Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCK: Gelên Kurdistanê rê nedan faşîzma AKP-MHP’ê

KCK’ê daxuyand ku divê her kes destkeftiya dîrokî ya gelên Kurdistanê bibîne, li ber berçav bigire û wiha got: “Vîna mezin a di Newrozê de di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de jî hate nîşandan. Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê. Ev serkeftin pêşketina feraseta netewa demokratîk îfade dike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê encamên hilbijartinên dîrokî de daxuyaniyek weşand. KCK’ê gelê Kurdistanê yê ku di hilbijartinên herêmî de serketinên dîrokî bi dest xist, pîroz kir û destnîşan kir ku divê her kes helwesta gelê kurd, rolê wê û serketina wê ya dîrokî bibîne û rast fêm bike.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an ên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de gelê me îradeya xwe raber kir û serketineke pir girîng û dîrokî bi dest xist. Ji ber vê serkeftina dîrokî, di serî gelê me yê bakurê Kurdistanê em hemû gelê Kurdistanê ji dil pîroz dikin.

Di hilbijartinê de lîstikên şerê taybet vala hat derxistin

Ev serketina ku gelê bakurê Kurdistanê bi dest xistî hemû parçeyên Kurdistanê kêfxweş kiriye, hemû gelê Kurdistanê bi vê serkeftinê serbilind e. Serkeftina dîrokî ya di hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adarê de di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de li cihekî girîng bi cih bûye û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd xurt kiriye. Bêguman di vê pêvajoyê de tevkariya yên ku berpirsyarî girtine û ked dane, ji bo vê encama dîrokî diyarker bûye. Me hemûyan dît ku kedeke bê hempa hat dayîn. Ji xwe gelê me encameke dîrokî wergirt û bi rengekî herî baş teqdîra vê kedê da. Em jî van hevalan pîroz dikin. Dîsa em dayikên Kurd, ciwan û jinan pîroz dikin. Dayikên Kurd bi çalakiya piştevaniya bi girtiyan re, wijdana civakê hişyar kir û xist nava liv û tevgerê. Weke wijdana civakê bi rola xwe rabûn. Di encamên hatine wergirtin de, ev rolê dîrokî yê dayikan bûye xwedî cihekî girîng. Em wan bi rêzdarî silav dikin. Dîsa ji bo serketina dîrokî ya hatî bidestxistin, helwesta jin û ciwanan a ji bo pêşketin û parastina hêmanên azadiyê, bûye xwedî cihekî girîng. Sekna jin û ciwanan lîstikên navenda şerê taybet pûç kir, bû sedem ku felsefeya me ya jiyana azad a li ser esasê azadiyê jinê bi ser bikeve. Ji vî alî ve em silavên xwe ji jin û ciwanan re dişînin û wan pîroz dikin.

Feraseta faşîst a netew-dewletparêz têk çûye

Di hilbijartinên herêmîî yên 31’ê Adarê de gelê me li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, rejîma qeyûm a ku îradeya gelê kurd desteser kirî, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke vekirî û zelal raber kiriye. Îradeya mezin a di Newrozê de di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de jî hate nîşandan, gelê kurd got ku ji tecrîd û faşîzmê re cih nîne û bersiva herî xurt da. Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê. Faşîzma AKP-MHP’ê ku 9 sal in nikare serî bi gelê kurd bide tewandin, gelê Kurd ji Rêber Apo û sekna azadiyê cuda bike û civaka Tirkiyeyê bike dijminê Kurdan, ji civaka Tirkiyeyê jî şeqameke dîrokî xwar û serî bi jêr ve qulipî. Xeta têkoşîna hevpar û yekîtiya demokratîk a ku gelê Kurd bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê re pêş xistî, bi ser ketiye. Serketina ji hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê hatî wergirtin, pêşketina feraseta netewa demokratîk îfade dike. Feraseta faşîst a netew-dewletparêz têk çûye û feraseta netewa demokratîk ku xwişk-biratiya gelan û jiyana hevpar îfade dike, bi ser ketiye. Lewma ev serketina dîrokî, serketina têkoşîna hevpar e ku gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ev têkoşîna hevpar bi feraseta netewa demokratîk bi hev re pêş xistin. Ev têkoşîna hevpar a gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, jinan, hêzên sosyalîst û demokratîk, ekolojîst, yên xwedî bawerî, Elewî, karker û kedkaran, her kesê ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe ye. Li aliyê din ev encamên ku hatine bidestxistin, ji bo hêzên demokratîk ên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bûye bangek ku helwestên xwe yên teng derbas bikin û yekîtî û tifaqa xwe hîn zêdetir pêş bixin.

Divê gelê kurd cihên hatine xespkirin qebûl neke

Bêguman mîna ku me berê jî anîbû ziman, hilbijartin di hewirdorek demokratîk de pêk nehatine. Bi taybetî jî li Kurdistanê bi temamî di hewirdorek antîdemokratîk de pêk hatiye. Li Kurdistanê hilbijartin bi temamî di bin zextê de pêk hatin. Jixwe Kurdistan 9 sal in ji aliyê mufetîşên mêtinger ve di bin qanûnên leşkerî de tê birêvebirin. Qayûm tenê aliyekî vê ne. Li Kurdistanê bi temamî hawireke leşkerî-faşîst heye. Hilbijartin di vî hawîrdorê de pêk hat û gel di nav hawireke zext, gef, şantaj û şîdetê de çû hilbijartinê. Bi deh hezaran mirovên weke leşker, polîs, sivîl, memûr û hwd. anîn Kurdistanê û deng bi wan hatine danîn. Ev pêkanîn radixe pêş çavan ku faşîzma AKP-MHP’ê xwedî feraseteke çawa ye û di dijminatiya xwe ya li kurdan de çiqasî kûr e. Heta roja îro ti sîstemeke faşîst serî li rêbazeke bi vî rengî nedaye. Serketina dîrokî ya li Kurdistanê tevî van zextan hemûyan jî pêk hatiye.Ev yek jî bi rengekî vekirî nîşan dide ku encamên gelê kurd bi dest xistine ji encamên ku di daxuyaniyên fermî de hatine nîşandan zêdetir e. AKP-MHP’ê ya faşîst ku dijminê Kurdan e, li ti bajar, bajarok û gundekî kurdan cihekî xwe nîne. Li Kurdistanê bi taybetî navend û navçeyên Şirnexê, navçeyên Colemêrg Qers, Bedlîs û Çewlikê, hemû cihên ku bi navê AKP-MHP’ê hatine nivîsandin cihên ku hatine xespkirine. Gelê kurd wê vê rewşê teqez qebûl neke û li dijî xespkirinê derkeve.

Gelê kurd di Newrozê û hilbijartinan de helwesta xwe nîşan da

Helwesta gelê kurd a di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de, rola ku lîstiye û serkeftina dîrokî ya ku bi dest xistine divê ji hêla her kesî ve rast were xwendin û fêhmkirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi gotin û polîtîkayên nîjadperest, neteweperest, olperest ên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan pêk tîne, zerara herî mezin daye Tirkiyeyê. Di nava 22 salan a desthiladariya xwe bi taybetî di nava 9 salên dawî de rewşa ku Tirkiyeyê gihandiye, bi kurtasî qeyraneke û gelên Tirkiyeyê ber bi xizaniyeke mezin ve birin. Tirkiye veguheriye hêlîna sîxûr, mafya, çeteyan, rant û talankeran. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi salan e li dijî vê zîhniyeta faşîst a dij mirovahiyê têdikoşe. Vê têkoşînê encamên dîrokî bi xwe re anî, mîna ku di hilbijartinên dawî de jî hate dîtin, polîtîkayên dagirker û mêtingeriyê ya AKP-MHP’ê hilweşand û desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê têk bir. Di qonaxa em gihaştinê de em di wê baweriyê de ne ku wateya têkoşîna gelê kurd baştir tê fêmkirin. Bêguman gelên Tirkiyeyê û hêzên wan ên sosyalîst ên demokratîk li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bûne parçeyeke girîng ên têkoşînê. Ji niha û şûnde bi desthilatdariya AKP-MHP’ê Tirkiye zêdetir ji aliyê wan ve nayê birêvebirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava hewl û amadekariyên kûrtirkirina şerê li dijî kurdan e. Ev yek wê rewşa Tirkiyeyê ya xirab, xirabtir bike. Divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Tirkiyeyê vê yekê bibînin û qebûl nekin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi kûrtirkirina şerê li dijî kurdan nîne. Pêdivî bi demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka kurd heye. Gelê Kurd hem di Newrozê de hem jî di hilbijartinan de bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan da û da diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Rêber Apo were bidawîkirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin û di çareseriya pirsgirêka kurd de Rêber Apo muxatab were girtin. Divê her kes vê helwest û vîna gelê kurd bibîne.

Banga me ji dewletên herêmê û hêzên navneteweyî re ev e; bila tu kes piştgiriya planên AKP-MHP’ê yên ku qirkirina kurdan kûrtir dike û di navbera gelan de şer û pevçûnan derdixe, neke. Divê her kes îradeya gelê kurd bibîne û li gorî wê tevbigere.

Em dubare serkeftina dîrokî ya gelê bakurê Kurdistanê, dayikên kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk, jin û ciwanan a di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de, pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar