Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Gelê kurd bi teqezkirina azadiyê wê hesabê komkujiyan bipirse

KCK’ê daxuyand ku Komkujiya Roboskî yek ji gelek komkujiyên li ser kurdan e û wiha got: “Gelê kurd wê azadiya xwe teqez pêk bîne û hesabê hemû komkujiyan bipirse."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî peyamek weşand. KCK’ê  destnîşan kir ku ji dewleta kujerê gelan daxwaz û hêviya edaletê nayê kirin û wiha hat gotin: “Gelê kurd wê azadiya xwe teqez pêk bîne û hesabê hemû komkujiyan bipirse.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Dewleta tirk a mêtinger qirker di 28’ê kanûna 2011’an de êrîş bir ser 34 kurdên ku piraniya wan zarok bûn û ji bo debara xwe bikin li ser sînorê Bakur û başûrê Kurdistanê kar dikirin. Di encama bombardûmana bi balafiran de her 34 kurd bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Ev komkujiya ku gundiyên Roboskî lê hatin kuştin, bi navê ‘Komkujiya Roboskî’ weke yek ji gelek komkujiyên li hemberî kurdan derbasî nava dîrokê bû. Em vê komkujiya nemerdane careke din bi hêrs û tundiyeke mezin şermezar dikin, di şexsê mirovên ku jiyana xwe ji dest dane şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin û soza ku me dane şehîdên xwe careke din dubare dikin.

Tevî ku 13 sal di ser Komkujiya Roboskî re derbas bûne, mîna komkujiyên din Komkujiya Roboskî jî hatiye nixumandin. Hesab ji berpirsyarên komkujiyê nehate pirsîn û di heman demê de komkujî jî şaş nehate dîtin, hate parastin. Weke ku tê zanîn şefê faşîst Tayyîp Erdogan ê ku fermana komkujiyê bi xwe da, bi rengekî aşkera xwedî li komkujiyê derket û kesên ku komkujî pêk anîn pîroz kir. Tayyîp Erdogan bi xwedîderketina li komkujiyê û komkujeran re hem rola xwe ya di komkujiyê de hem jî nêzîkatiya dewleta tirk a li kurdan nîşan da. Komkujiya Roboskî yek ji gelek komkujiyên li dijî kurdan e ku ti ji wan bi nezantî nehatin kirin. Hemû komkujî di çarçoveya plana dewleta tirk a ji bo qirkirina kurdan hatin kirin. Komkujiya Roboskî jî bi heman rengî pêk hat. Îro jî rastî û polîtîkaya komkujiyê ya dewleta tirk dewam dike.

Bi wesîleya salvegera 13’an a Komkujiya Roboskî em dixwazin careke din balê bikişînin ser vê rastiyê; ji dewleta ku gelan, bi taybetî jî gelê kurd qetil dike, edalet nayê hêvîkirin. Ya ku edaletê pêk bîne û hesabê dîrokî bipirse têkoşîna gelan e. Gelê kurd jî mîna ku heta niha kir, wê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe mezin bike, azadiya xwe misoger bike û bi vî rengî hesab ji komkujî û mêtingeriya qirker bipirse. Gelê Kurd wê azadiyê teqez pêk bîne û hesabê hemû komkujiyan bipirse. Em gel û tevgereke bi vî rengî ne ku soz li ser vê yekê dane. Divê em têkoşîna xwe ya azadiyê hîn bêhtir mezin bikin û vê soza xwe bi cih bînin. Li ser vê bingehê ji bo hesabê Komkujiya Roboskî û hemû komkujiyan bê pirsîn em bang li her kesî dikin ku têkoşînê hîn mezin bikin, hîn bêhtir têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar