Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser êrîşên nijadperestî yên li dijî kurdan daxuyanî da ku dema dawî zêde bûne û wiha got: “Bila rehma Xwedê li Hakîm Dal be ku di êrîşên rojên dawî de yên li Tirkiyeyê şehîd bû û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Ji salên 1990’î û vir ve ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi pêş ket û li Kurdistan û Tirkiyeyê serhildan zêde bûn, li bajar û navçeyên Tirkiyeyê êrîş li dijî kurdan têne kirin. Bi sedan bûyerên bi vî rengî hene ku gelek ji wan bi rengê lînçkirinê hatin kirin. Êrîşên ku dibin sedema birîndarî û kuştina mirovan, demên dawî zêde bûne. Berî cejnê û bi cejnê re bûyerên wiha ji nişka ve zêde bûn ku ev yek nîşan dide, bi rengekî organîzeyî têne kirin. Êrîşên ku bi qetilkirina Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê dest pê kir, bi birîndarkirin û kuştina mirovan dewam dikin. Beriya çend rojan li Afyonê êrîş birin ser malbatên kurdan û xwestin ku jin-mêrên kurd lînç bikin. Di vê êrîşê de îşkence li mirovan hat kirin û hinek ji wan birîndar bûn. Beriya cejnê li navenda Enqereyê careke din êrîş birin ser kurdan û gelek kurd birîndar kirin ku rewşa du ji wan giran e. Li gundekî Konyayê di êrîşê de Hakîm Dal ji aliyê bi dehan êrîşkarên faşîst ve li pêş çavên xizmên xwe hat qetilkirin. Beriya demeke kurt li Konyayê careke din êrîş birin ser malbateke kurd û hin ji wan bi giranî birîndar bûn.”
Êrîş ji ber vê yeke tê kirin ku gelê kurd di azadiyê de israr dike
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha dewam kir:
“Êrîşên li dijî kurdan ên li bajar û navçeyên Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re heye. Kurdên ku kurdîtiyê diparêzin û daxwaza azadiyê dikin, weke dijmin hatine îlankirin. HDP a ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd diparêze, weke dijmin hatiye îlankirin û tim kirine hedef. Gelek caran gef li wan kurdan hate xwarin ku deng dane HDP’ê, gef li hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê hatiye xwarin. Jixwe tê zanîn, dijminatiya li PKK û Rêbertî ku nêzî nîv sedsal e ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin, dijminatiya li kurdan e. Rêber Apo ji ber ku hişmendiya azadiyê daye gelê kurd, di nava zext û tecrîdeke giran de tê hiştin.
Êrîş ji ber wê yekê tên kirin ku gelê kurd di azadiyê de israr dikin. Li gel zext û êrîşan jî gelê kurd di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi biryar e. Ji ber vê israra kurdan a di azadî û demokrasiyê de êrîş têne kirin. Di şexsê malbatan û şexsan de êrîşî tevahiya gelê kurd dikin. Bi rêya van êrîşan hewl didin ku îradeya jiyana demokratîk û azad a gelê kurd bişikînin. Welê dikin ku kurdek êdî nebêje ‘Ez kurd im’, bi kurdî neaxivin û bi nasnameya xwe ya kurdîtiyê nejî! Ji ber ku dixwazin kurdan qir bikin, bi êrîşên tepisandinê dixwazin înkarê di destpêkê de di nava kurdan de bidin kirin. Lewma êrîşên li dijî kurdan plankirî û organîzeyî ne.
Êrîş ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve tên kirin
Desthilatdariya AKP-MHP’ê kengî gefê li kurdan, li HDP’ê û li hêzên demokrasiyê dixwe, hinek radibin vê yekê ji bo xwe weke talîmatê dibîne û dest bi êrîşê dike. Navendeke şerê taybet heye ku planên tepisandinê li ser kurdan amade dike, bi rêxistin dike û fermana wê dide. MÎT û MHP ew hêz in ku van plansaziyên şerê taybet bi cih tînin. Ji ber vê yekê piraniya kesên ku êrîşê dibin ser kurdan têkiliya xwe bi MHP’ê re hene. Ji ber vê yekê êrîşên li her cihî niha li dijî kurdan têne kirin, li ser bingeha dijminatiya li kurdan ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve têne kirin. Tayyîp Erdogan ji gelê kurd û hêzên muxalîf re got ‘ev ji bo we hîn demeke xweş e’ û fermana êrîşan dide. Jixwe bi gotina ‘Kurd xwecihî û milî nînin’ kirine hedefa her cûre êrîşan.
Bi êrîşan dixwazin gelê kurd û gelên Tirkiyeyê nikaribin werin ba hev
Armanca van êrîşan ev e ku di salên dawîn de gelê kurd ji bo têkoşîna hevpar bi gelên Tirkiye û hêzên demokrasiyê nikaribin werin ba hev. Qetlîamên di sala 2015’an de yên li Pirsûs û Gara Enqereyê jî ji bo pêşîlêgirtina yekitiya demokratîk a gelan bû. Ji ber ku li gorî mêtingeriya qirker gelê kurd û gelên Tirkiyeyê di têkoşîna demokratîkbûnê de werin ba hev, wê ev tişt dawiya mêtingeriyê bîne. Bi vî awayî dixwazin pêşiya pêkhatina vê yekitiyê bigirin, hem hêzên demokrasiyê û hem jî kurdan qels bikin. Bi vî awayî li gorî hesabê xwe dixwazin qirkirina kurdan bi hêsanî bikin. Heke qirkeriya mêtinger bi van êrîşan re naxwaze gelê kurd û gelên Tirkiyeyê werin ba hev, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî divê hevgirtin û îradeya têkoşîna hevpar a bi kurdan re xurt bikin, di vê têkoşînê de ya li dijî faşîzmê jî bi kurdan re bin.
Gelê kurd divê baş bizanibe ku armanca van êrîşan ji bo qirkirinê ye. Ev êrîş bi plankirî ne û wê ji niha şûnde jî pêk were. Bi polîtîkaya şerê taybet Kurdistan tê valakirin, kurd diçin ku derê jî li ser wan êrîş tê kirin. Yek ji armanca êrîşa li Konyayê jî ev e ku kurdên li Anatoliyaya Navîn ji axa wan derxînin. Ev hemû tişt ji bo qirkirinê pêk tê.
Gelê kurd divê stûyê xwe xwar neke û xwe biparêze
Heke gelê kurd dixwazin hebin, wekî hemû zindiyan divê li hemberî êrîşan, xwe biparêzin. Ev parastin di şexsê wan de parastina hebûna gelê kurd e. Wêrektiya kurdan dikare her cure êrîşan bişkîne. Di vî warî de divê stûyê xwe xwar nekin. Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê li her derê bi biratî bijîn. Em dijminatiya tu gelî nakin. Dema ku êrîşî me hat kirin, em jî bersiva wan bidin. Ji bo vê jî divê em li her derê xwerêxistinkirina xwe geş bikin. Xwerêxistinkirin hêza herî mezin a parastinê ye. Li her navçe û bajarên Tirkiyeyê bi xwerêxistinkirin û berxwedana li hemberî êrîşan dikare pêk were. Bêguman kurd divê têkoşîna li hemberî faşîstên şovenîst, tevî hêzên demokrasiyê helwestên hevpar pêk bîne.
Wê êrîşên ji bo qirkirina kurdan tu carî bêbersiv nemîne, kesên ev êrîş rêxistin kirine û kirine wê teqez hesabê vî tiştî bidin. Em bang li gelê kurd dikin ku di rewşên wisa de bila hevgirtinê xurt bikin, ji bo bidawîanîna van êrîşan têkoşîna azadî û demokrasiyê li her derê geş bikin.” BEHDÎNAN