Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Em her dem bi jinan re ne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand

Di peyama KCK’ê de ev tişt hat diyarkirin:

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bûye dost, heval û hogirê rastîn ê jinan, jinann dinyayê têkoşîn û hewldaneke mezin danîn holê. Em spasiya hemû jinann cîhanê dikin.

Em Tevgera Azadiya Kurdan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Bi baweriya bilind a ku wê rizgariya jinan bi xwe re rizgariya hemû bindest û mirovayetiyê pêk bîne, em têkoşîna wan silav dikin û em careke din diyar dikin ku em wek Tevgera Azadiyê ya Kurdan bi têkoşîna jinan re bin.

Jin mêtingeriyê qebûl nakin

Di warê geşbûna civak û mirovahiyê de de cihekî gelekî girîng û sereke ya hest û keda jinan heye. Ji ber ku di xwezaya jinan de civakîkirina jiyanê heye. Heke ne ji ber xwezaya civakîkirina ya jinan bûye, wê geşbûna mirovayetiyê û afirandina nirxan ne pêkan bûya. Di vî warî de hemû mirovayetî ji bo hemû nirxên erênî yên hatine afirandin, deyndarê jinan e. Xwezaya jinan ya ku jiyanê azad dike, wate û nirxekî dide jiyanê, di nava xwe de mêtingeriyê qebûl nake, dibe îfadeya rastîn a jiyana azad û heqîqetê. Ji ber vê jî jiyana azad a herî watedar, rast û azad wê bi azadbûna jinan pêk were, heke îradeya jinan bi awayê herî azad tev li jiyanê bibe, wê ev tişt pêk were.

Ji ber ku jin jiyanê azad dike û tê de mêtingeriyê pêk nayne, dibe hedefa feraseta mêrserwer a ku di nava wê de desteserkirin û mêtingerî heye. Jin di nava dîrokê de bi zordarî, zext, şîddet, dek û dolaban derxistine derveyî jiyanê û ew kirine mehkûmê mêtingeriyê. Bi çewisandina xwezaya jinan re civakîbûn hatiye paşxistin, di navbera mirovan de ferq, çîn, têkiliyên girêdayîbûnê hatine avakirin, rêya jiyana mêtinger hatiye avakirin. Lê nekarîne têkiliya xurt a jinan ya ku jiyanê geş dike û civakîbûnê ji nû ve hildiberîne ji holê rake, di warê geşbûna mirovayetiyê de xwezaya jinan roleke sereke bi cih aniye.

Jin riya rastîn vedikin

Di vê serdemê de pergala modernîteya kapîtalîst di nava dîrokê de bûye lûtkeya êrişên li ser jinan. Pergala modernîteya kapîtalîst civakîbûn ji holê rakiriye, dixwaze jiyanê ji mêtingeriyeke bêdawî veke. Vê nêzikatiya modernîteya kapîtalîst herî zêde li dijî xwezaya jinan e û berevajî taybetiya jinan e ya ku jin jiyanê civakî dikin û wê azad dikin. Ji ber vê pergala modernîteya kapîtalîst berê xwezaya jinan ji mêtingeriyê vedike, xwezaya jinan dike amûrek û wê ji wateya wê ya rastîn dûr dixîne. Pergala modernîteya kapîtalîst zanistê, zanyariyê, hunerê, çandê û hemû tiştên li ser navê mirovayetiyê hatiye avakirin, dike rûpoşa îdeolojîk a ji bo çewisandin û berevajîkirina xwezaya jinan. Ev zordarî, pêkutî, şîddet û mêtingeriyê tê veşartin û ev hemû tişt wekî azadî ne, tên pêşkêşkirin. Lê bi saya bîra jinan û îdeolojiya rizgariya jinan vê rûpoşa îdeolojîk a sixte ya modernîteya kapîtalîst her roj piçekî din dikeve. Têkoşîna azadiya jinan a ku azadiya rastîn û rizgariya wê di derbaskirina modernîteya kapîtalîst de dibîne, xeta xwe ya rastîn dibîne û rêya rizgariya ji mêtingerî, zext û şîddetê vedike. Rizgariya mirovayetiyê wê bi rizgariya jinan pêk were. Em Tevgera Azadiyê bang li mirovayetiyê dikin ku em zêdetir piştgiriyê bidin jinan.

Rêber Apo bûye rêhevalên jinan

Rêber Apo îdeolojiya rizgariyê ya jinan ava kiriye, bingeha teorîk û felsefîk a azadiyê daniye holê û ji bo azadiya jinan tevkariya herî mezin kiriye. Ji xeynî wê jî ji bo rêxistinbûna jinan û bikaribe bibin îrade û têkoşînê geş bikin jî di her warî de hewldana pratîk nîşan daye. Rêber Apo dema ji jinan re ev derfet ava kiriye, ev tişt daniye pêşiya mêran ku xwe ji têkiliya serwerî, mulkiyet û girêdanê rizgar bikin û li ser xeta azadiyê bikaribin xwe biguherînin û veguherînin. Rêber Apo bûye dost, hevrê û hevalê rastîn ê jinan û bi jinan re li ser bingeha azadiyê kom bûye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jin li her dera dinyayê têdikoşin û pêşengtiyê dikin. Em Tevgera Azadiyê ji ber ku xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û hewl didin, spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinên cîhanê dikin.

Roja jinan pîroz dikin

Şoreşa Azadiya Kurdistanê hêz û motîvasyona xwe ji rastiya jinên azad a ku dibe îrade distîne. Rêber Apo Şoreşa Azadiya Kurdistanê li ser vî bingehî ava kiriye. Ji ber vê jî Şoreşa Azadiya Kurdistanê dibe şoreşa jinan. Rêxistinbûna jinan û geşbûna têkoşîna rêxistinkirî ya jinan, regeza jiyana azad û armanca herî bingehîn a Şoreşa Azadiya Kurdistanê ye.

Bi saya têkoşîna ku jin pêşengiya wê dikin desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê hatiye asta hilweşandinê. Bi hilweşandina desthilatdariya AKP û MHP’ê, ew ê desthilatdariya faşîst a ku dijminatiya jinan dike  hilweşe, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û azadbûna Kurdistanê wê pêk were. Bi vê baweriyê em careke din 8’ê Adara hemû jinan pîroz dikin, bi baweriya ku wê rizgariya jinan rizgariya mirovayatiyê pêk bîne, em di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar