Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

KCK: Êrîşa nexweşxaneyê komkujî û qirkirin e

KCK'ê êrîşa dewleta Îsraîlê ya li ser nexweşxaneyeke li Xezeyê şermezar kir ûwiha got: "Ev êrîşa dewleta Îsraîlê êrîşeke komkujî û qirkirinê ye. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyera bi êş a bi ser gelê Filistînê ve hatiye me gelekî êşandiye."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Dewleta Îsraîlê duh bi şev li Gazzeyê êrîşeke hewayî bir ser nexweşxaneyekê û di vê êrîşê de mixabin bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîşa ku dewleta Îsraîlê kiriye êrîşeke komkujî û qirkirinê ye. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyera bi êş û giran a bi ser gelê Filistînê ve hat, em gelekî êşandiye. Em gelekî xemgîn in. Di serî de xelkê Gazzeyê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Filistînê re dixwazin. Em careke din piştgiriya xwe ya bi gelê Filistînê û doza wan a mafdar re nîşan didin. Têkoşîna gelan a li dijî zilmê wê teqez bi ser bikeve û hesab ji hemû komkujeran bê pirsîn.

Armanca desthilata AKP-MHP’ê qirkirina kurdan e

Mixabin ev êrîşên dewleta Îsraîlê li pêş çavên tevahiya cîhanê têne kirin. Dewlet û hêzên hegemonîk ne ji bo çareseriya pirsgirêka Filistînê, lê belê li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî tevdigerin. Bi çi rengî nêzî gelê kurd dibin, bi heman rengî nêzî gelê Filistînê jî dibin. Tu ji nêzên hegemonîk û dewlet naxwazin pirsgirêka Filistînê bi rengekî siyasî çareser bibe û ne alîgirê jiyana hevpar a demokratîk û wekhev a gelên ereb û cihû ya li Rojhilata Navîn e. Ji bo vê yekê hewl nadin, naxebitin. Pirsgirêka Îsraîl-Filistînê û rewşa heyî ji bo polîtîkayên xwe bi kar tînin. Têkildarî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Filistînê, bi qasî dewleta Îsraîlê ev hêz jî berpirsyar û sûcdar in. Her yek xwe li aliyê yekî nîşan dide, ku ev yek jî helwesteke xapînok e. Yek ji hêzên ku herî zêde vê dike jî dewleta tirk e. Derd, hewldan û karê dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Filistînê ye, armanca xwe ew e ku li Rojhilata Navîn pêşî li avabûna hevsengiyekê bigire ku polîtîkayên wê yên têkildarî qirkirina kurdan nexe xeteriyê. Bi temamî ji bo vê armancê tevdigere.

Çareseriya tekane Neteweya Demokratîk e

Gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê divê bi vê nêzîkatiyê zanibin û bi piştevaniya xwe ya ji bo gelê Filistînê hîn bêhtir têbikoşin û têkoşînê mezin bikin. Gelekî girîng e ku di serî de gelên ereb û cihû bi vê nêzîkatiya dewletan zanibin û di nava têkoşîna piştevanî û rizgariya hevpar de cih bigirin. Gelê kurd jî divê piştevaniya xwe ya bi gelê Filistînê re hîn bêhtir destnîşan bike û têkoşîna xwe bi vê nêzîkatiya piştevaniyê dewam bike. Çareseriya tekane û rasteqîn a pirsgirêkên li Rojhilata Navîn mejî û nêzîkatiya Neteweya Demokratîk e ku Rêber Apo destnîşan kiriye. Ya ku vê çareseriyê pêk bîne jî têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî ya gelên kurd, ereb û cihû ye.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em vê komkujiyê careke din bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji gelê Filistînê re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Divê gel bi têkoşîna xwe li ber van êrîşan rabin, dewlet jî dest ji helwesta xwe ya durû berdin ji bo rawestandina van êrîşan û çareseriya pirsgirêka Filistînê bikevin nava hewldanan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar