Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Hevrêyê me Diyar Xerîb di encama êrîşa hewayî de şehîd bû

KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) di encama bombebarana artêşa tirk de tevî 2 gerîlayên din jiyana xwe ji dest daye. KCK’ê diyar kir ku sîxûrên ku destê wan di vê komployê de hene, zû an jî dereng dê bên cezakirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku  endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û gerîlayên bi navên Devran û Şahîn ên bi wî re bûn, di 5’ê tîrmehê de li Qendîlê di encama êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Di êrîşa hewayî ya 5’ê tîrmehê ya li Qendîlê de endamê me yê Konseya Serokatiya Giştî hevalê Helmet (Diyar Xerîb) tevî hevalên Devran û Şahîn (Abdulkadîr Aslan) ên pê re bûn, şehîd bûn. Em şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji bo bîranîna wan dê têkoşîn bê geşkirin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bên afirandin. Ajanên di vê êrîşê de rola wan hebûn zû ya jî dereng dê bên cezakirin.

Şehadeta hevrê Helmet bi rengekî tesadûfî pêk nehatiye. Dewleta tirk tevî noker û ajanên xwe yên li başûrê Kurdistanê êrîşeke plankirî pêk aniye. Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê yên li başûrê Kurdistanê zêde bûne, êrîş li şoreşgerê mezin ê gelê başûrê Kurdistanê li hevrê Helmet hatiye kirin. Bi vê êrîşê xwestin hem derbê li Tevgera Azadiyê bixin hem jî têkoşîna gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê lawaz bikin.

Hevrê Helmet 25 salan li nava refên têkoşîna me ya azadiyê li her qadê bi berpirsyarî tevgeriya. Hevrê Helmet ku perwerdeya Rêber Apo wergirt, endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê, endamtiya Konseya Rêveber a KCK’ê kir, di damezirandina PÇDK’ê de tevî Ş. Viyan Soran amade bû û serokatiya giştî û hevserokatiya giştî kir. Bi hişmendiyeke kûr a dîrokê di perwerdeyên me hemûyan de dersên dîroka Kurdistanê pêşkêş kir û kir ku hevrê û milîtanên me û gelê Kurdistanê bi hişmendiya rast a dîrokê xwe xurt bikin.

Hevrêyekî ji başûrê Kurdistanê bû, lewma hem têkoşîna gelê başûrê Kurdistanê, hem êşa gel ku malbata wî jî gelekî kişand, hem jî zirara ku nebûna yekitiya neteweyî dide gelê kurd baş fêhm kiribû û têgihiştibû. Ji ber vê yekê ji bo yekitiya neteweyî gelekî hewl dida, li dijî ferasetên ku xwe ji yekitiyê vedigirtin gelekî bi hêrs bû. Zanîbû ku zirara li têkoşîna bakurê Kurdistanê bê kirin dê zirarê bide tevahiya gelê Kurdistanê û ev yek xiyanet e, lewma li dijî neyîniyên bi vî rengî bi hêrs bû. Hesasiyeta xwe ya di vê mijarê de, bi belavkirina nêrînên Rêbertî nîşan dida ku ev yek weke mîsogeriya paşeroja azad a Kurdistanê didît.

Hevrê Helmet piştevanî û bêdengiya hêzên siyasî yên Başûr ji bo êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li Xakûrkê û başûrê Kurdistanê weke xefleteke dîrokî dinirxand. Zanîbû ku dema têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a di xeta Rêber Apo de lawaz bibe an jî nebe dê destkeftiyên başûrê Kurdistanê hemû bikevin nava metirsiyê, bi vê têgihiştinê ji bo dawî li bêdengiya li başûrê Kurdistanê bîne dixebitî. Di çarçoveya vî karî de bi Pêşmergeyên Dêrîn ên ku çûn Qendîlê hevdîtin kir. Hewl da ku nerazîbûna gelê başûrê Kurdistanê, rêxistinên civakî yên sivîl û hêzên siyasî derxîne holê. Komplo û êrîşa li dijî hevrê Helmet di demeke wiha de pêk hat û ev yek nîşan dide, êrîş bi rêya ajanên rêxistina îstîxbaratê ya tirk MÎT û nokerên wan ve hatiye kirin.

Hevrê Helmet weke endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû hedef. Weke Konseya Serokatiyê kontrol dikir ku sîstema KCK’ê di xeta Rêbertî de bi rê ve diçe yan na; ji bo sererastkirina kêmasiyan pêşniyar dikir û hişyariyên pêwîst dikir. Hevrê Helmet ji roja ku dest bi vê wezîfeyê kir heta kêliya şehadetê, di çarçoveya girêdana mezin a bi Rêber Apo re bi cidiyeteke mezin tev li vî karî bû. Bi hêza xwe ya fikrî, bi hewldan û keda xwe karên Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê xurt kir. Lewma ev êrîş di heman demê de êrîşeke li dijî xeta siyasî û îdeolojîk a Rêber Apo ye.

Di serî de gelê başûrê Kurdistanê, tevahiya gelê Kurdistanê ewladekî xwe yê gelekî hêja ji dest daye. Gelê başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, jin û ciwanên başûrê Kurdistanê hevalê Helmet ji nêz ve nas kiribûn. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, biryardar û şoreşger bandoreke mezin li gelê başûrê Kurdistanê kiribû. Şehadeta wî jî ewqasî giran e.  Gelê başûrê Kurdistanê dê windakirina şoreşgerekî ewçend mezin demeke dirêj ji bîr neke. Bêguman sekna wî ya li dijî nokerî û xefletê, hestên wî yên ji bo yekitiya neteweyî dê di Raperînên gelê başûrê Kurdistanê de her hebin.

Daxwaza herî mezin a hevrê Helmet ew bû ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê ji aliyê gel ve li her deverê bê geşkirin. Dixwest ku dema li parçeyekî Kurdistanê êrîşek bê kirin parçeyên din ên Kurdistanê rabe ser pêyan. Dixwest ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî başûrê Kurdistanê, gelê başûrê Kurdistanê bi ruhê Raperîn li dij bisekine. Ji ber ku ger li dijî vê hewldana dagirkeriyê berxwedan neyê nîşandan di serî de destkeftiyên li başûrê Kurdistanê dê têkoşîna azadiyê ya tevahiya gelê Kurdistanê bikeve rewşeke metirsîdar. Ji ber vê yekê divê gelê me yê li başûrê Kurdistanê û hemû parçeyan li dijî êrîşên dewletatTirk rabe ser pêyan û welatparêziya kurd a bi berdêlên mezin hatiye afirandin nîşanî tevahiya dinyayê bide. Em bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin ku vê helwestê nîşan bide û di asta herî bilind de xwedî li sembola ruhê Raperînê û yekitiya neteweyî ewladê xwe yê hêja hevrê Helmet derkeve û bersiva pêwîst bide yên di nava xefletê de ne û mêtingerên qirker dagirker.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar