Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst 10 roj in êrîşên dagirkeriyê tîne ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha hat gotin: “Armanca wan ew e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û polîtîkaya xwe ya qirkirinê bi ser bixîne. Li dijî vê êrîşa faşîst qirker, gerîlayên HPG û YJA Starê bi rengekî fedayî û dîrokî li ber xwe didin. Ji kêliya destpêkê ya êrîşan û vir ve gerîla derbên giran li dagirkeran didin. Li dijî êrîşa qirkirinê şerê man û jiyana azad a gelê kurd dimeşînin. Em, hevrêyên xwe yên ku di pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de şehîd bûn bi minet bi bîr tînin, gerîla û fermandarên ku li ser şopa Fermandar Egîd û şehîdan hemûyan vê berxwedana dîrokî dimeşînin, ji ber serketinên wan pîroz dikin û bi baweriya ku têkoşîna wan dê teqez bi ser bikeve bi hezkirinê silav dikin. Gerîla şerê parastina gelê kurd û tevahiya Kurdistanê dike.”
Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam kir:
“Berxwedana gerîla banga li gelê kurd û hêzên siyasî ye ku bi hev re Kurdistanê biparêzin. Ji ber ku ev berxwedan ne tenê ya bakur û başûrê Kurdistanê ye, parastina temamiya Kurdistanê ye. Berxwedana demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.
Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li Rojhilata Navîn diqewime, di serî de dewleta tirk a faşîst qirker dijminê kurdan hemû ji bo kurd nebin xwedî jiyaneke demokratîk û azad êrîşî hemû destketî û çeperên têkoşînê dikin. Di nava şerên cîhanê de her tim li dijî hebûna hin gelan êrîş hatine kirin. Di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî tê xwestin ku gelê kurd bê qirkirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîka û kiryarên xwe israr dike ku qirkirina kurdan bibe serî. Kurd jî li dijî van êrîşên qirker têkoşîna man û nemanê dimeşînin. Êrîşên dagirkerî û qirkeriyê ne tenê li ser bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, êrîş li ser her parçeyekî Kurdistanê ye. Lewma erk û wezîfeya her kurdî ye ku bi hev re Kurdistanê biparêzin.
Ev berxwedan berxwedana parastina Kurdistanê ye
Çawa ku êrîşa dewleta tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa li dijî temamiya gelê kurd e, berxwedana li dijî vê êrîşê jî berxwedana parastina tevahiya gelê kurd e. Lewma ev berxwedan divê weke berxwedana hebûna neteweyî ya temamiya kurdan bê dîtin. Eger êrîş û berxwedan di vê astê de neyê dîtin, kurd wê bikevin nava xefleteke dîrokî. Encamên vê jî wê ji bo her parçeyên Kurdistanê giran be. Lewma, mîna ku fermandarê artêşa gerîla hevrêyê me Mûrat Karayilan destnîşan kir, ev berxwedan berxwedana parastina tevahiya Kurdistanê ye. Hêzên welatparêz hemû divê bi vê berpirsyariya dîrokî rabin û cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin.
Gerîla weke rûmeta gelê kurd berxwedaneke mezin nîşan didin. Her gerîla ji bo gelê kurd û Kurdistanê dijî, hebûna xwe di oxira gelê kurd de feda kiriye. Gelê kurd bêguman wê xwedî li van ewladên xwe derkeve ku rûmeta wan e. Ji ber ku hêzên qirker wê bi berxwedana gerîla û bi serhildana gel bên qewirandin. Têkoşîna gel a ku bi gerîla re bûye ji aliyê tu hêzeke qirker ve nikare bê rawestandin. Gelê me wê berxwedana xwe bi gerîla re dewam bike û Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk teqez pêk bîne.
Berxwedana lehengî ya gerîla ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne ne tenê ji aliyê gelê kurd, di heman demê de ji aliyê gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê ve bi coş û sempatiyeke mezin tê pêşwazîkirin. Hîn di hefteya destpêkê de ji bo mirovahiyê bûye cihê hezkirin û hurmetê.
Vê berxwdanê rûmeteke mezin daye Tevgera Azadiyê û gelê kurd. Bi navê gelê xwe û tevgera azadiyê em hemû gerîlayên ku ev rûmet dane me silav dikin û serketinê ji wan re hêvî dikin.” BEHDÎNAN