mirovan hatiye qedexekirin e. Tevî vê yekê jî li ser navê îslamê li erdnîgariya ku civakên misilman lê dijîn her roj bi dehan kes tên qetilkirin. Zarok rastî tacîz û tecawizê tên, jin tên qetilkirin, her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Gelên Misilman ji ber polîtîkayên şer ên dewleta netewe û hikûmetên faşîst bi pirsgirêkên pir giran re rû bi rû ne. Tenê zîhniyet û siyaseta senteza tirk-îslamê ji bo hewesên xwe yên desthilatdariyê her roj rê li ber kuştina bi dehan mirovan vedike û talan û wêrankirina xwezayê, pirsgirêkên herêmê bêhtir mezin û kûr dike.

Polîtîkayên mêtinger û qirkirinê yên zîhniyeta îslamî ya desthilatdar a tirk, ji bo gelê kurd ku yek ji gelên Rojhilata Navîn a herî kevnar e, ji bilî wêrankirin, talan, qirkirin, îşkence, tecrîd û xizaniyê tiştek din îfade nake. Zîhniyeta senteza tirk-îslam dijminatiya gelan, baweriyan, jinan û hemû civakan e. Weke ku di encamên hilbijartinên 2023’yan de jî hate dîtin, îslama tirk ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe Xwedê, Qur’an û Sunnetê bêdudilî, bikar aniye. Di vê wateyê de, bawermendên ku rastiyan dibînin divê bizanibin ku heta bawermendên di xeta Muhammedan de li dijî vê îslamiyeta netewperesti şer neke, tu îbadetên wan nagihê wateya xwe ya pîroz. Ji ber van sedeman em dixwazin diyar bikin ku têkoşîna misilmanên tirk a li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê wê bi qasî îbadetê xêr be. Em di wê baweriyê de ne ku peywira yekem a misilmanên xwedî wijdan ên Tirkiye û Kurdistanê ew e ku nebin alîgirê ewqas guneh û sûcên ku li ser navê îslamê tên kirin. Bi vê wesîleyê em bang li kurdan, tirkên xwedî wijdan û misilmanên gelên din dikin ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, rizgariya gelên Rojhilata Navîn û kurdan û pêkhatina şoreşa Rojhilata Navîn li dijî faşîzm û îstîsmarkarên baweriyan têbikoşin. Bi taybetî divê kes neçe mizgeftên girêdayî diyanetê û bi helweste Hz. Muhamed a ‘her derê rûyê erdê mescîd e’ tevbigerin. Em dixwazin diyar bikin ku her helwest û tevgerên olî yên ku destekê bidin rejîma AKP-MHP’ê, li dijî îslama muhammedî ye. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî polîtîkayên faşîst ên rejîma AKP-MHP’ê wê bi qasî îbadetê û bi qasî qurbanî wê xêrê qezenc bike û di pirtûka mafan de weke na bê nivîsandin.

Têkoşîna li dijî faşîzma tirk misilmaniya herî rast e

Gelê Misilmanên hêja, Di êrîşa dawî ya li ser Rojava de car din derket holê ku rejîma Îslamê ya desthilatdariya tirk ku bi netewperstiyê tîmar dibe, qirker e. Çêkera dewletê ya senteza tirk-îslam yekane armanca wê ya êrîşên li ser Rojava, tunekirina destkeftiyên kurdan e. Rêveberiya Xweser kiriye hedef û êrîşî îradeya kurdên azad dike. Bi taybetî bi hedefgirtina jinan, bêtehemûliya wê ya li hemberî ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêş ketiye, nîşan dide. Zihniyeta desthilatdariya mêr-îslamî ya tirk jinê tenê weke heyîneke sîber dibîne. Zihniyeta ku desthilatdariyê, netewperestiyê, paşverûtiyê û dîndariyê ferz dike, êrîşî qadên jiyan û xebitînê yên jinan dike û dixwaze jinan bikişîne tarîtiyê. Li dijî vê zihniyeta tarî di serî de jinên misilman, em bang li hemû jinên xwedî bawerî dikin, bi wesîleya vê cejnê di têkoşîna demokrasî û azadiyê de li dijî faşîzma tirk li qadan têbikoşin. Kurdistaniyên hêja, Weke her cejnê em di vê cejnê de jî ji we dixwazin ku serdana goristanên şehîdan bikin û duayên xwe yên xêrê kêm nekin. Bi taybetî serdana hevrêyên me yên girtî, piştgirî dayîna malbata wan pêdiviyek a çanda cejnê ye. Em bi girîngî diyar dikin ku xêr û alîkariyên ku hûn bikin, bidin kes û saziyên ku wan alîkariyan bigihînin Kurdistaniyên ku pêdiviya wan pê heyî û herêmên erdhejê. Em dixwazin bi bîr bixin ku alîkarî û sedeqeyên ku bigihijin dewleta tirk a faşîst yan jî kes û saziyên ku pê re di nava têkîliyê de ye, li cem Hak nayê qebûlkirin.

Weke tevgera azadiyê ya Kurdistanê, bi van hest û fikiran em Cejna Qûrbanê misilmanên Kurdistanî, gelên Rojhilata Navîn û hemû alema misilman car din pîroz dikin. Em bang li gelên xwe dikin ku li dijî dewleta tirk a qirker û înkarker hîn zêdetir têbikoşin û ji bo ku her cejna ku di pêşerojê de bi ruhê yekîtiya demokratîk a gelan de were pîrozkirin, bila tevlî têkoşînê bibin. Bi wesîleya vê cejnê di şexsê şehîdên rûmetê yên Zap, Metîna, Avaşîn û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, em bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, dilsoziya xwe dubare dikin û soz didin ku têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar