Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

KCK: Heta têkbirina komployê em berxwedanê mezin bikin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê hemû şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ku li dora Rêber Apo xwe kirin xelekek ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û wiha got: “Ji bo rawestandina êrîşên qirkirinê û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em bang li gelê xwe û dostan dikin ku heta têkbirina komploya navneteweyî berxwedanê mezin bikin.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi daxuyaniyekê daxuyand ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku sala 1998’an di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd hate kirin, di sala 26’an de careke din bi kîn û hêrseke mezin şermezar dikin. KCK’ê diyar kir ku ew Rêber Apo bi hezkirin û hesret silav dikin û wiha got: “Bi berxwedana xwe ya mezin bersiv da komployê û şert û mercên wê yên dîlgirtinê. Di şexsê hevalê Halît Oral, Selamet Menteş û Aynûr Artan de hemû şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li dora Rêber Apo xwe kirin xelekek ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikin. Em berxwedana gelê me yê welatparêz û dostan ku 25 sal in li dijî komployê dimeşînin û asta wan a xwedîderketina li Rêbertî silav dikin.”

Di daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê de wiha hate gotin:

“Stratejiya dewleta tirk a mêtinger ku hebûna xwe li ser înkar û tunekirina Kurdan dimeşîne, bû sedem ku di sedsala 20’î de Kurd her tim serî hildin, li ber xwe bidin. Berxwedan û raperîna herî mezin a Kurdan ‘Şerê Hebûn û Azadiyê’ bû ku bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng destpê kir. Vê pêvajoya têkoşînê ya demdirêj, bi pêşengiya PKK’ê xwe weke ‘Şerê Hebûn û Azadiyê’ pênase kir. Destketiyên ku vê pêvajoyê ji bo Kurdan afirandiye, ji aliyê hêzên kapîtalîst-mêtinger ên navneteweyî ve ji bo berjewendî û hesabên sedsala nû weke gefeke mezin hatin dîtin. Hêzên kapîtalîst ên navneteweyî ku DYE serkêşiyê jê re dike, li gorî berjewendiyên xwe yên hegemon nedîtin ku bi ‘Hebûna Kurd ên Azad û Wekhev’ dest bi sedsala nû bikin. Kurdîtiya Azad a bi pêşengiya PKK’ê li pêşiya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a xwe, weke astengiya herî mezin dîtin. Ji ber vê yekê jî ji bo tunekirina astengiya ‘Kurd ên xwedî îrade û azad’ ku di pêvajoya pêşketinê de bû, komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku mezintirîn komploya sedsala 20’î bû dan destpêkirin û Rêber Apo ji qada Rojhilata Navîn hate derxistin.

Armanca herî mezin a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ew bû ku nehêle Kurd weke gelekî wekhev, azad û bi îrade bikeve sedsala 21’ê, nehêle ku bibe neteweyeke hevgirtî û yekbûyî û bi vî rengî qada Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe yên hegemon mêtinger jinûve dîzayn bike. Armanca duyemîn a komployê ew bû ku Rêber Apo bêbandor bihêle, gel û tevgera Kurd tasfiye bike. Mîna di sedsala 20’î de kirin, xwestin ku di sedsala nû de jî Kurdan bênasname, bêstatu û bê Rêbertî bihêlin. Tenê ji ber ku li hember sîstema cîhanê ya hegemonîk a kapîtalîst serî netewandin û li dijî siyaseta înkar û îmhayê ya dewleta tirk a qirker mêtinger dest ji îradeya têkoşînê bernedan, xwestin sedsaleke din jî bi Kurdan bidin windakirin. Armanca sêyemîn jî ew bû ku gelên Kurd û Tirk berdin hev, bixin nava şerekî giran. Bi vî rengî pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bigirin.

Sekna Rêberê me ya li hemberî vê komploya navneteweyî ya mezin û lîstika emperyalîst, li ser bingeha xerakriina çarenûsa qirkirinê ya trajîk bû ku di sedsala 20’î de ji bo kurdan hatibû destnîşankirin. Li ser bingeha têkbirina hesabên qirêj ên hêzên komploger ên li ser kurdan û Rojhilata Navîn helwest nîşan da. Hem Rêberê me hem jî gelê kurd û tevgera me bi helweesteke nûbûn û berxwedanê ya mezin pêşwazî li komployê kirin. Bi saya stratejiya veguherîna demokratîk a Rêber Apo û projeya komara demokratîk, beriya her tiştî destûr nehate dayin ku gelên kurd û tirk bikevin nava şerekî giran û bi hev bikevin.

Rêber Apo paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê afirand

Rêber Apo li gel dîlgirtina li Îmraliyê û şert û mercên tecrîdê yên mutleq jî bi şoreşeke mejî ya mezin û nêzîkatiya çareseriya demokratîk bersiv da komploya navneteweyî. Weke Rêberekî Gel ê Şoreşger dema pêwîstî pê hebû weke fîlozof û zanyarekî, dema pêwîst dikir weke zanyarekî siyasetê û zanyarekî dîrokî ji bo guhertina çarenûsa qirkirinê ya trajîk a li gelê wî hatibû ferzkirin, hem ji aliyê fikrî hem jî ji aliyê mejî û fîzîkî ve li ber xwe da. Fikrên herî pêşketî yên serdemê di şexsê gelê kurd de pêşkêşî gelan, jinan û bindestan hemûyan kir. Bi pênase û îdeolojiya ku afirandî, paradîgmayeke civaka demokratîk û azad afirand. Bi tezên xwe yên li ser civaka azad û jiyana azad bersiv da komploya herî mezin a serdemê, bi parêznameya herî mezin a serdemê bersiv da. Herî dawî Parêznameya Şaristaniya Demokratîk a bi pênc bergan, ji bo kurdan, jinan û tevahiya bindestan bû parêznameyek. Ev parêznameyên ku pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate kirin di asta manîfestoya civaka azad û mirovê azad de bû. Di nava şert û mercên mutleq ê tecrîdê û dîlgirtina li Îmraliyê de paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê afirand, weke paradîgmaya têkoşîn û jiyaneke nû bi wate kir ku di sedsala 21’an de têra guhertina çarenûsa bindestan hemûyan bike. Lewma pêvajoya dîlgirtinê ya Îmraliyê li gorî armancên hêzên komploger bi rê ve neçû. Berevajî bû pêvajoyeke welê ku fikrê civakeke azad demokratîk bi navê mirovahiyê hate afirandin.

Rojane êrîşên qirkirina fîzîkî, çandî, civakî û siyasî tê kirin

Ev berxwedana dîrokî û mezin a Rêber Apo ya li Îmraliyê esasê têkoşîna me ya li dijî êrîş û siyaeta qirkirinê ye. Ji ber ku siyaeta serwer a li Îmraliyê tê meşandin, siyaseteke qirkirin û tecrîdê ye ku li dijî Kurdan hemûyan tê meşandin. Di rewşa heyî de li ser Rêber Apo 25 sal in êşkenceya tecrîdê ya mutleq tê meşandin. Li hemberî gelê kurdistanê rojane êrîşên qirkirina fîzîkî, çandî, civakî û siyasî tê kirin. Li hemberî Gerîlayên Kurdistanê her cûre êrîşên leşkerî yên ji bo tunekirinê bê navber rojane û her kêliyê dewam dikin. Cografya Kurdistanê di bin êrîşeke mezin a qirkirina ekolojiyê de tê hiştin. Li gel van êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a mêtinger qirker, fikrên demokratîk ên Rêber Apo li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku kurd lê ne, weke tovên sîstemeke nû ya civakî şîn dibin. Vediguhere feraseta berxwedan û jiyaneke nû. Jiyan jinûve dibe xwedî wateya ku ji dest da. Civak ketiye nava pêvajoya jinûve qedezençkirina wateya polîtîk û exlaqî ku ji dest da. Di şexsê Kurdan û jinan de bindest hemû ji vê pêşketinê hêzeke mezin werdigirin. Gav bi gav di asta gerdûnî de vediguhere tevgereke mezin a hêviyê, kelecan û coşeke mezin a civakî.

Dewleta mêtinger qirker a tirk, tiştên ku di pêvajoya komploya navneteweyî de nekarî bi ser bixîne, niha bi konseptên êrîşê yên nû yên cûrbecûr dixwaze bi ser bixîne. Koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê Kurdan e, hêzên noker ên ku xwe dispêrin wan û bi alîkariya hevalbendên xwe yên navneteweyî dixwaze komployê nû bike û îradeya gelê kurd teslîm bigire. Kurdîtiya berê ya teslîmkar, noker û înkarê ji nû ve ferz dike. Destkeftiyên demokratîk ên ku kurdan salên dawî bi kedeke mezin afirandin, di çarçoveya konsepteke nû ya qirkirin û tasfiyekirinê de dixwaze tune bike. Lê belê Kurd gihîştine wê astê ku gelekî rêxistinbûyî yê polîtîk, bi rûmet û zane ye ku li hemberî tu hêza serwer serî nateweyî ne. Ji xwe di encama têkoşîna pêncî salî ya Kurdan de destketiya herî mezin a ku bi dest xistiye, rastiya gel ê rêxistinbûyî û zane ye. Bi saya vê asta rêxistiniya polîtîk, gelê me wê her cûre zextên qirkirinê û îmhayê têk bibin. Ji her demê bêhtir xwedî vê îradeyê ye.

Destketiyên ku îro ji bo Kurdan, demokrasiyê û azadiyê hatine afirandin, encama kûrbûn, pêşdîtinên mezin, ked û hewldanên hêja yên Rêber Apo ne. Hewldana dewleta tirk a mêtinger û piştevanên wê yên navneteweyî ew e ku di sedsala 21’ê de jî kurdan bê Rêbertî bihêlin. Bêparmayina ji Rêbertî ji bo Kurdan sedema sereke ya dûrketina ji azadiyê ya sed salî ye. Ji ber vê yekê Rêbertî xistin çarmixa Îmraliyê. Lewma her ku destketiyên Kurdan mezin dibin, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê hîn kûr dikin. Tecrîd û îzolasyon hîn bêhtir tê girankirin. Ji ber ku destketiyên ji bo Kurdan, demokrasî û azadiyê yên roj bi roj mezin dibin, ji aliyê dewleta tirk a mêtinger ve weke sûcekî têne dîtin û Rêber Apo ji vê yekê berpirsyar tê dîtin. Mîna ku jê re bibêje, ‘Te çima ev gel ji koletiyê hişyar kir, te çima ruh da û jinûve afirand, te çima rakir ser piyan’. Ji ber vê yekê jî cezayên hîn bêhtir li Rêberê me tê birîn.

Di pêvajoya bidawîkirina dîlgirtina Îmraliyê de ne

Tevî Rêber Apo gelê kurd jî li darbesta Îmraliyê hatiye bicihkirin. Lê belê di asta heyî de gelê kurd ketiye pêvajoya têkbirina komploya navneteweyî û bidawîkirina dîlgirtina Îmraliyê. Rêber Apo û gelê kurd yekpare ne. Ji ber vê yekê gelê me li qad û kolanan her roj dibêje ‘Jiyaneke bê Rêbertî ti carî nabe’. Ji ber ku dilsoziya gelê me ya bi Rêber Apo re bi zanebûn, hezkirin û baweriyê hatiye pêkanîn. Divê were zanîn ku ti hêz nikare bikeve navbera Rêber Apo û gelê me. Gelê me li ser vê bingehê ji roja destpêkê ya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û vir ve di her qonaxê de nehişt ku komplo bi ser bikeve û ji bo negihêje armanca xwe timî rabû ser piyan û çalakî kir. Ji ber ku ewlehiya tenduristiyê û azadiya Rêber Apo tê wateya paşeroja gelê kurd û gelê kurd êdî xwedî wê îradeyê ye ku xwedî li paşeroja xwe derkeve. Gelê me û dostan azadiya Rêber Apo xistine rojeva xwe û têkoşîna ji bo vê jî her roj li her qada ku lê ye bi kampanya, rê û rêbazên cuda dimeşîne. Em vê sekna çalakger, têkoşer û rêxistinbûyî ya gelê me û dostan silav dikin.

Gerîlayên azadiyêbi hemû hêza xwe li ber xwe didin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê; nan û danê xwe yê bingehîn ên îdeolojîk, felsefî û rêxistinî ji Rêbertiyê digire. Bi têkoşîna xwe ya biryardar û vîna xwe ya xurt, bû hêza sereke ku nehişt komploya navneteweyî bigihîje armancên xwe yên qirêj. Bi Rêber Apo ve girêdayî û wî wek hêza navendî ya moralê xwe dibîne. Gerîlayên azadiyê, bi hêz, moral û bîreweriya ji Rêbertiyê digirin, di her şert û mercî de vîna ku li ber xwe bidin nîşan didin. Artêşa Tirk a dagirker, qirker û mêtinger, rêbazên nemirovî yên bêhevta li dijî Gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne. Hemû derfetên şer ên NATO’yê ku di dest de ne, li dijî hêzên me yên gerîla bi awayekê hovane bi kar tîne. Li dijî hêzên me yên gerîla ku nikare bi teknolojiya dawîn a NATO’yê bêzar bike, êdî gazên kîmyewî û jehriyê bi kar tîne. Dît ku bi gazên kîmyewî û jehriyê nikare encamekê bi dest bixe û berxwedan bi awayekê bêhevta berdewam e, çekên nukleerî yên taktîkî û yên termobarîk bi kar anîn. Hemû rê û rêbazên nemirovî ku artêşa Komara Tirkiyeyê ya mêtinger li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tîne, sûcên şer in. Sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê saziyên navneteweyî van sûcan bibînin û sûcbaran bidarizînin. Çimkî Gerîlayên Azadiyê ne bi tenê Kurdan û Kurdistanê lê di şexsê Kurdan de hemû gelên din ên li herêmê û nirxên demokrasî û azadiyê yên mirovahiya pêşverû ya cîhanê, heta bi niha parastine û wê biparêze. Bi vê boneyê em berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di bin şer û mercên dijwar de, dike, careke din silav dikin.

Heval û hogirên kurdan jî di nava 25 salan de ku bi ser komploya navneteweyî ket, zêdetir bûn. Hem bi gelên Rojhilata Navîn re hem jî li her dera Ewropayê û cîhanê bi gelan re biraxwehî û hevaltî û hogirtiyeke pir hêja hat danîn. Lewra aştî û biraxwehiya Rêber Apo dixwaze di navbeyna bawerî û çandan de çê bibe, ji bo mirovahiya pêşverû, demokrasî û azadiyê gelek nirxên nû çê kirin. Di salvegera 26’emîn a komploya navneteweyî de me bang li hemû heval û hogiran e ku li dora biraxwehiya gelan û bihevrebûna wan a demokratîk li hev bicivin, komployê hêj xurttir protesto bikin, ji rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re ku neyarên Kurdan û demokrasî û azadiyê ye û konsepta tecrîda girankirî re ku pêk tîne, bibêjin ‘’BISEKINE’’.

Pêvajoya em tê de ne, ji bo gelê me û têkoşîna me, xaleke werçerxê ye. Dikare rê li ber serdemeke demokratîk a nû vebike. Di pêvajoyeke wiha de, em Kurd, tevgera me Kurdan û heval û hogirên me Kurdan; em li asteke bipêşveçûna dîrokî ya wisa ne ku di lehê demokrasî û azadîyê de, di lehê gelan û mirovahiya pêşverû de, komploya navneteweyî têk biriye û hebûna Kurdan û têkoşîna wan azadiyê bi serkeftinê tacîdar dike. Em ji berê bêhtir bi îdia û biryar in ku pêk bînin. Bi vê armanca bingehîn û biryardariya îradî, em dikevin sala 26’an komploya navneteweyî.  Ji bo êrîşên bi armanca qirkirinê ku navenda birêvebirina wan Îmrali ye, bisekinin, bi pêşengtiya jin û ciwanan, di serî de gelê me yê Bakur, me bang li hemû gelê me li yê hemû aliyên Kurdistanê û li derveyê welêt ew e ku bi heval û hogirên xwe yên hêja re, sala 26’emîn a komploya navneteweyî heta têk bê birin, berxwedan û têkoşînê geş û gur bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar