Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

KCK: Hemû şervan û fermandarên derb li dijmin xistine pîroz dikin

KCK’ê daxuyan ku çalakiyên gerîla yên ku meha tîrmehê gihîştin asteke bilind, derbên giran li dijmin xist û wiha got: “Em hemû şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên tevlî van çalakiyan bûne ji dil pîroz dikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekî şervan û fermandarên ku bi çalakiyên bibandor derb li dijmin xistine pîroz kir. Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Ber bi sala 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê re Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava meha dawî de gelek çalakî lidar xistin ku derbên giran li dijminê mêtinger qirker û artêşa dagirker xistin. Weke ku Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihand, gerîla bi çalakiyên xwe yên bi bandor Pêngava 15’ê Tebaxê hîn bi wate kirine. Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî dijminê dagirker mêtinger û qirker ê dixwaze gelê Kurdistanê tine bike, weke destwerdaneke gerîla pêk hat û ev pêvajo bi vejîna neteweyî bi encam bû, dijmin ji hev hate xistin û planên dijmin hatin pûçkirin. Îro jî gerîla bi heman armancê û bi ruhê fedaî planên dijmin ê dagirker mêtinger û qirker têk dibe. Mînakên herî dawî yên vê yekê çalakiyên li Sergelê, Girê Bahar û Geverê bûn. Gerîla bi van çalakiyên xwe yên xurt careke din planên dijmin têk birin û careke din ispat kirin ku çi dibe bila bibe wê Kurdistanê biparêzin û rê nedin dagirkeriya dijmin. Gerîla bi vê sekna xwe ya bi biryar û berxwedana xwe baweriyeke mezin dide gelê me, serê gelê me bilind dike, bi rûmet dike. Ev sekna bi biryar û berxwedana bênavber a gerîla ji aliyê gelê me ve tê silavkirin. Çalakiyên gerîla yên ku bi meha tîrmehê re destpê kirin û bi çalakiyên li Sergelê, Girê Bahar û Geverê gihîştin asteke bilind û derbên giran li dijmin xistin, dilê gelê me xweş kirin. Em van çalakiyên gerîla silav dikin, şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên tevlî van çalakiyan bûne ji dil pîroz dikin. Yek bi yek silav û hezkirinên xwe pêşkêşî hevrêyên xwe dikin. Her wiha ji ber vî karê serketî em Fermandariya xwe ya Biryargeha Navenda Parastina Gel pîroz dikin, hêvî dikin ku serketinên xwe dewam bike.

Gerîla bi wêrekî û fedakariyeke gelekî mezin li dijî dijminê dagirker, mêtinger û qirker li ber xwe dide, welatê xwe diparêze. Li dijî xeta xiyanetê ya noker ku dilê xwe firotiye dijmin û riziyayî ye, bi sekneke bilind a welatparêzî û şoreşgeriyê li ber xwe dide. Divê ev sekna gerîla bi xurtî bê fêhmkirin, li her derê sekneke bi heman rengî bê nîşandan û il ser vê bingehê li dijî dijminê dagirker mêtinger qirker û xeta xiyanetê ya hevkar, têkoşîn li her derê bê bilindkirin. Ciwanên Kurdistanê yên welatparêz divê li refên herî pêş ên têkoşînê bin, li ser vê bingehê tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla hîn zêde bikin û li her devera ku lê ne pêşengiyê ji têkoşînê re bikin. Li dijî dijminê ku nikare xwe li zimanê me rabigire, nasnameya me înkar dike, dest datîne ser îradeya me, bi êrişên asîmîlasyon, zext û dagirkeriyê dixwaze gelê me qir bike, divê gelê me li her derê bi ruhê serhildanê têbikoşe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar