Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Hêzên demokrasiyê şeqameke mezin li faşîzma AKP-MHP’ê da

KCK’ê bi daxuyaniyekê nivîskî encamên hilbijartina rêveberiyên herêmî nirxand. Di daxuyaniyê de KCK’ê de hat destnîşankirin ku stratejiya HDP’ê ya di hilbijartinê de bandorekê mezin li ser dahatûya Tirkiyeyê kiriye û encamên hilbijartinê jî faşîzma AKP-MHP’ê têk biriye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartina rêveberiyên herêmî ku di 31’ê adarê de hate lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hevserokatiyê diyar kir ku di 31’ê adarê de  tenê hilbijartin nehatiye qezenckirin, her wiha faşîzma AKP û MHP’ê jî têk çûye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê bi hincetên wekî hêzên ji derve li dijî Tirkiyeyê operasyonan dike û bi xurtkirina şovenîzmê, bi zextên giran li Tirkiyeyê di nav şertên ne wekî hev de dixwest di hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de bi ser bikeve. KCK’ê diyar kir ku AKP-MHP’ê bi vî awayî dixwest bi polîtîkayên şer ên li derve û hundir, desthilatdariya xwe li ser lingan bigirin lê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê şeqameke mezin li desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dane û polîtîkayên faşîst ên AKP û MHP’ê red kirine.

‘Xuya bû ku dê AKP nekare desthilatiya xwe bidomîne’

KCK’ê daxuyand ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê hatiye têkbirin û wiha dom kir: “Pergala qeyûman a ku li Kurdistanê îradeya gel xesp kiriye, hatiye bidawîkirin. Dewleta tirk li Şirnex û hin navçeyan bi dek û dolaban hin endamên xwe kiribûn şaredar jî, wan nekaribûne rê li pêşiya têkçûna AKP’ê ya li Kurdistanê bigirin. Polîtîkayên AKP û Erdogan têk çûne. Erdogan bi polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan û demokrasiyê xizmet ji MHP’ê re kiriye. Di 31’ê adarê de derketiye holê ku desthilatdariya AKP’ê dê demeke dirêj nikaribe desthilatdariya xwe bidomîne.”

‘Stratejiya HDP’ê bandor li dahatûya Tirkiyeyê kir’

Di berdewamê de jî KCK’ê diyar kir ku HDP’ê bi stratejiya xwe ya di 31’ê adarê de bandoreke mezin li ser dahatûya Tirkiyeyê kiriye. KCK’ê da zanîn ku kurdan û hêza demokrasiyê ya Tirkiyeyê , dîroka têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de serdemek nû dane destpêkirin û ev tişt parve kirin: “Gelên Tirkiyeyê helwesta avakirina Tirkiyeya demokratîk dane holê. Heke hêzên demokrasiyê hilbijartina di 31’ê adarê de baş bi kar bînin dê krîzên li Tirkiyeyê werin çareserkirin. Hemû bajarên ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê kirine desthilatdar, ji destê wan hatiye derxistin. Desthilatdarî li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Antalyayê têk çûye û zehmet e ku ev partî êdî karibe li ser desthilatdariyê be. Ji ber ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li Kurdistanê jî têk çûye, êdî vê desthilatdariya faşîst dê nikaribe Tirkiyeyê birêve bibe.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha dom kir:

“Kurdan û hêzên demokrasiyê yên ku li hemberî êrîşên faşîst li ber xwe dane, rê li ber têkçûna desthilatdariyê ya AKP û MHP’ê vekirin. Bi berxwedana xwe pêşiya desthilatdariya faşîzmê girtine û hêviya di nav hêzên demokrasiyê de zindî hiştine û di 31’ê adarê de faşîzm têk birine. Berxwedana gelê kurd a li hemberî êrîşan û israra hêzên demokrasiyê ya ji bo têkoşînê vê rewşa siyasî derxistiye holê. Careke din derketiye holê ku gelê kurd li Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye dînamîka demokrasiyê ya herî sereke.

Berxwedanên greva birçîbûnê

Careke din hatiye dîtin ku li ser xeta neteweya demokratîk û welatê hevpar dê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê werin çareserkirin û bi karakterê xwe yê demokratîk dê bibe welatekî mînak. Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven û ya hevalên girtî û yên li Ewropayê ya ‘Em tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin’ faşîzma AKP û MHP’ê qels kiriye. Encamên siyasî yên heke tecrîd bişikê, ji aliyê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî hatiye dîtin û di hilbijartina 31’ê adarê de ji bo têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê bandoreke mezin kiriye.

Peyama 31’ê adarê

Encamên vê hilbijartinê ne tenê ji bo hêzên siyasî û gelên Tirkiyeyê, her wiha nîşan daye sazî û hêzên navneteweyî yên aştî û aramiya li Tirkiyeyê dixwazin ku divê polîtîkayeke çawa bê meşandin. Yekitiya demokratîk a gelên Tirkiyeyê ku di vê hilbijartinê de berbiçav bû, aşkera kir ku divê çareseriya pirsgirêka kurd çawa be. Bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo û afirandina şert û mercên kar û jiyana azad, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî girîng e. Têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên 31’ê adarê de, nîşan da ku divê hêzên demokrasiyê hemû tevli têkoşîna bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo bibin ku ji aliyê Leyla Guven û hevrêyên me yên li zindanan ve tê meşandin. Ji ber ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, pêkhatina yekitiya neteweya demokratîk a gelên Tirkiyeyê û afirandina Tirkiyeya demokratîk, dê Rêber Apo xwedî roleke mezin be. Hewldanên 20 salan ên Rêber Apo yên li Îmraliyê nîşaneya vê yekê ye.

Wezîfeya niha bi temamî tekbirina faşîzma AKP-MHP’ê ye

Pêwîste serkeftina hilbijartinê ya gelê kurd û hêzên demokrasiyê tenê bi vê yekê re nemîne, di çarçoveya têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ya bi giştî û pêkanîna demokratîkbûna Tirkiyeyê de bê nirxandin. Rewşeke bi vî rengî ya civakî, siyasî û psîkolojîk hatiye afirandin. Dijminatiya li kurdan û demagojiya mayindetiyê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê, li bajar û herêmên ku di jiyana aborî, civakî, siyasî û çandî de nehate qebûlkirin. Vê yekê ji bo guhertina zîhniyetê û pêkhatina polîtîkayên demokratîk zemîneke mezin afirandiye. Wezîfeya ku niha dikeve ser milê hemû hêzên demokrasiyê ew e ku di nava van şert û mercan de faşîzma AKP-MHP’ê bi temamî têk bibin û vê rewşê ji bo afirandina Tirkiyeya demokratîk binirxînin. Ji bo banga tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku got, di nava 4 salan de dê hilbijartin neyê kirin; polîtîkayên desthilatdariya heyî qebûl bikin, li dijî vê desthilatdariyê tênekoşin, divê bi mezinkirina têkoşînê bersiv were dayîn. Pêwîste di têkoşînê de her rê û rêbazên rewa û demokratîk bên bikaranîn. Ji ber ku di 31’ê adarê de tenê di hilbijartinê de serkeftin nehate bidestxistin; her wiha faşîzma AKP-MHP’ê hate têkbirin. Ya ku ji niha û pê ve were kirin ew e ku bi polîtîkayên demokratîk ên li dijî şer ev desthilatdarî bê hilweşandin.

Em gelê kurd û hêzên demokrasiyê ji ber helwest û serkeftina wan a di hilbijartinên 31’ê adarê de pîroz dikin, li ser bingeha ruhê 31’ê adarê bang dikin ku xwe bispêrin yekitiya demokratîk a gelên Tirkiyeyê û têkoşînê mezin bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar