Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Hêrsa gelê me dê her şêweyên komployê têk bibe

KCK’ê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dîjî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand. KCK’ê destnîşan kir ku mînaka vê komployê di dîrokê de nehatiye dîtin û ev tişt ragihand: “Ji ber tirsa ji hêza guherîn, veguherîn û şoreşgerî ya Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê, komployeke ji gelek aktoran pêk hat ku di dîrokê de nehatiye dîtin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê Salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir mêtingeriya qirker ku di sala 1998’an de li pêşberî Tevgera Azadiyê hat ber hilweşînê, xwe spart paşverûtiya herêmî û navneteweyî û li dijî Tevgera Azadiyê komployek kir. KCK’ê destnîşan kir ku di şexê AKP-MHP’ê de mêtingeriya qirker niha jî li ber hilweşînê ye.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Em dest bi sala 22’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dikin. Hemû şehîdên ku di têkoşîna dijî komployê de şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Girêdana mezin a şehîdên me ya bi Rêber Apo re dê her tim hêza serketinê ya têkoşîna me ya azadiyê be. Hêrsa gelê ma ya li dijî komployê wê her şêweyên komployê yên li dijî têkoşîna azadiyê têk bibe.”

Komployek li dijî gelan e

Bi berdewamî KCK’ê ev tişt got: “Ji ber ku Rêber Apo gelê kurd kir xwedî îrade û pergaleke demokratîk a ku xwe dispêre xuştk û biratiya gelên Rojhilata Navîn ava dikir, komploya navneteweyî li dijî wî hate kirin. Rêber Apo hîn jî rastiya kurdên azad diafirîne û ji bo avakirina pergalekê ku xwe dispêre xuşk û biratiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe, lewma li Îmraliyê bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Lê belê komploya navneteweyî nekarî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn rawestîne. Mîna ku Rêber Apo got; vê komploya dîrokî kir ku pêşketin zûtir pêk werin.”

Di dîrokê de nehatiye dîtin

KCK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Ji ber tirsa ji hêza guherîn, veguherîn û şoreşgerî ya Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê, komployeke ji gelek aktoran pêk hat ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Lê belê dema ku nêrîn û çalakiyeke şoreşgerî ya li gorî serdemê derkete holê, hingî ne artêş ne jî dewlemendî yan jî zext nikarin rawestînin. Ji ber vê yekê Rêber Apo destnîşan kir ku komploya dîrokî ya li dijî wî hate kirin, wê rastiyê û hêzên şoreşger ên gengaz nîşan bidin. Ji xwe ji hingî ve hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn pêşketinên girîng afirîne. Hişmendiya azadiyê, îrade û encamên wê ku niha li Kurdistanê hatine afirandin, ji yên 21 sal beriya niha gelekî zêdetir in. Gelên Rojhilata Navîn jî ketine nava têkoşîneke civakî ku li dîroka wan tê. Hêza civakî dîrokî ya Rojhilata Navîn rabûye ser piyan. Dema ku ev rabûn gihîşt rêbertiya xwe, hingî tu hêzeke herêmî yan jî navneteweyî li pêşiya wê nikarin bibin asteng.”

Li dijî PKK û Tevgera Azadiyê ya kurd komployên nû tên kirin

KCK’ê da zanîn ku dixwazin daxwaz û hesreta azadiyê ya gelan têk bibin û ev tişt anî ziman: “Bi vê komployê re ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi esareta Rêber Apo bi encam bû, ji ber ku encama dixwestin nekarîn bi dest bixin niha jî li dijî PKK’ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd komployên nû tên amadekirin. Hêzên ku pirsgirêkên herêmê çareser nakin, berevajî pirsgirêkan girantir dikin, di şexsê Tevgera Azadiyê de dixwazin daxwaz û hesreta azadiyê ya gelan têk bibin. Wergirtina biryara lêgerîna bi xelatê ya der barê 3 rêveberên PKK’ê û zêdebûna êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê li her qadê nîşan didin ku hêzên cuda bi hevkarî li dijî Tevgera me ya Azadiyê ketine nava komployekê.”

Di her mijarê de xwe dike amûreke şantajê

Di daxuyaniya xwe de KCK’ê diyar kir ku di şexê AKP-MHP’ê de mêtingeriya qirker niha jî li ber hilweşînê ye û wiha got: “Mêtingeriya qirker ku di sala 1998’an de li pêşberî Tevgera me ya Azadiyê hate ber hilweşînê, xwe spart paşverûtiya herêmî û navneteweyî û li dijî Tevgera me ya Azadiyê komployek kir. Di şexê AKP-MHP’ê de mêtingeriya qirker niha jî li ber hilweşînê ye. Ji ber vê yekê bi xweferzkirin, bi pêşkêşkirina xwe dixwaze xwe bispêre hêzên cuda û Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bike. Dema ku encamê ji êrîşan wernagire hîn bêhtir dike barebar û dixwaze hin hêzan bike hevparê êrîşên xwe yên qirkirinê. Ji bo nehêle ku mêtingeriya wê ya qirker hilweşe, di her mijarê de xwe dike amûreke şantajê.”

Her dever dirize

KCK’ê wiha got: “Rewşa çandî, civakî, siyasî û aborî ya Tirkiyeyê dişibe sala 1998’an. Her dever dirize. Ji bo tepisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû saziyan nirxên civakî û kevneşopiya dewletê danîne aliyekî. Ji ber vê yekê gotina ‘Dema mijar welat be tiştên din negirîng e’ veguheriye nirxê yekane yê îdeolojîk, siyasî û civakî ku ev yek jî nîşaneya îflasê ye. Êdî her şêweyên sazîbûnê, qanûn û pîvan li aliyekî hatine hiştin. Bêhêzbûna xwe û rewşa xwe ya li ber hilweşînê ye bi vî rengî nîşan dide.”

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê derfetên xwe hemûyan ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bi kar tîne. Dijminatiya li Kurdan û êrîşa li dijî her tiştên bi navê kurdîtiyê ku di dema komploya navneteweyî de hate kirin niha jî bi rengekî bênavber didome. Lê belê bi ruhê şehîdên berxwedana ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li her deverê berxwedaneke bi rengê fedayî heye. Ev berxwedana dîrokî ku bi berdêlan tê meşandin dê komploya ku dixwazin îro jî bikin têk bibe. Berxwedana ku bi îradeyeke qewîn tê nîşandan wê dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne, êrîşan têk bibe û li ser bingeha azadiya gelê kurd dê Tirkiye jî di nav de hemû welatên Rojhilata Navîn demokratîk bike. Di vê çarçoveyê de wê li Rojhilata Navîn serdema şaristaniya demokratîk pêk were.” BEHDÎNAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar