Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCK: Ji aqûbeta Azîme Arsûn PDK û Parastin berpirsyar in

KCK'ê têkildarî revandina Azîme Arsûn a bi nexweşiya giran e û ji aliyê PDK û Parastinê li balafirgeha Hewlêrê, daxûyaniyek da û diyar kir ku: "PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar in."

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî revandina Azîme Arsûn daxûyaniyeke nivîskî da.

Di daxûyaniyê de wiha hate gotin:

“Em di demeke dîrokî ya girîng de ne ku faşîzma Erdogan li ber têkçûnê ye. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me kiriye, bi dijminên kurdan û nokerên xwe hemûyan, heta kêliya dawî êrîş dike. Berxwedana Rêber Apo, gelê me û gerîlayên azadiyê, rejîma faşîst aniye ber hilweşînê.

Di nava konjonktureke bi vî rengî de endama têkoşîna azadiyê ya gelê me hevala me Azîme Arsûn a nexweşa giran, li balafirgeha Hewlêrê hate destgîrkirin. Hevala me Azîme ku ji bo dermankirinê hewl dida biçe derveyî welat, li balafirgeha Hewlêrê hate rawestandin û hate destgîrkirin. Di demeke kurt de ji aliyê PDK-Parastinê ve hate revandin û ew birin cihekî nayê zanîn.

‘Hevrêya me PDK û Parastinê revandin’ 

Agahî têne belavkirin ku tê gotin hevala me hatiye destgîrkirin, ji aliyê Parastinê ve hatiye revandin û radestî MÎT’a dewleta tirk hatiye kirin. Di vê mijarê de agahiyeke piştrastkirî li gel me nîn e. Lê belê agahiya piştrastkirî û misoger ew e ku hevrêya me Azîme ji aliyê Parastinê ve bêyî ku qeydeke wê bê çêkirin, hatiye revandin. Lewma rîsk heye ku hevala me ya bi nexweşiya giran a dil radestî dewleta tirk bê kirin.

‘PDK qet şerm nake ku jineke kurd direvîne û hewl dide teslîmî dijminê kurdan bike’

Şermeke gelekî mezin e ku PDK jineke kurd a şoreşger bi vê rêbazê direvîne û ji bo têkiliyên qirêjî yên bi dewleta tirk re hewl dide bi kar bîne. PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar in.

Li ser vê bingehê em bang li raya giştî ya Kurdistanê û rêxistinên jinan hemûyan dikin ku ji bo hînbûna aqûbeta hevala me Azîme Arsûn bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin radestî dewleta tirk bê kirin, ku ev yek dê bibe piştgiriyeke PDK’ê ya ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdoganê faşîst.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar