Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Ji bilî vekişandina dagirkeran divê tu rêyên din neyên qebûlkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku xalên agirbesta ku hatiye ragihandin hem di hêla siyasî û hem jî di ya exlaqî de rewa nîne. KCK’ê diyar kir ku divê agirbest nebe rewakirina dagirkeriya dewleta tirk. KCK’ê da zanîn ku ji bilî vekişandina dagirkeran, divê bi agirbestê tu rêyên din neyên qebûlkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê û agirbesta ku hatiye ragihandin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Kurd, ereb, suyan û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama têkoşîna li dijî çeteyên der mirovî yên mîna El Nusra û DAIŞ’ê de, pergaleke demokratîk û azad ku ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bibe mînak ava kirine. Faşîzma AKP-MHP’ê ku li ser kurdan polîtîkaya qirkirinê dike, ji destpêkê ve dijminatî li vê pergala demokratîk kiriye. Faşîzma AKP-MHP’ê ku di serî de berê El Nusra û DAIŞ’ê dida ser vê pergala demokratîk, dema ku ev hêz têk çûne ew bixwe ketiye dewrê. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku dît li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşbûna demokrasiya xwecih, xwedîstatûbûna kurdan û li ser vê bingehê demokratîkbûna Sûriyeyê dê pergala wan a qirker a faşîst hilweşînin, li dijî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirker daye destpêkirin.

Piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê re

Li dijî vê êrîşa dagirker a bi her cureyên çekên giran berxwedaniyeke bi asteke wiha hatiye kirin ku faşîzma AKP-MHP’ê ne li hêviya wê bû. Gelên cîhanê û raya giştî ya demokratîk li dijî dagirkeriyê rabûne ser pêyan û li rex vê berxwedanê cihê xwe girtiye. Gelê kurd û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê li çar parçeyan bi giyanê yekitiya neteweyî li dijî vê dagirkeriyê rabûne ser pêyan. Ji bilî Qetarê ya bêvîn û hevkar hemû welat û gelên ereb bi rengekî aşkerayî li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşan dane. Welatên di nava Yekitiya Ewropayê de jî li dijî vê dagirkeriyê derketine û xwestin ku artêşa tirk û çeteyên wê dawî li vê dagirkeriyê bînin. Li DYA’yê ji bilî rêveberiya Trump, hemû hêzên siyasî û organên dewletê yên karîger û raya giştî li dijî vê dagirkeriyê rabûne, li ser hikûmeta Trump zext danîne. Dewleta tirk tu dema dîrokê wiha tenê nemaye; berxwedana kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi berdêlên giran, bi qasî ku tu tevgera vê sedsalê ya berxwedanê nedîtî, desteka gelan û raya giştî ya demokratîk a berfireh dîtine. Dagirkeriya tirk bi pozîsyona xwe ya neheq û nerewa hê ji destpêkê ve mehkûmî têkçûnê bûye; kurd gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine rewşa ku bi ser bikevin.

‘Berxwedanê komploya Trump-Erdogan pûç kir’

Berxwedana ku bi vê desteka moralî ya mezin û rewatiyê hatî kirin komploya ku Serokê DYA’yê Trump û dijminê kurdan Erdogan li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danîn, hatiye pûçkirin, anîne ber têkçûneke mezin. Berxwedanê, zexta gelan û raya giştî ya demokratîk serokê DYA’yê Donald Trump ku destûr dayî êrîşa dagirker a Erdogan ê faşîst, kiriye rewşeke pir zor ku di dîrokê de bi lîderê siyasî nehatiye. Polîtîkayên şefên faşîst Erdogan-Bahçelî jî xistine nav têkçûneke siyasî û dîplomatîk de û nav gergerîneke ku nekarîn ji nav derkevin, ku di dîroka Tirkiyeyê de rewşeke wiha bi serê kesî nehatibû.

‘Trump xwest ku xwe ji zextan xelas bike’

Rêveberiya Trump ji bo ku ji vê rewşê xilas bibe, bi agirbestê hewl daye ku şer bisekinîne. Li bara berxwedana HSD’ê û desteka li vê berxwedanê, heke êrîşa dewleta tirk a ku jîngeh bombe dikirin, bi sedan sivîl dikuştin, bi sedan jê birîndar dikirin û seqet dikirin, ranewestiyaye, dê Trump jî bi kêmanî bi qasî Erdogan teşhîr bibûya û tecrîd bijiya. Di vê rewşê de hem DYA û hem jî Tirkiyeyê hewcehî bi agirbestê dîtine. Bi vî rengekî li bara berxwedana bi desteka gelên cîhanê û raya giştî ya demokratîk xwestine ku xwe ji rewşa ku zor li wan dike xilas bikin.

‘Divê dagirkerî neyê rewakirin’

Bi pejirandina Trump, ji bo ku neheqiya êrîşên dagirker ên dijminê kurd Erdoganê faşîst dayî destpêkirin were nîşandan, wiha xuya dike rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev agirbest qebûl kiriye. Ji ber ku ev êrîşa dagirker e û sûcên giran ê li dijî mirovahiyê ye, divê ev agirbest ne dagirkeriyê meşrû bike lê wiha bi encam bibe ku hêzên dagirker vekişin. Ji ber ku berxwedêr û gelên cîhanê yên ku destekê didine vê berxwedanê û raya giştî ya demokratîk dixwazin ku ev êrîşên dagirker rawestin û dagirker bi temamî vekişin. Ji ber vê jî berxwedêr û raya giştî ya demokratîk ji bilî vekişandina dagirkeran ne pêkan e ku vebijêrkeke dî qebûl bikin.

‘Xalên hevpeymanê ne di hêla siyasî û ne jî di hêla exlaqî de rewa nînin’

Herêmên ku niha bûne hedefa êrîşê beriya vê êrîşa dagirkeriyê herêmên herî ewle û aştiyane yên Sûriyeyê bûn. Ji ber vê yekê ji bo ewlekarî û aştiyê divê hêzên dagirker teqez xwe vekişînin. Piştî hevdîtinên di navbera heyetên DYA û dewleta tirk de bi rengekî ku nayê fêhmkirin hate xwestin ku hêzên HSD’ê xwe vekişînin ku ev yek tê wateya rewakirina dagirkeriyê. Ji ber vê yekê madeyên peymana ku heyeta DYA’yê aşkera kir, ji bilî agirbestê ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê exlaqî ve rewa nînin. Hêzên şerê qirêj ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê piştî ragihandina agirbestê jî êrîşên xwe dom kirin ku ev yek jî nîşan dide, agirbest ji bo rizgarkirina Trump û Erdogan ji tengaviyê ye. Erdogan ê faşîst ku dijminê kurdane, ji xwe diyar kir ku ew gihîştine armanca xwe ya destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê û eger dagirkeriya wan neyê qebûlkirin dê êrîşên xwe girantir bikin. Bi vê yekê aşkera kir ku armanca xwe çi ye. Ji ber vê yekê divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên dinyayê û raya giştî ya demokratîk helwesta xwe ya berxwedêriyê sist nekin, heta ku dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî biterikînin divê têkoşîna xwe bidomînin. Ger agirbest weke pêvajoyeke ji bo vekişîna dagirkeran bê dîtin û bibe wesîle ku gavên bi vî rengî bên avêtin wê demê watedar dibe.

Sûcên şer ên dewleta tirk

Sûcên şer ên ku dewleta tirk di dema êrîşa dagirkeriyê de kirin nabe ku ji nedîtî ve bên. Dewleta tirk çekên qedexekirî yên ku bi balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, di dema êrîşa dagirkeriyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi kar aniye. Ji ber vê yekê gelên dinyayê û saziyên ji parastina mafên mirovan berpirsyar in divê di mijara qetilkirina sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî de hesab ji şefê şerê qirêj Erdogan û berpirsyarên din bipirsin. Naxwe dê pêşî li kirina sûcên din ên li dijî mirovahiyê bê vekirin û jiyana aştiyane, bi ewle û aram a mirovahiyê dê ji niha û pê ve bikeve rewşeke metirsîdar.

Piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re

Bi êrîşên dagirkeriyê careke din aşkera bû ku dewleta tirk êrîşî yekparebûna xaka Sûriyeyê dike. Dewleta tirk dixwaze bi rêya deverên ku dagir kiriye bandorê li jinûve avakirina Sûriyeyê bike. Ji ber vê yekê li dijî bicihbûna artêşa Sûriyeyê li sînorên dewletê rabû, ku li ser bingeha lihevkirina rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dewleta Sûriyeyê re ev yek kete rojevê. Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, DYA û Yekitiya Ewropayê divê li ber van hesabên dewleta tirk rabin û ji bo pêkhatina peymana navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê bibin alîkar. Ji bo aramiya siyasî ya bi rengekî aştiyane, demokratîk û yekitiya demokratîk a Sûriyeyê beriya her tiştî helwesteke bi vî rengî divê. Bêguman divê gelên dinyayê û raya giştî ya demokratîk jî li dijî vê helwesta dewleta tirk a dixwaze yekitiya demokratîk a Sûriyeyê asteng bike, divê helwestekê nîşan bidin û ji bo pêkhatina yekitiya demokratîk a Sûriyeyê di nava aştî û demokrasiyê de bikevin nava hewldanan.

‘Divê agirbest bibe destpêka bidawîkirina dagirkeriyê’

Ji bo rawestandina vî şerê qirêj agirbest girînge; divê ev agirbest bibe destpêka pêvajoya bidawîkirina dagirkeriyê ku bi vê êrîşê re aştî, ewlekarî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê hate rakirin. Ne bi vî rengî be hingî dê agirbest tenê ji bo kêmkirina zexta raya giştî ya demokratîk û gelan be, dê ji bo rewakirina armancên dagirkeriyê be û lîstikeke ji bo ‘Herêma Ewle’ be ku tê gotin berê li ser li hev kirine.

Bang li raya giştî ya cîhanê kir

Ger agirbesta hatiye ragihandin dawî li hewldana dagirkeriyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne û bike ku hêzên dagirker bi temamî xwe vekişînin hingî wê bigihêje armanca xwe. Ji bo vê jî gelekî girînge ku gelên dinyayê, raya giştî ya demokratîk, hêzên siyasî û dewletên ku li ber dagirkeriyê radibin, Yekitiya Ereban, gelên Sûriyeyê û gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê û piştevaniya berxwedanê bidomînin. Em bang li van hêzan hemûyan dikin ku ji bo afirandina sîstemeke demokratîk a li ser bingeha aştî û aramiya li tevahiya Sûriyeyê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye hedefa dagirkeriyê, têkoşînê xurt bikin.

Berxwedana bi rûmet a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê ya li dijî êrîşên giran, kir ku agirbesteke bi vî rengî bê ragihandin. Em pê bawerin ku dê bi berxwedana xwe dawî li dagirkeriyê bînin, li ser bingeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya demokratîk yekitiya demokratîk a Sûriyeyê pêk bînin, em şehîdên fedayî yên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînin û di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar