Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

KCK: Ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo tevlî çalakiyan bibin

KCK’ê daxuyand ku ji bo pêngava azadiyê ya cîhanî di sala duyemîn de azadiya Rêber Apo misoger bike, divê têkoşînê hîn xurt bikin û wiha got: “Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê û Kurdistanê dikin ku bi xurtî û girseyî tevlî vê pêvajoyê bibin ku wê 1 û 2'yê Mijdara 2024'an destpê bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ya di sala duyemîn de didome û rojên 1 û 2’yê Mijdarê de ku weke Rojava Kobanê ya Cîhanê û Roja Rojava ya Cîhanê daxuyanî da. KCK’ê diyar kir ku  Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a gelan û anî ziman ku berpirsyariya dîrokî ya herî esasî ya gelan e ku vî nirxê hevpar biparêze. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em di demekê de ne ku bûyerên girîng lê diqewim in. Weke ku tê zanîn, piştî pênc salan hevdîtinek bi Rêber Apo re hat kirin. Bi peyameke kurt a li nava raya giştî belav bû, Rêber Apo pêvajoya ku em tê de ne pênase kir û helwesta çareseriyê nîşan da. Tecrîd hîn ê nehatiye şikandin, lê belê pêkhatina hevdîtina bi Rêber Apo re nîşan dide ku têkoşîna me encamê bi xwe re tîne. Bêguman di wergirtina van encaman de rola pêngava azadiyê ya cîhanî diyarker e. Di encama têkoşîna salekê de pêngava azadiyê ya cîhanî hat meşandin, raxist pêş çavan ku tecrîda li Îmraliyê bi temamî dikare bê şikandin, bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re ji bo çareseriya demokrartîk a pirsgirêka kurd gav dikare bê avêtin. Bi vê moralê, her wiha bi berpirsyariya ku ev yek dide me; ji bo pêngava azadiyê ya cîhanî di sala duyemîn de bi ser bê xistin, divê em têkoşînê hîn xurt bikin. Li ser vê bingehê em bi rengekî hîn xurt tevlî pêvajoya nû ya çalakiyan bibin ku di rojên destpêkê yên mijdarê de destpê dike. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê û Kurdistanê dikin ku bi xurtî û girseyî tevlî vê pêvajoyê bibin ku wê 1 û 2’yê mijdara 2024’an destpê bike.

Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a gelan e

Gelekî girîng e ku di vê demê de piştgirî ji gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re bê dayin û xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin. Di rojên 1 û 2’yê Mijdarê de ku weke Rojava Kobanê ya Cîhanê û Roja Rojava ya Cîhanê têne pênasekirin, ev helwesta xwedîderketinê divê bi rengê herî xurt bê nîşandan. Di van rojên bi wate de gelekî girîng e ku gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jin, dost, hêzên sosyalîst, demokratîk û azadîparêz, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û ciwanên enternasyonal ên demokratîk ên cîhanê bi xurtî xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Xwedîderketina li Şoreşa Rojava ji her demê bêhtir girîng bûye. Êrîşên dawî yên ku dewleta tirk a mêtinger qirker pêk anî, careke din nîşan da ku Şoreşa Rojava bi metirsiyeke çawa re rû bi rû ye. Êrîşên dewleta tirk qirkirin e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi şênberî aşkere bû ku dewleta tirk bi rêya van êrîşan dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake û qir bike. Lewma bi asteke ji ya berê xurtir divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin. Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a gelan e. Bi wesîleya van rojan em şoreşa dîrokî ya hevpar a gelan careke din li gelan hemûyan pîroz dikin. Berpirsyariya dîrokî ya herî esasî ya gelan e ku vî nirxê hevpar biparêze. Divê bi vê berpirsyariya dîrokî rabe, li dijî êrîşan hîn bi xurtî xwedî li Şoreşa Rojava derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar