Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Heta ku gelê Kurdistanê azad bibe dê gerîla li ber xwe bide!

BEHDÎNAN |

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê dagirkeriya dewleta tirk a li Heftanînê û berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniyê de gerîla û fermandarên li Heftanînê li ber xwe didin pîroz kir û diyar kir ku heta gelê Kurdistanê azad bibe dê gerîla li ber xwe bide.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Pergala siyasî û zîhniyeta mêtinger qirker a ku AKP-MHP niha serkêşiyê jê re dike, her ku lawaz dibe hîn bêhtir êrîş dike. Her ku gelê kurd bi berxwedanê bersivê dide êrîşên qirker mêtinger, hîn bêhtir êrîşkar dibin. Mîna hemû desthilatdariyên ku hebûn û jiyana demokratîk û azad a gelê kurd nas nakin, desthilatdariya heyî jî her roj gotina ‘ya wê biqede ya wê biqede’ dubare dike. Ji ber ku dijminekî welê ye ku dixwaze hebûna kurdan ji holê rake, hêza xwe bi temamî ji bo şikandina îradeya kurdan bi kar tîne.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminê kurdan e, 15’ê Hezîranê dest bi êrîşeke din a berfireh kir. Bi dijminatiyeke çavsorane êrîş bir ser Şengal û Mexmûrê, ku ev yek karaktera desthilatdariya heyî ya Tirkiyeyê nîşan dide ku dijminekî çawa yê kurdan û mirovahiyê ye. Di êrîşan de tu ferq û cudahî nexist nava sivîl-gerîla û li Şêladizê û Metînayê 5 kurd qetil kir. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bang li gelê xwe dikin ku ji bo dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna li dijî dagirkeriyê mezin bikin.

Dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike

15’ê Hezîranê bi êrîşa li ser Mexmûrê û Şengalê re li dijî herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Armanc ji van êrîşan ew e ku hem derbê li gerîla bixin, hem jî dagirkeriya xwe ya li Başûr hinekî din fireh bikin. Dixwazin qad û baregehên dagirkirî yên li başûrê Kurdistanê berfireh bikin û dema ku firsend dîtin jî tevahiya başûrê Kurdistanê dagir bikin û bi ser xwe ve bikin. PKK û gerîla li pêşiya vê armanca xwe asteng dibînin, lewma bi van êrîşan dixwazin ku vê astengiyê ji holê rakin.

Berdêla xwe çi dibe bila bibe dê gerîla li ber xwe bide

Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla zanîn ku armanca dewleta tirk tunekirina kurdayetiyê ye, lewma li dijî van êrîşan li her cihî bi rengê fedayî û bi berdêlên giran li ber xwe didin. Gerîla li Heftanînê derbên giran li êrîşan xistin û careke din bersiv dan ku dewleta tirk wê nikaribe bigihêje armanca xwe ya qirkirinê. Çawa ku gerîla 36 sal in li ber xwe didin, heta ku gelê Kurdistanê azad bibe û hebûna neteweyî ya kurdan misoger bibe wê li ber xwe bide. Berdêla xwe çi dibe bila bibe dê li ber xwe bide, wê kiryar, polîtîka û zîhniyeta mêtinger qirker têk bibe.

Gerîla rûmet û paşeroja gelê kurd e

Em wan gerîla û fermandaran pîroz dikin ku îrade, biryardarî û israra gelê kurd a ji bo azadiyê di berxwedana Heftanînê de careke din nîşan dan. Gerîla rûmet û paşeroja gelê kurd e. Gerîla bi berxwedana xwe, di asteke gelekî bilind de rûmeta kurdan temsîl dike û nîşan dide ku paşeroj wê azad be. Dewleta tirk 40 sal in ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û gerîla êrîş dike. Gerîla jî li dijî vê yekê bi fedakariyeke mezin li ber xwe dide û ji bo gelê kurd destketiyên hêja diafirîne. Berdêlên ku heta niha hatine dayîn destkeftiyên mezin afirandine û wê ji niha û pê ve jî destketiyên mezin biafirînin, bibin sedema pêşketinan. Şiyara ‘Berxwedan jiyan e’ ya şehîdê me yê mezin Mazlûm Dogan her roj ispat dibe, gelê kurd bi berxwedanê heye, bi berxwedanê ji bo jiyana demokratîk û azad pêşketinên mezin diafirîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê kurd ku gotina ‘Berxwedan jiyan e’ ji xwe re kirine felsefeya têkoşîn û jiyanê, wê ji niha û pê ve jî li ber xwe bide û li her cihî bibe xwedî jiyana azad û demokratîk.

Ciwanên kurd divê tev li nava refên gerîla bibin

Gerîla sembola fedayîtiya kurdan e. Ji ber ku di rastiya gelê kurd de bawerî, îrade û daxwazeke bi vî rengî ya azadiyê heye, hêzên gerîla ku ewladên vî gelî ne bi rengê fedayî li ber xwe didin, dijmin bêhêvî dikin. Her ku dijmin êrîş dike, li hemberî xwe berxwedaneke hîn mezintir, hîn bi îrade û hîn bi biryar dibîne. Gerîla bi berxwedana xwe ne tenê nîşanî dewleta tirk da, di heman demê de nîşanî dost-dijmin her kesî da ku ev têkoşîn heta Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk dê bidome.

Berxwedana ku gerîla li her bihosta Kurdistanê nîşan dide berxwedana hebûnê ya pîroz e. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye divê xwedî li vê têkoşîna gerîla derkeve û li dora vê têkoşînê bicive. Divê her kurdek bi vê berxwedanê re be. Bi taybetî keç û xortên ciwan ên kurd divê hîn bêhtir berê xwe bidin qadên gerîla. Ji bo nîşandana îradeya azadiyê ya gelê kurd divê tev li nava refên gerîla bibin.

Gerîlayên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin bi fedayî li ber xwe dan û şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, bi navê tevgera me û gelê me em gerîlayên berxwedêr silav dikin; di têkoşîna wan a hebûna azad a gelê me de serketinê ji wan re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar