KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Heta serkeftinê berxwedana topyekûn

KCK’ê ragihand ku heta ku şaredariya Colemêrgê paşve were girtin divê her derê rabin ser piyan û wiha got: “Li dijî faşîzma qirker divê gelê me mîna ku li Wanê kir, li Colemêrgê jî bi berxwedaneke topyekûn rabe, bi rengê herî xurt bersivê bide êrişên qirker û desteserkirina îradeyê. Heta ku Şaredariyê venegerîne divê nesekine, timî li ser piyan be.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî destserkirina vîna gel û berxwedana li hemberî faşîzmê daxuyanî da. KCK’ê diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê qeyûm danî ser şaredariya ku bi îradeya gelê Colemêrgê hate hilbijartin û wiha got: “Desthilata faşîst careke din dest danî ser îradeya gelê Colemêrgê. Hevşaredarê ku bi îradeya gel hate hilbijartin jî bi rengekî nehiqûqî hate binçavkirin. Di serî de gelê me hemû hêzên sosyalîst û demokratîk, raya giştî ya demokratîk, muxalefeta li nava sîstemê û gelek saziyên demokratîk bi mafdarî vê kiryara antî demokratîk şermezar dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin. Em jî vî mejiyê mêtinger antî-demokratîk faşîst ê dijminê Kurdan şermezar dikin, nerazîbûna li hemberî vê yekê mafdar û di cih de dibînin, piştgiriyê dikin. Ya ku tê xwestin bê kirin, di şexsê xelkê Colemêgê de desteserkirina îradeya gelê Kurd e. Parçeyek ji êrişên qirkirina siyasî ye. Ev yek kiryareke faşîst qirker antî demokratîk e. Her kesên ku xwedî hestiyarî û têgihiştina demokratîk in, alîgirê jiyana hevpar û yekîtiya demokratîk a gelan e, divê li ber vê kiryara antî demokratîk rabin, li kêleka têkoşîna mafdar, rewa û demokratîk a gelê Kurd bisekinin. Heta ku Şaredariya Colemêrgê ya hatiye desteserkirin li xelkê Colemêrgê bê vegerandin, divê ev helweset bê mezinkirin û dewamkirin.”

KCK’ê destnîşan kir ku bi vê kiryarê re nêzîkatî, mejî û polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî gelê kurd careke din şênber bûye û wiha domand: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedî mejiyekî welê ye ku dijminê Kurdan e” û wiha dewam kir, “Şefê faşîst Tayyîp Erdogan jî rêveberê sereke yê vî mejî ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û Tayyîp Erdogan rêveberên vê serdemê yên wî mejî û polîtîkayê ne ku qirkirinê li Kurdan ferz dike. Bi vê armancê hatine wezîfedarkirin. Rastî ev e, ji bilî vê yekê ti nêzîkatî rast nîne ku tayînkirina qeyûm jî vê yekê careke din bi şênberî radixe pêş çavan. Lewma ji bilî têkoşîna li dijî vê siyaset û vî zîhniyetî nêzîkatiyeke din rast nîne. Divê ev yek bê dîtin û nêzîkatî li gorî vê yekê bê nîşandan. Di çarçoveya vê nêzîkatiyê de yekîtî divê pêk were û têkoşîn bê xurtkirin.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Aşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze plana xwe ya desteserkirina îradeyê ku nekarî li Wanê bi ser bixîne, bi desteserkirina îradeya xelkê Colemêrgê bi ser bixîne. Ji ber vê jî ya ku tê kirin ne tenê desteserkirina şaredariya Colemêrgê ye, di heman demê de desteserkirina îradeya gelê Kurd e. Ev desteserkirina îradeyê jî di çarçoveya qirkirina Kurdan de tê kirin. Dixwaze li Colemêrgê encamê bi dest bixîne û vê yekê li hemû bajarên Kurdan pêk bîne. Pêwîste ev nêt û metirsî bê dîtin, sekneke hîn bi xurtî û rêxistinî bê nîşandan.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hundir û derve polîtîkayeke xwe dispêre dijminatiya li Kurdan dimeşîne, hewl dide her kesî bike dijminê Kurdan. Dijminatiya li kurdan AKP-MHP bi jehrê xistiye, veguherandiye marekî kor ku dev li her kesî dike. Ji bo kurd ji binê zexta qirkirinê rizgar nebin, ji bo azad nebin, nebin xwedî îrade li ber hilbijartinên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî radibe, êrişan dike û komkujiyan pêk tîne. Bi rengekî welê tev digere ku çi dibe bila bibe ne xem e, tenê bila kurd xwe bi rê ve nebin, nebin xwedî îrade. Ya ku Sûriye xist vê rewşê, kir ku ewqasî qirkirin rû bide ev nêzîkatî ye. Ya ku li pêşiya çareseriya li Sûriyeyê hîn jî asteng e dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li Kurdan e, polîtîka û mejiyê xwe ye ku xwe dispêre dijminatiya li gelan. Niha hewl dide Iraqê jî bixe vê rewşê. Em hemû dibînin bê vê nêzîkatiyê Tirkiye xistiye çi halî, bi kîjan metirsiyan re rû bi rû hiştiye. Di encama vê yekê de li Tirkiyeyê hiqûq bi temamî ji holê rabûye, dewlet bûye çete, mayfa, civak birçî, xizan hatiye hiştin. Ev desthilatdarî ji aliyekî ve gelê Kurd qir dike, li aliyê din jî di bin zexta faşîzmê de qirkirinê li civaka Tirkiyeyê ferz dike. Desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP’ê dixwaze sîstema xwe ya antî demokratîk, neheq, bêhiqûqî, dijminatiya navbera mirovan, birçîbûn û xizaniya civakê dewam bike, di bin navê nermbûnê de jî hewl dide bi lîstikên siyasetekê muxalefetê jî tevlî polîtîkayên xwe yên faşîst bike. Divê hem civak, hem jî pêşengên civakê ûs iyasetmedar vê rastiyê baş bibînin û têkoşîna demokrasiyê mezin bikin.

Li dijî faşîzma qirker divê gelê me mîna ku li Wanê kir, li Colemêrgê jî bi berxwedaneke topyekûn rabe, bi rengê herî xurt bersivê bide êrişên qirker û desteserkirina îradeyê. Heta ku Şaredariyê venegerîne divê nesekine, timî li ser piyan be, li serhlidanê be. Ciwanên Kurdistanê yên welatparêz jî divê li refên pêş ên vê têkoşînê bin, pêşengiyê ji gel re bikin.

Gelekî watedar e ku hêzên çep, sosyalîst, demokratîk û azadîparêz piştevaniyê bi gelê kurd re dikin. Divê ev yek dewam bike û hîn xurt bibe. Muxalîfbûyîn, alîgiriya azadî û demokrasiya li Tirkiyeyê bi xwedîderketina li çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dibe, bi rabûna li ber nêzîkatiyên desteserkirina îradeya gelê kurd dibe. Li ser vê bingehê em bang li her kesên ji bo demokrasî, azadî, edalet, hiqûqê têdikoşin dikin ku li kêleka xelkê Colemêrgê û gelê kurd bisekinin ku temsîla van nirxan dike, li dijî desthiladariya faşîst a AKP-MHP’ê helwesta herî xurt nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar