Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Helwesta gelê kurd dê ji bo yekitiyê jî rolekî girîng bilîze

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî aloziya li herêma Zînî Wertê ku piştî şandina hêzên pêşmergeyan ji hêla PDK’ê ve derketibû holê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Piştî ku PDK pêşmerge anî qadeke Qendîlê, di nav raya giştî ya kurdan de bihistyariyek derket holê. Ji bo ku ev alozî nebe şer, bang hatin kirin. Ev bang û bihistyariya di nav raya giştî ya kurdan de gelekî bi qîmet e. Li gorî me, ev helwest nîşana şênber a netewebûna demokratîk a gelê kurd e. Vê helwesta li hemberî aloziyeke di navbera hêzên siyasî yên kurd, bendewarî û hesreta gelê me ya ji bo yekitiya neteweyî jî diyar dike.

Bi sedan hunermendên kurd ji bo di navbera hêzên siyasî yên kurd de şer çênebe û nekevin xefika dijminên kurdan, bang kiribûn. Ev bang ji bo me gelekî girîng e. Divê em jî guhê xwe bidin bangên hunermend û ronakbîrên gelê xwe yên ku wijdanê civakê ne. Hunermend ji bo gelê me bedewiyan ava dikin. Kesên berdevkiya heq, edalet, wijdan, azadî û demokrasiya gelê me dikin, ji bo gelê me tiştên baş dixwazin. Ji ber bangên wan em spasiyên xwe li wan dikin û diyar dikin ku em ji bo berpirsyariya xwe pêk bînin em ê hesas tevbigerin. Vê qada ku pêşmerge hatine, ji bo me qadeke gelekî girîng e û ji ber vê jî em ê hewl didin li gorî hesreta gelê kurd tevbigerin.

KNK a ku gelek hêzên siyasî di nav de ne, bang li PDK, YNK û PKK’ê kir ku bila vê aloziyê bi aqilselîm çareser bikin û her hêz vegere pozîsyona xwe ya berê. Ev bangeke girîng e. Ji ber ku heta niha bersiveke şênber ji banga KNK’ê re nehate dayin, ji ber berpirsyariya xwe, me xwest em spasiyên xwe aşkera bikin. Em balê dikişînin ser vî tiştî ku dema haya me ji vê bangê çêbû, me hewl da em li gorî daxwazan tevbigerin. Hewldanên me bi vî awayî didome. Tu nêteke me tuneye ku em li dijî PDK, YNK an jî hêzeke siyasî ya kurdan şer bikin. Daxwaza gelê me ya awayê têkiliya di navbera hêzên siyasî yên kurdan, daxwaz û hesreta me ye jî.

Rojnamevan û xebatkarên çapemeniya kurdan ên ku dixwazin bi feraseteke demokratîk û azadîxwaz gelê me agahdar bike, wan jî bang kiribûn ku divê alozî bi rêya diyalogê were çareserkirin. Ev bang bangeke ji bo hesreta gelê me ye jî. Fikra rojnamevan û xebatkarên medya û çapemeniya kurdan a li ser yekitiya neteweyî û divê pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin, ji bo me jî berpirsyariyeke dîrokî ye.

Bangên jinên kurd ên piştî rûdana Zînî Wertê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî û xwevegirtina ji dijmin hatin kirin, kampanyaya ku bi vê armancê hate meşandin, ji bo afirandina raya giştî ya kurd û nîşandana hesreta gelê kurd pir girîng e. Jinên kurd bi rengekî vekirî dest li vê rageşiyê werdane. Jinên kurd bi hesta berpirsyarî û çanda civakî ya bi dîrokê re afirî ye, laçikên xwe yên spî avêtine nava vê rageşiyê. Ev helwesta jin û dayikên kurd ji bo kurdan hemûyan fermaneke. Jinên kurd bang kirin ku pirsgirêk hemû bi yekitiya neteweyî, bi sekna neteweyî bên çareserkirin û hêzên siyasî hemû li rewş û cihê xwe yê berê vegerin. Bêguman her hêzeke siyasî ya kurd dê vê bangê bibîne. Banga jin û hunermendên kurd, hesta mafdarî, wekhevî, edalet û wijdanê gelê kurd temsîl dike. Hêzên ku armanca xwe pêkanîna vê hesretê ye, berpirsyariya xwe ye ku bersivê bidin vê bangê.

Hesasiyeta hunermend, rewşenbîr, rojnamevan, kesayet û saziyên demokratîk ên kurd û jinên kurd ên piştî rageşiya li Zînî Wertê hate nîşandan, rayeke girîng a kurd afirandiye. Wijdana gelê kurd di hesret û daxwazên wan de şênber bûye. Careke din hatiye dîtin ku raya giştî ya kurd di çareserkirina pirsgirêkan û afirandina sekna neteweyî de xwedî roleke girîng e. Ev rewş ji bo netewebûna kurdan û ji bo gelê kurd cihê kêfxweşiyê ye. Ev yek ne tenê destkeftiyeke gelê me ye, di heman demê de destkeftiya hêzên siyasî yên kurd hemûyan e.

Em girîng dibînin ku bûyera Zînî Wertê û pirsgirêkên di navbera hêzên siyasî yên kurd de derketine holê li gorî hesret û daxwazên raya giştî ya kurd bêne çareserkirin. Lewma berdewamiya vê baldariya raya giştî wê ji bo çareserkirina aloziya heyî ku hîn jî dewam dike û dikare bibe sedema encamên giran, diyarker be. Ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên gengaz ên pêşerojê û destnîşankirina sekneke neteweyî ya kurd dê roleke gelekî girîng bilîze. Eger ev baldariya raya giştî ya kurd bidome, em di wê baweriyê de ne ku hêzên li Zînî Wertê hemû dê li rewş û cihê xwe yê berê vegerin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, bangên ku li me hatin kirin me her tim weke bendewariyek ji me dîtin û li gorî vê yekê em tevgeriyan. Divê bê zanîn, li pêşberî bang, daxwaz û hesreta raya giştî ya kurd, em ê bi berpirsyariya xwe rabin. Li ser vê bingehê bang û bendewariyên hunermend, rojnamevan, KNK, saziyên demokratîk û kesayetên li 4 parçeyên Kurdistanê û jinên kurd ji bo me gelekî girîng in, hêja ne û ji ber van hewldanan em spasiyê li wan dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev berpirsyarî û baldariya raya giştî ya kurd ji bo çareseriya bi sekna neteweyî ya pirsgirêkên nava hêzên siyasî yên kurd, ji bo afirandina yekitiya neteweyî dê roleke girîng bilîzin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar